Asayîşa Hewlêrê mudaxeleyî çalakiya grevê kirin: 5 kes binçav kirin 2019-02-06 16:07:27 HEWLÊR - Asayîşa Hewlêrê îro careke din mudaxeleyî çalakgerên jin yên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û 5 xwendekarên Mexmûrê jî binçav kirin.   Endamên Meclîsa Îştar ku di 30’yê Çileyê de li ber nûnertiya NY ya Hewlêrê, li dijî tecrîdê û bi armanca destekdayîna Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribûn, careke din rastî mudaxeleya asayîşê hatin.    Hêzên Asayîşa Hewlêrê piştî nîvro hatin ber nûnertiya NY û mudaxeleyî kirin. Di mudaxeleyê de hemû tiştên çalakgeran hatin desteserkirin. Her wiha 5 xwendekarên kampa Mexmûrê ku bi armanca destek dayîna hatibûn cihê çalakiyê, hatin binçavkirin.   Tevî mudaxeleyê jî çalakiya jinan berdewam dike.    Asayîşa Hewlêrê di 31’ê Çileyê de jî mudaxelyî çalakgeran kiribûn û konê wan desteser kiribû.    Ji xwendekarên hatine binçavkirin navên 4 kesan wiha ne: Egîd Uren, Orhan Îke, Hisên Tallî û Xebat Mistefa