ENQERE – Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, namzetên bajar û navçeyen ku nehatibûn zelal kirin aşkere kirin. Oluç, diyar kir ku wan li Balikesirê Alî Kenanoglu namzet nîşan daye û li Dilokê jî dê piştgiriyê bidin Celal Dogan û li Semsûrê jî piştgiriyê bidin Ahmet Faruk Unsal.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li Navenda Giştî ya partiya xwe geşedanên dawî nirxand. Oluç, namzetên hin bajar û navçeyên ku heta niha aşkere nekiribûn aşkere kir. Oluç, ewil bal kişad ser çalakiya hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 91 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û wiha got: "Rewşa Guven û girtiyên din ên li zindanan di rewşek krîtîk de ye. Ji bo em bala cemaweriyê bikişînin ser daxwaza çalakgeran me li meclîsê Nobeta Aştiyê girt. Em dê îro jî berdewam bikin. Sedema çalakiya greva birçîbûne tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ji nîsana 2015’an heta niha 46 meh, Hezar û 400 roj derbas bûn. Di vê pêvajoyê de tên 2 caran her carê 15 dk hevdîtin pêk hatiye. Ev rewş di aliyê mirovahî û hiqûqê de nayê qebûlkirin. Dibe ku Birêz Ocalan hikumdar be û hatibe cezakirin. Lê divê mafê wî yê mirovî û hiqûqî neyê binpêkirin. Em carek din bang li îktidardê û wezareta dadê dikin ku gavan bavêjin."
‘WÊ LI ROJAVA YEKÎTIYA HÊZÊ XEBATÊN HILBIJARTINE BIMEŞÎNE'
Oluç, anî zimanku piştî HDP’ê stratejiya hilbijartinê ya Rojava aşkere kir, niha hemû medya vê rewşê şirove dikin û wiha got: "Em van niqaşên medya hin caran bi baldarî û hin caran bi pênenok temaşe dikin. Her kes derdikevin ekranên Tv û HDP’ê niqaş dike. Pispor di tv de HDP’ê niqaş dikin. Lê balkêş e HDP di nava van niqaşan de tune ye. Mijar HDP ye, lê HDP ku muxatab e di nava niqaşan de tune ye. Em dê bajarên kurdan ku qeyûm tayîn kirine bi dest bixin. Dîsa em dê şaredariyên ku ne yên me bûn qezenç bikin. Em dixwazin li Rojavayê Tirkiye jî bi îktîdarê bidin windakirin. Em dê hem li bajarên Kurdan bi ser bikevin û hem jî li Bajarê Tirkiye bi îktîdarê bidin windakirin. Di vê mijarê de gavên taktîk hatine avêtin. Em dê li bajarên Rojava bi Yekîtiya Hêzan beşdarî hilbijartinê bibin. Em dê li sindoqan hêza yekîtiyê ava bikin. Em dê bi hêzên demokratîk re mil bidin mil û dest bidin hev.
Oluç, bal kişand ser daxuyaniya Sedat Peker a der barê 'Bila her kes rahêlin çekan' û wiha got: "Îktîdar bû Sedat Peker an Sedat Peker bûye îktîdar? Divê partiyên siyasî der barê vê daxuyaniyê de bersîv bidin. Balkêş e bûyerên Sedat Peker her tim beriya hilbijartinê derdikeve holê. "
Oluç, bal kişand ser namzetên Semsûr û Dîlokê û wiha got: "Em dê di rojên pêş de namzetên Stenbol, Îzmirê aşkere bikin. Li Dîlokê em dê piştgiriyê bidin Namzetê DSP’ê Celal Dogan. Em dê li Semsûrê jî piştgiriyê bidin Ahmet Faruk Unsal. Em ji herduyan re serkeftinê dixwazin.
Oluç, namzetên bajarên ku nehatine aşkerekirin jî aşkere kir.
AGIRÎ:
Navçeya Navendî: Yelîz Karaaslan - Abdurrahman Dogar
ÇEWLÎK
Navçeya Navendî: Hatice Kavran - Hîşyar Ozsoy
AMED
Çinar: Necla Tamrîş – Bedri Kaya
ERZIROM
Xinûs: Nurcan Felekoglu - Mehmet Bayraktar
ÎDIR
HalfelÎ: Merve Madak - Hasan Safa
MÊRSÎN
Akdeniz: Emîne Şilan Yuksekkaya – Alaattin Erdogan
MUŞ
Gurgum, Ulku Karaaslan - Mahmut Yalçin
SÊRT
Navenda Sêrtê: Berivan Helen Işik - Resul Kaçar
RIHA
Weranşar: Roza Yazmaci - Hidir Oktay
Serêkaniyê: Narin Gezgor - Mehmet Ali Kahraman
Hawag: Rabîa Aslan - Mahmut Çakmak
DERSIM
Navenda Dêrsimê: Nurşat Yeşîl – Hidir Demîr
Hozat: Îlknur Doğan – Nesimi Ataş
Pertek: Mustafa Taşkale
Mazgirt: Alî Ekber Saratli
Akpazar: Songul Dogan – Orhan Çelebî
Nazimiye: Rahime Kizilkan – Ozkan Arslan
Ovacik: Serpil Argin - Sinan Zenk
Pulîmoriya: Gurol Yilmaz
Çemişgezek: Suleyman Karadag
BALIKESİR
Navenda Balikesirê Ali Kenanoglu
KONYA
Şaredariya Bajarê Mezin a Konya: Hangul Işık- Giyasettin Almaz
Cihanbeyli: Serap Kaya-Mehmet Yalçin
Meram: Arif Baş
Karatay: Abdurrahman Aslan
Eregli: Siddik Atici
Selçuk: Ramazan Ot
YALOVA
Navenda Yalova: Semra Gonenç
MUGLA
Navenda Mugla: Dilek Dobrucalı-Mehmet Polat
DENîZLî
Navenda Denizli: Şerife Yildirim-Musa Aydin