Berdevkê HDP'ê Oluç: Em dê piştgiriyê bidin namzetê Dîlokê Dogan û namzetê Semsûrê Unsal 2019-02-06 13:04:39   ENQERE – Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, namzetên bajar û navçeyen ku nehatibûn zelal kirin aşkere kirin. Oluç, diyar kir ku wan li Balikesirê Alî Kenanoglu namzet nîşan daye û li Dilokê jî dê piştgiriyê bidin Celal Dogan û li Semsûrê jî piştgiriyê bidin Ahmet Faruk Unsal.    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li Navenda Giştî ya partiya xwe geşedanên dawî nirxand. Oluç, namzetên hin bajar û navçeyên ku heta niha aşkere nekiribûn aşkere kir. Oluç, ewil bal kişad ser çalakiya hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 91 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û wiha got: "Rewşa Guven û girtiyên din ên li zindanan di rewşek krîtîk de ye. Ji bo em bala cemaweriyê bikişînin ser daxwaza çalakgeran me li meclîsê Nobeta Aştiyê girt. Em dê îro jî berdewam bikin. Sedema çalakiya greva birçîbûne tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ji nîsana 2015’an heta niha 46 meh, Hezar û 400 roj derbas bûn. Di vê pêvajoyê de tên 2 caran her carê 15 dk hevdîtin pêk hatiye. Ev rewş di aliyê mirovahî û hiqûqê de nayê qebûlkirin. Dibe ku Birêz Ocalan hikumdar be û hatibe cezakirin. Lê divê mafê wî yê mirovî û hiqûqî neyê binpêkirin. Em carek din bang li îktidardê û wezareta dadê dikin ku gavan bavêjin."    ‘WÊ LI ROJAVA YEKÎTIYA HÊZÊ XEBATÊN HILBIJARTINE BIMEŞÎNE'   Oluç, anî zimanku piştî HDP’ê stratejiya hilbijartinê ya Rojava aşkere kir, niha hemû medya vê rewşê şirove dikin û wiha got: "Em van niqaşên medya hin caran bi baldarî û hin caran bi pênenok temaşe dikin. Her kes derdikevin ekranên Tv û HDP’ê niqaş dike. Pispor di tv de HDP’ê niqaş dikin. Lê balkêş e HDP di nava van niqaşan de tune ye. Mijar HDP ye, lê HDP ku muxatab e di nava niqaşan de tune ye. Em dê bajarên kurdan ku qeyûm tayîn kirine bi dest bixin. Dîsa em dê şaredariyên ku ne yên me bûn qezenç bikin. Em dixwazin li Rojavayê Tirkiye jî bi îktîdarê bidin windakirin. Em dê hem li bajarên Kurdan bi ser bikevin û hem jî li Bajarê Tirkiye bi îktîdarê bidin windakirin. Di vê mijarê de gavên taktîk hatine avêtin. Em dê li bajarên Rojava bi Yekîtiya Hêzan beşdarî hilbijartinê bibin. Em dê li sindoqan hêza yekîtiyê ava bikin. Em dê bi hêzên demokratîk re mil bidin mil û dest bidin hev.    Oluç, bal kişand ser daxuyaniya Sedat Peker a der barê 'Bila her kes rahêlin çekan' û wiha got: "Îktîdar bû Sedat Peker an Sedat Peker bûye îktîdar? Divê partiyên siyasî der barê vê daxuyaniyê de bersîv bidin. Balkêş e bûyerên Sedat Peker her tim beriya hilbijartinê derdikeve holê. "   Oluç, bal kişand ser namzetên Semsûr û Dîlokê û wiha got: "Em dê di rojên pêş de namzetên Stenbol, Îzmirê aşkere bikin. Li Dîlokê em dê piştgiriyê bidin Namzetê DSP’ê Celal Dogan. Em dê li Semsûrê jî piştgiriyê bidin Ahmet Faruk Unsal. Em ji herduyan re serkeftinê dixwazin.    Oluç, namzetên bajarên ku nehatine aşkerekirin jî aşkere kir.    AGIRÎ:    Navçeya Navendî: Yelîz Karaaslan - Abdurrahman Dogar   ÇEWLÎK    Navçeya Navendî: Hatice Kavran - Hîşyar Ozsoy   AMED    Çinar: Necla Tamrîş – Bedri Kaya   ERZIROM    Xinûs: Nurcan Felekoglu - Mehmet Bayraktar   ÎDIR    HalfelÎ: Merve Madak - Hasan Safa   MÊRSÎN   Akdeniz: Emîne Şilan Yuksekkaya – Alaattin Erdogan   MUŞ   Gurgum, Ulku Karaaslan - Mahmut Yalçin   SÊRT    Navenda Sêrtê: Berivan Helen Işik - Resul Kaçar   RIHA    Weranşar: Roza Yazmaci - Hidir Oktay   Serêkaniyê: Narin Gezgor - Mehmet Ali Kahraman   Hawag: Rabîa Aslan - Mahmut Çakmak   DERSIM   Navenda Dêrsimê: Nurşat Yeşîl – Hidir Demîr   Hozat: Îlknur Doğan – Nesimi Ataş   Pertek: Mustafa Taşkale    Mazgirt: Alî Ekber Saratli   Akpazar: Songul Dogan –  Orhan Çelebî    Nazimiye: Rahime Kizilkan – Ozkan Arslan   Ovacik: Serpil Argin - Sinan Zenk   Pulîmoriya: Gurol Yilmaz   Çemişgezek: Suleyman Karadag   BALIKESİR   Navenda Balikesirê Ali Kenanoglu   KONYA   Şaredariya Bajarê Mezin a Konya: Hangul Işık- Giyasettin Almaz   Cihanbeyli: Serap Kaya-Mehmet Yalçin   Meram: Arif Baş   Karatay: Abdurrahman Aslan   Eregli: Siddik Atici   Selçuk: Ramazan Ot   YALOVA   Navenda Yalova: Semra Gonenç   MUGLA   Navenda Mugla: Dilek Dobrucalı-Mehmet Polat   DENîZLî   Navenda Denizli: Şerife Yildirim-Musa Aydin