Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin

  • rojane
  • 10:43 31 Çile 2019
  • |
img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci ku heta niha gelek pêvajoyên grevên birçibûnê şopandine, bêdengiya li hemberî van çalakiyan rexne kir û wiha got: "Divê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê şertên muzakereyan bên avakirin û bi çalakgeran re muzakere bê kirin. " 
 
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Tirkiye, Hewler, Firansa, Mexmûr, Qamişlo, Reqqa, Şengalê didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 85'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  
 
Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metin Bakkalci, der barê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîd û îzolasyonê axivî. Balakci, anî ziman ku tecrîd rêbazekî îzolasyonê ye û li dijî tevahiya fîzîkî, ruhî û civakîbûnê ye. Bakkalci, da zanîn ku der barê tecrîdê de bi salan xebatê dike û wiha got: "Mirovek ji bo yekîtiya fîzîkî, ruh û civakî pêş bixe, pêdiviya wî bi têkiliyên derve re  heye. Ger ku têkiliyên derve pêş nekeve û tecrîd û îsolazyon hebe, di aliyê fîzîkî, ruhî û civakî de pêş nakeve û nikare xwe bi rêve bibe. Ev yek raste rast zerarê dide tenduristiyê. Ev têkiliyên derve deng, rohanî, temasa bi mirovan, xweza û yên din re ye."  
 
'PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ LI DIJÎ QANÛNAN E'
 
Bakalci, anî ziman ku hemû cureyên îzolasyonê cureyên îşkence û muameleya xerab e û wiha got: "Tirkiye endamê Konseya Ewropa ye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ku girêdayî Konseya Ewropa ye, Ji sala 1993’an heta niha di hemû raporên xwe de balê dikişîne ser mijarekê. Diyar dike ku kesê girti divê rojê herî kêm 8 saetan têkiliya wan bi derve re çêbibe. Li Tirkiye niha 260 hezar mirov di girtîgehan de ne. Ne rojê 8 saet hefteyê 10 saetan nikarin derkevin derve. Piştî guhertinên di sala 2007’an de girtî hefteyê 10 saetan nikarin derkevin hewşê û bi girtiyên din re têkiliyê dînin. Li Tirkiye îzolasyon ne tenê li Îmraliyê heye. Li girtîgehên din jî heye. Dema mirov li guhertinên zagonên Tirkiye binee, pergala Îmraliye li dijî zagonên Tirkiye ye. Ev pêkanîn ji bo tu girtiyan nayê qebûlkirin. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber ku rêbazekî îşkence û muameleya xerab e." 
 
‘CPT XWE DIKE MIJARA NIQAŞAN'
 
Bakalci, der barê ziyaretên CPT’î yên li Tirkiye jî rawestiya û wiha berdewam kir: "CPT gelek caran hat Tirkiye. Hevdîtinên min jî bi wan re çê bûn. Min meseleya girti divê rojê 8 saetan karibin derkevin qada civakî ji wağn pirsî. Lê CPT ev meseleya ku ji sala 2000’an heta niha di rapora xwe de cih didinê, Tirkiye li dervê mijarê hiştin. Bersîvên wan ez tatmîn nekirim. Hebûna wan bûye mijara niqaş û lêpirsinê. Ger ku mekanîzmaya astengkirina îşkence û muameleya xerab pêş dixin, wê demê divê teqez hin rêgezên wan ên li dijî îşkenceyê divê teqez bê şert û merv van rêgezên li dijî îşkenceyê ji bo her kesî têxin meriyetê. Erka CPT’ê rê li pêşiya îşkenceyê bigire ye. Lê mixabin CPT'ê heta niha der barê pêkanînên îşkenceyê de tu daxuyanî neda ye. 
 
 
‘MIROV NIKARIN XWE ÎFADE BIKIN'
 
Bakkalci, der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan des pê kirine jî rawestiya û wiha axivî: “Ez wekî mirovekî tipê û parazvanên mafên mirovan çalakiyên ku zerar bidin bedena mirov qebûl nakim. Lê mesele divê rast bê dîtin. Çima mirov neçar dimîne ku bi çalakiyên zerar dide bedena xwe dengê xwe bilind dike. Di encamê de çalakiyên greva birçîbûnê yek ji rêbazê xwe îfadekirinê ye. Ji ber ku nikarin bi aweyî din xwe îfade bikin û bînin ziman, çareya dawî neçar dimînin xwe bi greva birçibûnê ku zerarê dide bedenê îfade bikin. Ev jî rêbazek berdewamkirina jiyana xwe ye. Li vir paradoksek kûr heye. Mirov naxwaze bimire. Lê ji bo bijî neçarî vê yekê tê hiştin. Ji ber ku ew ne mirinê, ew ji yanek bi rûmet dixwazin. Çalakiya grevê ya li Girtigehan rêbazek îfadekirinê ye. Neçar dimînin ku bi ve rêbazê xwe îfade bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Divê mirov vê yekê hîs bike. Em civak tev berpirsiyarê vê yekê ne. Divê em karibin daxwazên wan hîs bikin. Kesên ku ketine grevê, ev çalakî bandorê cuda cuda yên tenduristiyê li ser bedena wan dike. Li gorî şertan, nexweşiyên heyî û temenê mirov bandorên cuda li ser tenduristiya bedena mirovan dike. Lê ji bo hemû çalakgeran vîtamîna B1 pir girîng û jiyanî ye. Disa av, şekir, xwê karbonat pir girîng e. Divê li veşarina avê pir baldar be. Dîsa germa, tav jî girîng e. Divê deriyê girtîgehan ji saziyên tenduristiyê re bê vekirin. Ev mafê hemû girtiyan e û ne litûfek e. Der barê vê mijarê de bangên TTB, SES'ê jî heye. Bi taybetî divê heyetên serbixwe karibin biçin li girtîgehan Lêkolîn bikin." 
 
‘DIVÊ MUZAKERE BÊN KIRIN'
 
Bakkalci, herî dawî bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: "Divê berî her tiştî li daxwazên girtiyan bên guhdarkirin. Divê şert û mercên muzakereyan bên avakirin û girtiyên çalakger karibin daxwazên xwe bînin ziman û muzakere bikin. Di 19'ê Kanûna 2000'an de 2 esker û polîs bi giştî 32 mirovan ji ber çalakiyan jiyana xwe ji dest dan. Beriya vê pêvajoyê heyeta ku ez jî di navde bûm, me bi Wezareta Dadê re civîn pêk dianîn û muzakere dikirin. Em çiqas ne serkeftî bûn jî muzakereyek hebû. Di sala 2012'an de jî li Girtîgehên Tirkiye çalakiyên grevê pêş ketin. Wê demê jî her çend wekî 2000’an muzakereyek yekgirtî pêş neket jî Wezareta Dadê bi alîkariya musteşarekî ev pirsgirêk derbas kirin. Hefteyên borî Heyeta Komeleya Mafên Mirovan bi wezareta dadê re hevdîtin kir. lê ev nebû çareserî. Beri her tiştî divê muzakere pêş bikevin. Îro bêdengî heye. Ev bêdengiya li hemberî vê çalakiyê nayê qebûlkirin. Divê civak jî berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ger ku bi hevre her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne ev pirsgirêk dê ji holê rabe. Ev ne litûf e. Ev berpirsiyarî ye." 
 
 
MA / Berivan Altan
 
 

Sernavên din

04/02/2019
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN