Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin 2019-01-31 10:43:11   ENQERE - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci ku heta niha gelek pêvajoyên grevên birçibûnê şopandine, bêdengiya li hemberî van çalakiyan rexne kir û wiha got: "Divê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê şertên muzakereyan bên avakirin û bi çalakgeran re muzakere bê kirin. "    Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Tirkiye, Hewler, Firansa, Mexmûr, Qamişlo, Reqqa, Şengalê didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 85'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.     Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metin Bakkalci, der barê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîd û îzolasyonê axivî. Balakci, anî ziman ku tecrîd rêbazekî îzolasyonê ye û li dijî tevahiya fîzîkî, ruhî û civakîbûnê ye. Bakkalci, da zanîn ku der barê tecrîdê de bi salan xebatê dike û wiha got: "Mirovek ji bo yekîtiya fîzîkî, ruh û civakî pêş bixe, pêdiviya wî bi têkiliyên derve re  heye. Ger ku têkiliyên derve pêş nekeve û tecrîd û îsolazyon hebe, di aliyê fîzîkî, ruhî û civakî de pêş nakeve û nikare xwe bi rêve bibe. Ev yek raste rast zerarê dide tenduristiyê. Ev têkiliyên derve deng, rohanî, temasa bi mirovan, xweza û yên din re ye."     'PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ LI DIJÎ QANÛNAN E'   Bakalci, anî ziman ku hemû cureyên îzolasyonê cureyên îşkence û muameleya xerab e û wiha got: "Tirkiye endamê Konseya Ewropa ye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ku girêdayî Konseya Ewropa ye, Ji sala 1993’an heta niha di hemû raporên xwe de balê dikişîne ser mijarekê. Diyar dike ku kesê girti divê rojê herî kêm 8 saetan têkiliya wan bi derve re çêbibe. Li Tirkiye niha 260 hezar mirov di girtîgehan de ne. Ne rojê 8 saet hefteyê 10 saetan nikarin derkevin derve. Piştî guhertinên di sala 2007’an de girtî hefteyê 10 saetan nikarin derkevin hewşê û bi girtiyên din re têkiliyê dînin. Li Tirkiye îzolasyon ne tenê li Îmraliyê heye. Li girtîgehên din jî heye. Dema mirov li guhertinên zagonên Tirkiye binee, pergala Îmraliye li dijî zagonên Tirkiye ye. Ev pêkanîn ji bo tu girtiyan nayê qebûlkirin. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber ku rêbazekî îşkence û muameleya xerab e."    ‘CPT XWE DIKE MIJARA NIQAŞAN'   Bakalci, der barê ziyaretên CPT’î yên li Tirkiye jî rawestiya û wiha berdewam kir: "CPT gelek caran hat Tirkiye. Hevdîtinên min jî bi wan re çê bûn. Min meseleya girti divê rojê 8 saetan karibin derkevin qada civakî ji wağn pirsî. Lê CPT ev meseleya ku ji sala 2000’an heta niha di rapora xwe de cih didinê, Tirkiye li dervê mijarê hiştin. Bersîvên wan ez tatmîn nekirim. Hebûna wan bûye mijara niqaş û lêpirsinê. Ger ku mekanîzmaya astengkirina îşkence û muameleya xerab pêş dixin, wê demê divê teqez hin rêgezên wan ên li dijî îşkenceyê divê teqez bê şert û merv van rêgezên li dijî îşkenceyê ji bo her kesî têxin meriyetê. Erka CPT’ê rê li pêşiya îşkenceyê bigire ye. Lê mixabin CPT'ê heta niha der barê pêkanînên îşkenceyê de tu daxuyanî neda ye.      ‘MIROV NIKARIN XWE ÎFADE BIKIN'   Bakkalci, der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan des pê kirine jî rawestiya û wiha axivî: “Ez wekî mirovekî tipê û parazvanên mafên mirovan çalakiyên ku zerar bidin bedena mirov qebûl nakim. Lê mesele divê rast bê dîtin. Çima mirov neçar dimîne ku bi çalakiyên zerar dide bedena xwe dengê xwe bilind dike. Di encamê de çalakiyên greva birçîbûnê yek ji rêbazê xwe îfadekirinê ye. Ji ber ku nikarin bi aweyî din xwe îfade bikin û bînin ziman, çareya dawî neçar dimînin xwe bi greva birçibûnê ku zerarê dide bedenê îfade bikin. Ev jî rêbazek berdewamkirina jiyana xwe ye. Li vir paradoksek kûr heye. Mirov naxwaze bimire. Lê ji bo bijî neçarî vê yekê tê hiştin. Ji ber ku ew ne mirinê, ew ji yanek bi rûmet dixwazin. Çalakiya grevê ya li Girtigehan rêbazek îfadekirinê ye. Neçar dimînin ku bi ve rêbazê xwe îfade bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Divê mirov vê yekê hîs bike. Em civak tev berpirsiyarê vê yekê ne. Divê em karibin daxwazên wan hîs bikin. Kesên ku ketine grevê, ev çalakî bandorê cuda cuda yên tenduristiyê li ser bedena wan dike. Li gorî şertan, nexweşiyên heyî û temenê mirov bandorên cuda li ser tenduristiya bedena mirovan dike. Lê ji bo hemû çalakgeran vîtamîna B1 pir girîng û jiyanî ye. Disa av, şekir, xwê karbonat pir girîng e. Divê li veşarina avê pir baldar be. Dîsa germa, tav jî girîng e. Divê deriyê girtîgehan ji saziyên tenduristiyê re bê vekirin. Ev mafê hemû girtiyan e û ne litûfek e. Der barê vê mijarê de bangên TTB, SES'ê jî heye. Bi taybetî divê heyetên serbixwe karibin biçin li girtîgehan Lêkolîn bikin."    ‘DIVÊ MUZAKERE BÊN KIRIN'   Bakkalci, herî dawî bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: "Divê berî her tiştî li daxwazên girtiyan bên guhdarkirin. Divê şert û mercên muzakereyan bên avakirin û girtiyên çalakger karibin daxwazên xwe bînin ziman û muzakere bikin. Di 19'ê Kanûna 2000'an de 2 esker û polîs bi giştî 32 mirovan ji ber çalakiyan jiyana xwe ji dest dan. Beriya vê pêvajoyê heyeta ku ez jî di navde bûm, me bi Wezareta Dadê re civîn pêk dianîn û muzakere dikirin. Em çiqas ne serkeftî bûn jî muzakereyek hebû. Di sala 2012'an de jî li Girtîgehên Tirkiye çalakiyên grevê pêş ketin. Wê demê jî her çend wekî 2000’an muzakereyek yekgirtî pêş neket jî Wezareta Dadê bi alîkariya musteşarekî ev pirsgirêk derbas kirin. Hefteyên borî Heyeta Komeleya Mafên Mirovan bi wezareta dadê re hevdîtin kir. lê ev nebû çareserî. Beri her tiştî divê muzakere pêş bikevin. Îro bêdengî heye. Ev bêdengiya li hemberî vê çalakiyê nayê qebûlkirin. Divê civak jî berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ger ku bi hevre her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne ev pirsgirêk dê ji holê rabe. Ev ne litûf e. Ev berpirsiyarî ye."      MA / Berivan Altan