Başaran: Mafekî wan ê ku daxwaza bi milyonan tune bihesibînin tune ye

  • rojane
  • 09:12 30 Çile 2019
  • |
img
ENQERE - Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku zêdetirî 280 girtî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ne û her diçe hejmara çalakgeran zêdetir dibe. Başaran got: "Mafekî wan ê ku daxwaza bi sedan girtiyî û bi milyonan kesî tune bihesibînin tune ye." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 84'an de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan zêdetirî 280 girtî di greva birçîbûnê de ne. Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin. 
 
LI ÎMRALIYÊ ÎNFAZEKE TAYBET 
 
Başaran, diyar kir ku ew HDP bi rêya Înîsyatîfa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê dişopînin. Başaran, bilêv kir ku çalakiyên greva birçîbûnê li gelek girtîgehên belav bûne û her diçe hejmara kesên dikeve greva birçîbûnê zêdetir dibe. Başaran, diyar kir ku daxwaza hevpar a girtiyan bidawîkirina tecrîdkirin Ocalan e û got: "Rejîma Îmraliyê rejîmeke ku mafên girtiyan lê pêk nayên. Li Îmraliyê li gor kes înfazeke taybet heye. Lê belê di pergala hiqûqa tirk de, tê diyarkirin ku hevdîtina bi malbat û parêzeran mafê girtiyan e. Ev maf divê bi tu awayî neyêna stengkirin." 
 
‘WÊ OCALAN PÊVAJOYA LI TIRKIYEYÊ BIGUHERÎNE' 
 
Başaran, bal kişand ser daxwaza girtiyan a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û got: "Ocalan, bi fikrên xwe, bi siyaset û helwesta xwe dikare vê pêvajoya neyînî ya Tirkiyeyê biguherîne. Ji ber vê tecrîdkirina wî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Girtî di vê çarçoveyê de dengê xwe bilind dikin. Çimkî êdî tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li tevahiya Tirkiye, li nav kurdan, li Kurdistanê, li nav jin û mêran berbelav dibe. Em jî tên tecrîdkirin. Em tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, ji bo her gotineke me lêpirsîn tên destpêkirin û doz tên vekirin. Niha Tirkiye bi tevahî tê tecrîdkirin." 
 
‘TECRÎD ŞER Û PEVÇÛN E' 
 
Her wiha Başaran, bal kişand ser pêvajoya piştî bidawîkirina "pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku wateya herî mezin a tecrîdê; li Tirkiyeyê şer û pevçûn e. Başaran got: "Girtî kêmasiya me dadigirin. Divê êdî ji vê pêvajoyê re herkes bibêje 'êdî bes e', lew ev pêvajo bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tecrîd bandorê li me hemûyan dike û eger bi dawî bibe wê bandoreke erênî bike." 
 
‘TENÊ DAXWAZEK' 
 
Başaran, bilêv kir ku çalakiya greva birçîbûnê her dçe berbelav dibe û got: "Heta daxwaza Leyla Guven neyê qebûlkirin wê çalakiya wê dewam bike.  Hemû girtî, ji bo pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser bikin tev digerin. Ev kes hevalên me yên li derve bûn ku ji bo rê li ber siyaseta demokratîk vebikin tev digeriyan. Niha jî li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Yek ji van girtiyann jî rojnamevan Kîbriye Evren, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, parlemntera HDP'ê ya berê Selma Irmak e. Tenê daxwazek wan heye; bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e." 
 
Başaran, diyar kir ku girtî ne ji bo mirinê ji bo daxwaza wan pêk bê di greva birçîbûnê de ne û divê daxwaza wan demildest bê qebûlkirin. Başaran, helwesta iktidarê jî rexne kir û got, ger tiştekî eyînî rû bide berpirsiyar îktîdar e. 
 
‘LI XARPÊTÊ REFAKATVANÊN GIRTIYAN TUNE YE' 
 
Her wiha Başaran, diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê, refakatvanên çar girtiyên di greva birçîbûnê de tune ne û got: "Ji evan girtiyan sê heb li cem hev in û yek jş bi tena serê xwe ye. Bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Niha asta grevê di asteke krîtîk de ye. Her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe. Li girtîgeha Xarpêt, Alanya, Edîrne hwd. pirsgirêka vîtamîna B1 heye. Çimkî hin bijîşkên li girtîgehan di warê vîtamîna B'yê de tam ne serwext an jî mudaxileyên rast nakin. Ji derve heyetên serbixwe jî nikarin biçin. Ji ber vê pirsgirêk rû didin. Ji bo girtî bi awayekî baş greva xwe bidomînin em tev digerin. Di vî warî de ên berpirsiyar îktîdar û wezaret e. Her wiha berpirsiyariya bijîşkên li girtşgehan jî heye." 
 
‘DAXWAZA BI MILYONAN' 
 
Herî dawî Başaran got: "A dikeve ser milê me hemûyan ew e em vî dengî bilindtir bikin. Divê herkes ji bo vê yekê tev bigere. Lukseke Wezareta Dadê, vîna siyasî tune ye ku guhnedêriyê bikin. Mafekî wan ê ku daxwaza bi sedan girtiyî û milyonan tune bihesibînin tune ye." 
 
MA / Diren Yurtsever

Sernavên din

04/02/2019
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN