Başaran: Mafekî wan ê ku daxwaza bi milyonan tune bihesibînin tune ye 2019-01-30 09:12:00   ENQERE - Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku zêdetirî 280 girtî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ne û her diçe hejmara çalakgeran zêdetir dibe. Başaran got: "Mafekî wan ê ku daxwaza bi sedan girtiyî û bi milyonan kesî tune bihesibînin tune ye."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 84'an de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan zêdetirî 280 girtî di greva birçîbûnê de ne. Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin.    LI ÎMRALIYÊ ÎNFAZEKE TAYBET    Başaran, diyar kir ku ew HDP bi rêya Înîsyatîfa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê dişopînin. Başaran, bilêv kir ku çalakiyên greva birçîbûnê li gelek girtîgehên belav bûne û her diçe hejmara kesên dikeve greva birçîbûnê zêdetir dibe. Başaran, diyar kir ku daxwaza hevpar a girtiyan bidawîkirina tecrîdkirin Ocalan e û got: "Rejîma Îmraliyê rejîmeke ku mafên girtiyan lê pêk nayên. Li Îmraliyê li gor kes înfazeke taybet heye. Lê belê di pergala hiqûqa tirk de, tê diyarkirin ku hevdîtina bi malbat û parêzeran mafê girtiyan e. Ev maf divê bi tu awayî neyêna stengkirin."    ‘WÊ OCALAN PÊVAJOYA LI TIRKIYEYÊ BIGUHERÎNE'    Başaran, bal kişand ser daxwaza girtiyan a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û got: "Ocalan, bi fikrên xwe, bi siyaset û helwesta xwe dikare vê pêvajoya neyînî ya Tirkiyeyê biguherîne. Ji ber vê tecrîdkirina wî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Girtî di vê çarçoveyê de dengê xwe bilind dikin. Çimkî êdî tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li tevahiya Tirkiye, li nav kurdan, li Kurdistanê, li nav jin û mêran berbelav dibe. Em jî tên tecrîdkirin. Em tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, ji bo her gotineke me lêpirsîn tên destpêkirin û doz tên vekirin. Niha Tirkiye bi tevahî tê tecrîdkirin."    ‘TECRÎD ŞER Û PEVÇÛN E'    Her wiha Başaran, bal kişand ser pêvajoya piştî bidawîkirina "pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku wateya herî mezin a tecrîdê; li Tirkiyeyê şer û pevçûn e. Başaran got: "Girtî kêmasiya me dadigirin. Divê êdî ji vê pêvajoyê re herkes bibêje 'êdî bes e', lew ev pêvajo bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tecrîd bandorê li me hemûyan dike û eger bi dawî bibe wê bandoreke erênî bike."    ‘TENÊ DAXWAZEK'    Başaran, bilêv kir ku çalakiya greva birçîbûnê her dçe berbelav dibe û got: "Heta daxwaza Leyla Guven neyê qebûlkirin wê çalakiya wê dewam bike.  Hemû girtî, ji bo pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser bikin tev digerin. Ev kes hevalên me yên li derve bûn ku ji bo rê li ber siyaseta demokratîk vebikin tev digeriyan. Niha jî li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Yek ji van girtiyann jî rojnamevan Kîbriye Evren, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, parlemntera HDP'ê ya berê Selma Irmak e. Tenê daxwazek wan heye; bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e."    Başaran, diyar kir ku girtî ne ji bo mirinê ji bo daxwaza wan pêk bê di greva birçîbûnê de ne û divê daxwaza wan demildest bê qebûlkirin. Başaran, helwesta iktidarê jî rexne kir û got, ger tiştekî eyînî rû bide berpirsiyar îktîdar e.    ‘LI XARPÊTÊ REFAKATVANÊN GIRTIYAN TUNE YE'    Her wiha Başaran, diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê, refakatvanên çar girtiyên di greva birçîbûnê de tune ne û got: "Ji evan girtiyan sê heb li cem hev in û yek jş bi tena serê xwe ye. Bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Niha asta grevê di asteke krîtîk de ye. Her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe. Li girtîgeha Xarpêt, Alanya, Edîrne hwd. pirsgirêka vîtamîna B1 heye. Çimkî hin bijîşkên li girtîgehan di warê vîtamîna B'yê de tam ne serwext an jî mudaxileyên rast nakin. Ji derve heyetên serbixwe jî nikarin biçin. Ji ber vê pirsgirêk rû didin. Ji bo girtî bi awayekî baş greva xwe bidomînin em tev digerin. Di vî warî de ên berpirsiyar îktîdar û wezaret e. Her wiha berpirsiyariya bijîşkên li girtşgehan jî heye."    ‘DAXWAZA BI MILYONAN'    Herî dawî Başaran got: "A dikeve ser milê me hemûyan ew e em vî dengî bilindtir bikin. Divê herkes ji bo vê yekê tev bigere. Lukseke Wezareta Dadê, vîna siyasî tune ye ku guhnedêriyê bikin. Mafekî wan ê ku daxwaza bi sedan girtiyî û milyonan tune bihesibînin tune ye."    MA / Diren Yurtsever