Evran: Heta dawî li êrîşan neyê wê hêrsa gelê Başûr zindî be

  • rojane
  • 09:12 29 Çile 2019
  • |
img

SILÊMANÎ - Rojnamevan Seyît Evran, çalakiyên gelê Şêladizê nirxandin û got: "Gelê Başûr li dijî Seddam şer kir û Seddamê dîktator ji axa xwe qewirand. Wê ev rewş li dijî êrîşên tirk jî dewam bike û heta dagirkerî bi dawî nebe wê ev hêrs tim zîndî be." 

Piştî li Şêladizê gelek sivîl di bombeberana Hêzên Çekdar ên Tirks (TSK) de jiyana xwe ji dest dan, gelê Şêladizê berê cwe da binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li herêmê û gelek wesayîtên leşkerî şewitandibûn. Rojnamevan Seyît Evran, hebûna TSK'ê ya li herêmê nirxand. 
 
'DI 91'Ê DE JÎ GEL BI TENÊ HIŞTIBÛN'
 
Evran, da zanîn ku ji sala 1983'yan ve li herêmê êrîşên dewleta Tirkiyeyê didomin û operasyona ewil di 25'ê Gulana 1983'yan li Herêma Zapê pêk hat. Evran, diyar kir ku her çû ev êrîş zêdetir bûn, lê belê êrîşên salên 80'yî êrîşên rojane bûn lê di salên 1990'î de ev êrîş mayînde bûn û çûn kuderê li wir man. Evran, bilêv kir ku li vir DYA ketiye dewrê û got: "Mudaxileyî Iraq û Quweytê hat kirin. Armanca vê jî ew bû ku ji bo Barzaniyan dewleteke biçûk bê avakirin. Li vir paralelên 36-42'yan ji bo firînê hatin qedexekirin. Navê vê jî wekî Kurdistan tê binavkirin. Lê belê gelê Başûr di sala 1991'ê de serhildaneke mezin da destpêkirin. Lê belê partû û pêşeng gelê Başûr ên li ser hevdu bi çar Enfalan re rû bi rû ma bi tenê hiştin û reviyan Îranê. Ev gel ji 91'ê ve bi tenê hatiye hiştin. Li hemberî komkujiyên Seddam gel bi tenê hiştin. Di 88'an de li helepçeyê Enfaleke mezin pêk hat. Gel di 91'ê de serî rakir û ji Ranyayê heta Silmaniyê û ji vir heta Duhok û Zaxoyê paralelên 36-42'yan ku DYA diyar kiribûn bi dest xistin. Wê çaxê PDK û YNK li Îranê bûn, lê paşê hatin li ser vê pergalê rûniştin. Yanî li ser herêma ku gel ew ji Seddam paqij kiribû rûniştin. DYA'yê jî di 92'yan de parlemento ava kir. Tenê biryareke parlementoyê hebû. Ew jî ew bû ku partiyên Başûr li dijî Tirkiye û PKK'ê şer bikin. Hîmê şerê di 92'yan de dest pê kir li vir hat avêtin. Bi beramberiya şerê li dijî PKK'ê statuya herêmê hat avakirin." 
 
'ARMANCA WAN PKK YE' 
 
Evran, diyar kir ku bi vî awayî êrîşên dewleta bi awayekî perîyodîk û sîstematîk dewam kirin û ev rewş di 95'an de di astên cuda de heta 95'an dewam kirin û di destpêka 199-2000'î de piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin, polîtîkaya siyasetmedarên başûrî ya li hemberî tevgera azadiyê ya kurd ji şerê çekdarî bêtir veguherî şereke siyasî û bîrdoziyî û bal kişand ser rolên ku DYA'yê di 93'yan de daye van partiyan. 
 
Evran got: "Êrîşên niha didomin, bi taybetî jî êrîşên hewayî ji sala 2007'an ve dest pê kirin. Bênavber dewam dikin. Berê jî êrîşên hewayî hebûn û ji ber van êrîşan bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Her çû dijwartir kirin. Êrîşên dawî li xeta Zap, Derelok û Şêladizê zêde bûne û ev jî watedar e. Armanca êrîşên li vir ew e ku li hemberî tevgera azadiyê gel tehrîk bikin. Jixwe Nêrçirvan Barzanî bi daxuyaniya xwe neyta xwe diyar kir. Got 'Ji ber PKK heye ev êrîş çêdibin.' Bi vî awayî dixwazin hem komkujiyê rewa bikin hem jî gel tehrîk bikin." 
 
'RENGVEDANA HÊRSA BI SALAN E'
 
Evran, destnîşan kir ku serîrakirina gelê Şêladizê ne tesadufî ye, rengvedana hêrsa bi salan e û got, bi taybetî jî ev berteka ruhê yekîtiya netewî ya piştî Kobaniyê ye. Evran, bilêv kir ku bi Rojavayê re li her çar perçeyan ruhê yekîtiyê derket holê û ev yek piştî êrîşên Tirkiyeyê xwe daye der û got: "Berê jî partiyan ev berteka gel manîpule kiribû. Lê belê vê carê nikaribûn kontrol û asteng bikin. Piraniya binkeyên leşkerî li Behdînanê ne. Ev daxwaza daxwaza gelê Behdînanê bû ku leşkerên tikr ji axa wan derkeve. Hîmê vê serhildanê di dema operasyona 2008'an a Zapê de derket holê. Wê çaxê jî gel pêşiya tangan girt û gotibûn hûn nikarin axa me wisa bi kar bînin. Ev yek li Şêladizê jî pir zelal û rêxistinbûyî ku dibêjin 'em li Kuridstanê hebûan we qebûl nakin.'" 
 
'JI DÊVLA PEYAMA GEL FÊM BIKIN, DIBÊJIN EM Ê GEL CEZA BIKIN'
 
Evran, bi bîr xist ku ji partiyên siyasî Goranî Zehmetkêşan, Komunîst, Nifşê Nû û PKK û KCK jîd axuyanî dan, lê belê PDK û YNK'ê tu daxuyanî nedane. Evran, diyar kir ku a rast PDK'ê li ser mavê hikûmetê daxuyanî daye û gel tawanbar kiriye û got: "Li holê komkujiyek heye. Gel bersiva komkujî û dagirkeran da û xwestin ji axa wan derkevin. Lê belê hikûmet dibêje ez ê gel ceza bikim. Ev rewşeke cidî ye. her wiha ji bo hêrsa gel ber bi cihekî din ve bikişînin, behsa hebûna PKK'ê dikin. Piştî vê daxuyanî, li hemberî wan bertekeke tund hat dayîn. Her wiha berteka gelê Şêladizê di heman demê de hişyarkirina partiyên Başûr ee jî. Partiyên ku li gel gel helwesta xwe nîşan dan jî, hay ji berteka gel hene û lig or wê helwesta xwe nîşan dan. Ji bo bi vî gelî re tev bigerin divê peyama gel baş bê fêmkirin. PDK û YNK'ê ev peyam negirt. Heta helwesta gel neyê fêmkirin siyaset encamê nade. Wisa difikirim ku wê ji niha û şûn ve ne li gor daxwaza wan, lê belê wê siyaseteke li gor daxwaz û xwestekên gel çêbibe." 
 
Herî dawî Evran, diyar kir ku gel berteka xwe nîşan daye û li benda geşedana ye û got: "Wê ev yek bi vê neyê sînordarkirin. Dibe demekê bêdengiyek çêbibe, lê belê gelê Başûr helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirkiyeyê nîşan da. Û wê ev yek di pêşerojê de jî dewam bike. Divê ev neyê jibîrkirin; gelê Başûr 20 salan di bin dîktatoriya Seddam Husên de jiya. Pêşengê wan ew bi tenê hiştin, lê belê wan bi tena serê xwe li dijî Seddam şer kir. Û Seddam dîktatorê ji axa xwe qewirandin. Wê ev rewş li dijî êrîşên tirk jî dewam bike û heta dagirkerî bi dawî nebe wê ev hêrs tim zîndî be." 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

04/02/2019
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN