Evran: Heta dawî li êrîşan neyê wê hêrsa gelê Başûr zindî be 2019-01-29 09:12:13 SILÊMANÎ - Rojnamevan Seyît Evran, çalakiyên gelê Şêladizê nirxandin û got: "Gelê Başûr li dijî Seddam şer kir û Seddamê dîktator ji axa xwe qewirand. Wê ev rewş li dijî êrîşên tirk jî dewam bike û heta dagirkerî bi dawî nebe wê ev hêrs tim zîndî be."  Piştî li Şêladizê gelek sivîl di bombeberana Hêzên Çekdar ên Tirks (TSK) de jiyana xwe ji dest dan, gelê Şêladizê berê cwe da binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li herêmê û gelek wesayîtên leşkerî şewitandibûn. Rojnamevan Seyît Evran, hebûna TSK'ê ya li herêmê nirxand.    'DI 91'Ê DE JÎ GEL BI TENÊ HIŞTIBÛN'   Evran, da zanîn ku ji sala 1983'yan ve li herêmê êrîşên dewleta Tirkiyeyê didomin û operasyona ewil di 25'ê Gulana 1983'yan li Herêma Zapê pêk hat. Evran, diyar kir ku her çû ev êrîş zêdetir bûn, lê belê êrîşên salên 80'yî êrîşên rojane bûn lê di salên 1990'î de ev êrîş mayînde bûn û çûn kuderê li wir man. Evran, bilêv kir ku li vir DYA ketiye dewrê û got: "Mudaxileyî Iraq û Quweytê hat kirin. Armanca vê jî ew bû ku ji bo Barzaniyan dewleteke biçûk bê avakirin. Li vir paralelên 36-42'yan ji bo firînê hatin qedexekirin. Navê vê jî wekî Kurdistan tê binavkirin. Lê belê gelê Başûr di sala 1991'ê de serhildaneke mezin da destpêkirin. Lê belê partû û pêşeng gelê Başûr ên li ser hevdu bi çar Enfalan re rû bi rû ma bi tenê hiştin û reviyan Îranê. Ev gel ji 91'ê ve bi tenê hatiye hiştin. Li hemberî komkujiyên Seddam gel bi tenê hiştin. Di 88'an de li helepçeyê Enfaleke mezin pêk hat. Gel di 91'ê de serî rakir û ji Ranyayê heta Silmaniyê û ji vir heta Duhok û Zaxoyê paralelên 36-42'yan ku DYA diyar kiribûn bi dest xistin. Wê çaxê PDK û YNK li Îranê bûn, lê paşê hatin li ser vê pergalê rûniştin. Yanî li ser herêma ku gel ew ji Seddam paqij kiribû rûniştin. DYA'yê jî di 92'yan de parlemento ava kir. Tenê biryareke parlementoyê hebû. Ew jî ew bû ku partiyên Başûr li dijî Tirkiye û PKK'ê şer bikin. Hîmê şerê di 92'yan de dest pê kir li vir hat avêtin. Bi beramberiya şerê li dijî PKK'ê statuya herêmê hat avakirin."    'ARMANCA WAN PKK YE'    Evran, diyar kir ku bi vî awayî êrîşên dewleta bi awayekî perîyodîk û sîstematîk dewam kirin û ev rewş di 95'an de di astên cuda de heta 95'an dewam kirin û di destpêka 199-2000'î de piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin, polîtîkaya siyasetmedarên başûrî ya li hemberî tevgera azadiyê ya kurd ji şerê çekdarî bêtir veguherî şereke siyasî û bîrdoziyî û bal kişand ser rolên ku DYA'yê di 93'yan de daye van partiyan.    Evran got: "Êrîşên niha didomin, bi taybetî jî êrîşên hewayî ji sala 2007'an ve dest pê kirin. Bênavber dewam dikin. Berê jî êrîşên hewayî hebûn û ji ber van êrîşan bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Her çû dijwartir kirin. Êrîşên dawî li xeta Zap, Derelok û Şêladizê zêde bûne û ev jî watedar e. Armanca êrîşên li vir ew e ku li hemberî tevgera azadiyê gel tehrîk bikin. Jixwe Nêrçirvan Barzanî bi daxuyaniya xwe neyta xwe diyar kir. Got 'Ji ber PKK heye ev êrîş çêdibin.' Bi vî awayî dixwazin hem komkujiyê rewa bikin hem jî gel tehrîk bikin."    'RENGVEDANA HÊRSA BI SALAN E'   Evran, destnîşan kir ku serîrakirina gelê Şêladizê ne tesadufî ye, rengvedana hêrsa bi salan e û got, bi taybetî jî ev berteka ruhê yekîtiya netewî ya piştî Kobaniyê ye. Evran, bilêv kir ku bi Rojavayê re li her çar perçeyan ruhê yekîtiyê derket holê û ev yek piştî êrîşên Tirkiyeyê xwe daye der û got: "Berê jî partiyan ev berteka gel manîpule kiribû. Lê belê vê carê nikaribûn kontrol û asteng bikin. Piraniya binkeyên leşkerî li Behdînanê ne. Ev daxwaza daxwaza gelê Behdînanê bû ku leşkerên tikr ji axa wan derkeve. Hîmê vê serhildanê di dema operasyona 2008'an a Zapê de derket holê. Wê çaxê jî gel pêşiya tangan girt û gotibûn hûn nikarin axa me wisa bi kar bînin. Ev yek li Şêladizê jî pir zelal û rêxistinbûyî ku dibêjin 'em li Kuridstanê hebûan we qebûl nakin.'"    'JI DÊVLA PEYAMA GEL FÊM BIKIN, DIBÊJIN EM Ê GEL CEZA BIKIN'   Evran, bi bîr xist ku ji partiyên siyasî Goranî Zehmetkêşan, Komunîst, Nifşê Nû û PKK û KCK jîd axuyanî dan, lê belê PDK û YNK'ê tu daxuyanî nedane. Evran, diyar kir ku a rast PDK'ê li ser mavê hikûmetê daxuyanî daye û gel tawanbar kiriye û got: "Li holê komkujiyek heye. Gel bersiva komkujî û dagirkeran da û xwestin ji axa wan derkevin. Lê belê hikûmet dibêje ez ê gel ceza bikim. Ev rewşeke cidî ye. her wiha ji bo hêrsa gel ber bi cihekî din ve bikişînin, behsa hebûna PKK'ê dikin. Piştî vê daxuyanî, li hemberî wan bertekeke tund hat dayîn. Her wiha berteka gelê Şêladizê di heman demê de hişyarkirina partiyên Başûr ee jî. Partiyên ku li gel gel helwesta xwe nîşan dan jî, hay ji berteka gel hene û lig or wê helwesta xwe nîşan dan. Ji bo bi vî gelî re tev bigerin divê peyama gel baş bê fêmkirin. PDK û YNK'ê ev peyam negirt. Heta helwesta gel neyê fêmkirin siyaset encamê nade. Wisa difikirim ku wê ji niha û şûn ve ne li gor daxwaza wan, lê belê wê siyaseteke li gor daxwaz û xwestekên gel çêbibe."    Herî dawî Evran, diyar kir ku gel berteka xwe nîşan daye û li benda geşedana ye û got: "Wê ev yek bi vê neyê sînordarkirin. Dibe demekê bêdengiyek çêbibe, lê belê gelê Başûr helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirkiyeyê nîşan da. Û wê ev yek di pêşerojê de jî dewam bike. Divê ev neyê jibîrkirin; gelê Başûr 20 salan di bin dîktatoriya Seddam Husên de jiya. Pêşengê wan ew bi tenê hiştin, lê belê wan bi tena serê xwe li dijî Seddam şer kir. Û Seddam dîktatorê ji axa xwe qewirandin. Wê ev rewş li dijî êrîşên tirk jî dewam bike û heta dagirkerî bi dawî nebe wê ev hêrs tim zîndî be."    MA / Nazim Daştan