Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn

  • rojane
  • 16:00 26 Çile 2019
  • |
img
AMED / ÊLIH  - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî aqûbeta windayan pirsîn û edalet xwestin. Li Êlihê xizmên windayan vê hefteyê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan  daxuyanî dan û aqûbeta Mehmet Şirin Maltu pirsîn. Li Amedê jî rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan, ji ber polîsan qada Parka Koşuyolu dorpêçkiribûn, li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 426’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji hefteya 405’an heta niha xizmên windayan rastî astengiya polîsan dihatin û nekarîbûn li derve daxuyaniyê bidin. Di biranînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD), parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan amade bûn. Xizmên windayan li qadê pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Dîsa wêneyên kesên di demên cuda de hatin windakirin rakirin. Xizmên windayan bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî ku li dijî tecrîdê ketine greva birçibûnê û destnîşan kirin ku daxwazên Guven û girtiyan, di heman demê de daxwazên wan in jî. Rêveberê ÎHD'ê Abdurrezak Kapmaz, ewil bal kişand ser tecridê û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî hat berdan jî çalaikya xwe ya li dijî tecrîdê berdewam dike. Ji ber tecrîd hêj didome. Li girtîgeha tîpa M a Êlihê û gelek girtîgehên din girtiyan bi heman armancê ji 27'ê Mijdarê de dest bi greva 10 roj dorveger û bêdawî kirine. Daxwaza girtiyan û Leyla Guven heman daxwaz e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin demek beriya demekê daxwazên Guven û girtiyên din pêk bînîn. 
 
Kapmaz, piştre aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû yê di 1995'an de hat revandin û windakirin pirsî û got: "Esker û polîsan bi ser mezraya Zediya ya Kozlukê de girtin û Mehmet Şirin Maltu binçav kirin piştre tu agahî ji Maltu nehat girtin. Çalaki bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
AMED 
 
Li Amedê jî Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi heman armancê xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu daxuyanî bidin. Lê ji ber polîsan Parka Koşuyolu dorpêç kiribûn malbatan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Malbatan pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên girtiyan bilind kirin. Gelek nûnerên saziyên civakî jî tev li çalakiyê bûn. ÎHD'ê û Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Bedrî Alagam ê di 25'ê Çileya 1995’an de li navçeya Sûrê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir k wekî malbat li Qada Galatasarayê dest bi vê çalakiyê kirin û niha li vir berdewam dikin. Orhan, destnîşan kir ku malbata wî bi selan e têkoşîna aqûbeta windayan dide û wiha got: "Em pir aşkere û zelal dibêjin. Bila aqûbeta windayên me bên ronîkirin. Em baş dizanin ku kê çawa winda kirin. Lê em van delîlan pêşkêşî rayedaran dikin, mixabin vê yekê înkar dikin. Hita niha qet nehatin darizandin.  Em dê heta dawî têkoşîna aqûbeta windayan bipirsin. Piştre aqûbeta Bedri Alagam pirsîn. Rêveberê Şaxê Ya ÎHD'ê Îrfan Ekîncî çîrok û aqûbeta Bedri Alagam xwend û destnîşan kir ku piştî li Bazara Mastvanan a Sûrê hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin.  Ekîncî, da zanin ku wê demê Ali Gunbey, Seyfettin Gunbey û Mesut hatin binçavkirin û wê rojê Bedri Alagam jî binçav kirin û piştî demekê serbest berdan, lê êvarî dîsa binçavkirin. Gundiyê wî Abdurrezak Gungormuş  agahî da malbatê. Hevalên ku bi Alagam re hatin binçavkirin hatin berdan, lê Alagam carek din nehat berdan. "
 
Çalaki piştî aqûbeta windayan bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawi bû. 

Sernavên din

28/01/2019
15:00 Li 32 endamên KESKê yên OHAL şermezar kirin doz vebû
14:59 Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg koça dawî kir
14:45 HDP’ê li Wan û Colemêrgê xebatên hilbijartinê birêve bir
14:06 ÎRA- Girtina ofîsa Televziyona NRT û peyamnêrên wê bincilkirina rastiyê ye
14:01 Li Bedlîsê qedexeya derve hat îlankirin
13:51 Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn
12:56 Yekemîn buroya hilbijartinê ya HDP’ê li Qersê hat vekirin
12:11 Rêxistina Zar: Girtina ofîsa NRT'ê siyaseta kuştina azadiya ramanê ye
12:07 Cebar Yawer: TSK'ê di navbera 2015-2018'an de 823 caran Herêma Kurdistanê bombe kir
11:42 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mîmkara dîsa hat binçavkirin
11:26 HDP dê li Stenbol û Enqere namzetan nîşan nede
10:51 Doza rojnameger Taşkin dê li dadgeha îstînafê ji nû ve bê dîtin
10:01 Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were
09:02 Fîlîz Buluttekin: Em dê li Sûrê ji nûve vîna gelan ava bikin
09:02 Prof. Dr. Savran: Piştî hilbijartinê dê kedxwarî zêdetir bibe
09:01 ‘Ger ku civak li çalakiyan xwedî derkeve dê bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 82'yemîn
27/01/2019
22:06 Asayişa Duhokê li Dihok û Şêladizê bi dehan kes binçav kir
21:07 Ciwanên HDP'ê, pankarta mezin a wêneyê Leyla Guven bi pira Ofisê ve daliqondin
20:21 Şêniyên Tebqayê ji bo piştevaniya daxwaza Guven ketin grevê
19:59 Gelê Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî tecridê meşiyan
19:39 3 navçeyên Stenbolê tecrîd şermezar kirin: Roj, roja me ye
18:55 Leyla Guven: Zindan dê tecrîdê bişkînin
16:52 Îtîraza hevserokê HDP’ê ya qeyda wî cemidandin qebûlkirin, lê ya hevjîna wî nekirin
16:00 HDP, di rêza 12'emîn a pusulayê de ye
15:50 HDP: Ziyaretên ji bo Leyla Guven dê li KCD'ê bên qebûlkirin
15:14 2 kesên di raperîna Şêladizê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin
14:40 Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
14:18 10 girtyên di grevê de avêtin odeyek biçûk
13:46 KNK: Dijî bombardumanan dengê xwe bilind bikin
12:14 Namzetên HDP'ê yên Silopî: Projeyên me dê bi erêkirina gel pêk bên
12:01 Ji girtiyên Tarsûsê banga hestiyariyê
11:17 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Gebzeyê avakirina xwe îlan kir
10:48 Mutabakata Edene tê niqaşkirin: Putîn ji Erdogan re got ‘Ji sûriye derkeve'
09:58 Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye
09:47 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 430 îmze derbas kir
09:39 Berxwedana Leyla Guven ket roja 81'yemîn
09:08 Dozger 22 sal ceza ji rojnamevan Akdenîz xwest
09:08 ‘Ewil em ê deriyên şaredariyan ji bo gel vekin'
09:04 ‘Wê DMME di doza Sayilgan de Tirkiyeyê mehkûm bike'
09:02 Tevgera Goran xwest Tirkiye hêzên xwe ji Başûr derxin
09:02 Namzetên Geverê: Em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:21 Ciwanên HDP’ê li dijî tercrîdê bi şamalan meşiyan
26/01/2019
21:16 Rojnamevanên bûyerên li Şêladizê dişopandin hatin binçavkirin
18:55 Temellî çû serdana Leyla Guven
16:49 Siwêregiyan namzetên xwe pêşwazî kirin
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'