Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn 2019-01-26 16:00:04   AMED / ÊLIH  - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî aqûbeta windayan pirsîn û edalet xwestin. Li Êlihê xizmên windayan vê hefteyê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan  daxuyanî dan û aqûbeta Mehmet Şirin Maltu pirsîn. Li Amedê jî rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan, ji ber polîsan qada Parka Koşuyolu dorpêçkiribûn, li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 426’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji hefteya 405’an heta niha xizmên windayan rastî astengiya polîsan dihatin û nekarîbûn li derve daxuyaniyê bidin. Di biranînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD), parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan amade bûn. Xizmên windayan li qadê pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Dîsa wêneyên kesên di demên cuda de hatin windakirin rakirin. Xizmên windayan bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî ku li dijî tecrîdê ketine greva birçibûnê û destnîşan kirin ku daxwazên Guven û girtiyan, di heman demê de daxwazên wan in jî. Rêveberê ÎHD'ê Abdurrezak Kapmaz, ewil bal kişand ser tecridê û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî hat berdan jî çalaikya xwe ya li dijî tecrîdê berdewam dike. Ji ber tecrîd hêj didome. Li girtîgeha tîpa M a Êlihê û gelek girtîgehên din girtiyan bi heman armancê ji 27'ê Mijdarê de dest bi greva 10 roj dorveger û bêdawî kirine. Daxwaza girtiyan û Leyla Guven heman daxwaz e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin demek beriya demekê daxwazên Guven û girtiyên din pêk bînîn.    Kapmaz, piştre aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû yê di 1995'an de hat revandin û windakirin pirsî û got: "Esker û polîsan bi ser mezraya Zediya ya Kozlukê de girtin û Mehmet Şirin Maltu binçav kirin piştre tu agahî ji Maltu nehat girtin. Çalaki bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.    AMED    Li Amedê jî Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi heman armancê xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu daxuyanî bidin. Lê ji ber polîsan Parka Koşuyolu dorpêç kiribûn malbatan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Malbatan pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên girtiyan bilind kirin. Gelek nûnerên saziyên civakî jî tev li çalakiyê bûn. ÎHD'ê û Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Bedrî Alagam ê di 25'ê Çileya 1995’an de li navçeya Sûrê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.  Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir k wekî malbat li Qada Galatasarayê dest bi vê çalakiyê kirin û niha li vir berdewam dikin. Orhan, destnîşan kir ku malbata wî bi selan e têkoşîna aqûbeta windayan dide û wiha got: "Em pir aşkere û zelal dibêjin. Bila aqûbeta windayên me bên ronîkirin. Em baş dizanin ku kê çawa winda kirin. Lê em van delîlan pêşkêşî rayedaran dikin, mixabin vê yekê înkar dikin. Hita niha qet nehatin darizandin.  Em dê heta dawî têkoşîna aqûbeta windayan bipirsin. Piştre aqûbeta Bedri Alagam pirsîn. Rêveberê Şaxê Ya ÎHD'ê Îrfan Ekîncî çîrok û aqûbeta Bedri Alagam xwend û destnîşan kir ku piştî li Bazara Mastvanan a Sûrê hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin.  Ekîncî, da zanin ku wê demê Ali Gunbey, Seyfettin Gunbey û Mesut hatin binçavkirin û wê rojê Bedri Alagam jî binçav kirin û piştî demekê serbest berdan, lê êvarî dîsa binçavkirin. Gundiyê wî Abdurrezak Gungormuş  agahî da malbatê. Hevalên ku bi Alagam re hatin binçavkirin hatin berdan, lê Alagam carek din nehat berdan. "   Çalaki piştî aqûbeta windayan bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawi bû.