ENQERE – Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî tê darizandin berdewam kir. Demîrtaş diyar kir ku bi sedemên siyasî girtî ye û berdana xwe xwest. Danişîna doza Demîrtaş, taloqî 22-25'ê Nîsanê kir.
Danişîna doza Hevserokê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî tê darizandin li 19'emîn Girtîgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li kampusa Girtîgeha Sincanê di roja 3'emîn de berdewam kir. Demîrtaş ku li Girtîgeha Tipa F a Edîrneyê bi rêya SEGBİS'ê tev li danişinê bû. Di danişînê de gelek parêzerên Demirtaş û nasnameyên cuda amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Mehmet Rüştü Tiryaki, Abdullah Koç û parlamenterê HDP'ê yê berê Nihat Akdogan û Hamit Geylanî jî tev li danişînê bûn.
‘EZ TAHLIYEYA XWE DIXWAZIM'
Demirtaş, di danişînê de mafê parastinê xwest û diyar kir ku ew bi sedemên siyasî girtî ye û xwest serbest bê berdan û wiha got: "Ez bi sedemên siyasî girtî me. Tu delîl tune. Ez tahliyeya xwe dixwazim."
Dozger jî piştî parastinê xwest Demîrtaş girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê jî piştî parastina Demîrtaş û îdîayên dozger biryar da û berdewama girtina Demîrtaş da. Heyetê doz taloqî 24-25'ê Nîsana 2019'an kir.