AMED – Nûçegihanên Jinnewsê Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût ên şevê din hatin binçavkirin piştî îfadeya li TEM'ê hatin berdan.
Nûçegihên Jinnewsê Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût dema li Parka Avedîkê ya Bayramoglu ya Amedê rûniştibûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan piştî Rojnameger Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût
birin Şaxa TEM'ê li wir îfadeya wan girt. Polîsan piştî îfadeya Canozer û Elyakut girtin ew li şaxa TEM'ê serbest berdan.