Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan 2019-01-22 08:29:52 AMED – Nûçegihanên Jinnewsê Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût ên şevê din hatin binçavkirin piştî îfadeya li TEM'ê hatin berdan.     Nûçegihên Jinnewsê Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût dema li Parka Avedîkê ya Bayramoglu ya Amedê rûniştibûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan piştî Rojnameger Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût birin Şaxa TEM'ê li wir îfadeya wan girt. Polîsan piştî îfadeya Canozer û Elyakut girtin ew li şaxa TEM'ê serbest berdan.