Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê: Sibê dereng e

  • rojane
  • 12:23 17 Çile 2019
  • |
img

AMED – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik Berdan Ozturk, diyar kir ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 71'an de berdewam dike û tenduristiya wê sînorê kritik derbas kiriye. Ozturk, bang li hemû hêzên demokrat û xwedî wîcdan kir û got: "Leyla Guven û hemû girtiyên din ên di grevê di oxira mafê gelê me û mirovahiyê de ketine grevê. Divê em deng bidin dengê wan. Sibê dibe dereng be." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di roja 71'emîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ya li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 58'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg jî di roja 32'ê û çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 33'emîn de berdewam dike. Niha zêdeyî 300 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin. Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) cîna çapemeniyê pêk ani. 
 
HERÎ KÊM 300 KES DI GIREVÊ DE NE
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Özturk, di civînê de destnişan kir ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 71’emîn de berdewam dike û li Hewler, Galler û Strasburgê herî kêm 300 kes di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Ozturk, wiha got: "Hevseroka KCD’ê û di heman demê de parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Birêz Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku ji 2015’an ve tecrîda mutlaq/teqez li serê tê meşandin û ji bo ev tecrîd ji holê rabe çalakiya wê ya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger di roja 71’emîn de ye."  
 
Ozturk, anî ziman ku li dehan girtîgehan, li Hewlêr, Strasbuorgê û gelek navendên cuda niha ji 300 şoreşger, demokrat û welatparêz zêdetir bi heman armancê berxwedana wan a greva birçîbûnê gihîştiye nêzî roja 50’emîn û wiha berdewam kir: "Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya tecrîda girankirî bê şikandin tenduristiya wê sînorê krîtîk jî derbas kiriye û jiyana wê me bi talûkeyan re hevrû hiştiye.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi qasî ku bang li dewleta Tirkiyeyê, hikumeta AKP’ê dike, ewqas jî bangî wîjdanê civaka netewî û navnetewî kiriye.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bedena xwe daye ber birçîbûnê. Bi yek endîşe û bendewariyê tevger kiriye. Daxwaza wê ew e tecrîda ku aramî, biratî, aştiya hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re dijîn sabote dike, polîtîkaya tecrîdê ya hevgirtin û yekîtiya gelên me tehdît dike bê rakirin. Armanca wê ew e pêşiya gelên me vebike û da ku siberoja wan bi ewle bibe û jiyanek aram bê afirandin e. Diyardeya ku dewletan dike dewlet bi taybetî jî dewletên îdia dikin ku ji hemdemiyê re, demokratîkbûnê re û mafên mirovan re rêzdar dike makeqanûn, qanûn û beyannameya mafên mirova ya hemû kesî û hemû saziyên dewletê wekhev girê dide ye. Dewlet û saziyên dewletê yên ku van nirxan tune dihesibîne bi faşîzmê jihev dibîne û qorsan dike."  
 
'TECRÎDKIRINA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN 20 SALIN DIDOME' 
 
Ozturk, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha lê zêde kir: "20 sal e li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîd pêk tê. Ji sala 2015’an ve tecrîdek girankirî ya bênavber didome. Vê pêkanîna tecrîda girankirî di makeqanûn û qanûnên antî demokratîk û paşverû ya serdema cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê de jî tune bû. Di hiqûq û qanûnan de tecrîdek wiha nîne. Makeqanûn û qanûnên ku destûr nadin van pêkanînan, hemû dewletê daye pişt xwe û dixwaze faşîzm û zordestiyê pêk bînin.  Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dijminahiya Kurdan û hebûna Kurdan e. Ev yek jî halê herî stratejîk kûrkirin û teqezkirina feraseta yê hebûna Kurdan tune dihesibîne ye.  Cihê vê pêkanînê di makeqanûn, qanûn, rêgezên mafên mirova ya gerdûnî û di wîjdanê mirovahiyê de nîne. Tecrîda mutaq zilma di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de bi awayek topyekûn li dijî gelê Kurd e. 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka me Leyla Guven ji bo vê dijminahiyê û zilmê tune bike, ji bo bibe wîjdanê gelên me û mirovahiyê.  Divê bê zanîn ku; yên ku guhên xwe ji vê qêrînê re digirin û ji nedîtî ve tên, dê bibin şirîkê sûcê mirovahiyê. Her wiha sibê roj kesek jiyana xwe ji dest bide û encamên civakî û siyasî yên neyînî derkevin holê berpirs ew in. 
 
BANGA SAZÎ Û RÊXISTINÊN DEMOKRATÎK 
 
Ozturk, bang li pariyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî kir û wiha pêde çû: "Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, derdorên hiqûqê û mirovên zanist ên bi wîjdanê civakî bûne yek ku hebûn ji bo wan sedem e, divê li dijî pêkanînên antî-demokratîk û dij-qanûnî yên dewlet û hikumet pêk tîne û polîtîkayên gelên me ji hev re dike dijmin û kesên siberoja me ya hevpar tarî dike sekna xwe nîşan bidin û deng derbixin.  Divê ev derdor li dijî dijminahiya kurdan û tecrîda siberoja me tarî dike, demokrasiya me, yekîtiya me û biratiya me sabote dike bibînin û bisekinin. Peywîr û berpirsyariya wan a sereke ye. 
 
BANGA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
 
Ozturk, bang li saziyên navnetreweyî jî kir û wiha dirêj kir: "Saziyên wek DMME, CPT û saziyên navnetewî yên ku mafên mirova ya gerdûnî û perensîbên hiqûq çavdêr dikin û bêedaletiyê ji holê radikin ji van hemû geşedanan re guhê xwe girtin e. Bi biryarên didin re adeta pêkanînên faşîzmê yên Tirkiyeyê rewa dikin û ev yek jî nîşaneya ku ketine rewşek trajîk û ku dilê mirovan pê diêşe ye.  Em dîsa li vir îlan dikin ku; tiştek bê serê kesên ku ji bo rakirina tecrîdê di çalakiyên greva birçîbûnê de ne, ev sazî jî bi qasî îtîfaqa AKP-MHP’ê dê berpirsyar bin. Ev rastiyeke ku me hêj qet û qet ji bîr nekiriye pêkanîna tecrîdê pêvajoyeke ku bi komploya navdewletî Birêz Ocalan radestî faşîzma Tirkiyeyê kirin e ye. Ji ber vê yekê di serî de DMME û CPT jî di nav de Konseya Ewrûpa, Parlamentoya Ewrûpa, Netewên Yekbûyî, saziyên hiqûq û mafên mirova yên Ewrûpa divê li dijî tecrîda îtîfaqa faşîst a AKP-MHP’ê dengê hevseroka me Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bibihîzin û bi awayek lezgînî di asta hikumeta AKP’ê de dest bi hewldanan bikin. 
 
BANGA LI HIKÛMETÊ Û GEL 
 
Hevseroke KCD'ê Berdan Ozturk herî dawî bang li hikûmetê û gel kir û wiha got: "Em bang li hikumeta AKP’ê dikin ku dest ji dijminahiya Kurdan berdin, guh bidin daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê. Her wiha dîsa em bangî AKP’ê dikin ku demildest tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bikin. 
 
DIBE SIBÊ DERENG BE 
 
Ji ber vê sedemê, em bang dikin ku, di serî de gelê me, hemû partiyên siyasî yên demokratîk ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, demokrat, kesayetên welatpêrêz, hemû civaka navnetewî bi lezgînî deng bidin dengê Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê yên ji bo siberoja mirovahiyê bedena xwe dane ber mirinê û xwedî li daxwazên wan derkevin û piştevaniya wan bikin.  Bêdengî û lalbûnî, rê li ber mirinên ku telafiya wê ne pêkan e û encamên bi êş vedike.  Pêvajoya em têde derbas dibin gelek dîrokî û girîng e. Lazim e em di ferqa vê yekê de bin. Dem dema ku em xwedî li wîjdan derkevin û rabin ser piyan e."  
 
 
 
 

Sernavên din

21/01/2019
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî
15:00 Rojnameger Taşkin: Kenê wan hêz dida min
14:48 Dadger Ertenkîn: Daraz dinava krîzê deye
14:32 ‘Girtiyê nexweş Kirtay berdin'
14:00 Tirkiye Rojnameger dersinor kir Holanda jî ew ji kar derxist
13:58 Ji ber bertekan deriyê Warê Dîrokî Dara dîsan hat vekirin
13:48 Kurê Canan ê windakirî: Werin em hevrû bibin
13:32 Bi hezaran welatî li dijî tecrîdê ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
13:18 Ji bo Guven kampanyaya îmzeya navnetewî hat destpêkirin
13:17 'Em kujerên Karaagar niha jî li pêş Agosê dibînin'
12:10 Otobusa karkerên cotkariyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
10:59 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:53 Gelê Amed dê îro dengê xwe bigînin Leyla Guven
10:50 Nasnameya jina li Avcilarê mirî hat dîtin diyar bû
10:32 3 bira bira li Qereqolê rastî îşkenceya tazî hatin gilî kirin
09:43 Ji ber dûmana sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin
09:35 Li Meksikayê teqîn: 20 kes mirin 71 kes birîndar bûn
09:13 Li Edeneyê jî mexdûrên KHK'î platform ava kirin
09:12 'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'
09:12 'Berxwedana Leyla Guvenê hêzê dide me hemûyan'
09:11 Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in
09:09 Rapora 'xizmetê' ya qeyûmê Silopiyayê: Kamerayên ewlehiyê zêde kirin
09:08 Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:35 Çalakiya Leyla Guven di roja 73'yemîn de didome
18/01/2019
20:13 Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin
16:29 Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin
15:41 Rewşa perwerdehiyê perîşan e
15:39 KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir
14:35 Di mala namzetê AKP'ê yê Mahsertê de qeyda 18 hilbijêraen Îzmîrî derket
14:34 Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
14:11 Pirsnameya Leyla Guven red kirin
14:02 Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin
13:34 Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin
13:24 Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan
13:23 Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn xelat kir
12:43 Hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihişt 239'an
12:41 Malbat ji bo için Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:20 Kerestecîoglu: Rêveber û endamên me bi zarokên xwe ve tên tehdîtkirin
11:56 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne
11:43 Leyla Guven: Jiyana me dîrokek ji agir e...
11:21 '12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin'
11:14 Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:00 26 sal derbas bûn lê faîl nehatin dîtin
10:17 Hikûmeta Elman xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe
10:16 Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn
09:53 Celalettîn Can hat biçavkirin
09:38 Nivîskar Aktaş: Divê girîngî û wateya çalakiya Leyla Guven baş bê zanîn
09:01 Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve
09:01 Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê
09:00 Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:22 HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne