Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê: Sibê dereng e 2019-01-17 12:23:22 AMED – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik Berdan Ozturk, diyar kir ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 71'an de berdewam dike û tenduristiya wê sînorê kritik derbas kiriye. Ozturk, bang li hemû hêzên demokrat û xwedî wîcdan kir û got: "Leyla Guven û hemû girtiyên din ên di grevê di oxira mafê gelê me û mirovahiyê de ketine grevê. Divê em deng bidin dengê wan. Sibê dibe dereng be."  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di roja 71'emîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ya li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 58'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg jî di roja 32'ê û çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 33'emîn de berdewam dike. Niha zêdeyî 300 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin. Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) cîna çapemeniyê pêk ani.    HERÎ KÊM 300 KES DI GIREVÊ DE NE   Hevserokê KCD'ê Berdan Özturk, di civînê de destnişan kir ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 71’emîn de berdewam dike û li Hewler, Galler û Strasburgê herî kêm 300 kes di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Ozturk, wiha got: "Hevseroka KCD’ê û di heman demê de parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Birêz Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku ji 2015’an ve tecrîda mutlaq/teqez li serê tê meşandin û ji bo ev tecrîd ji holê rabe çalakiya wê ya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger di roja 71’emîn de ye."     Ozturk, anî ziman ku li dehan girtîgehan, li Hewlêr, Strasbuorgê û gelek navendên cuda niha ji 300 şoreşger, demokrat û welatparêz zêdetir bi heman armancê berxwedana wan a greva birçîbûnê gihîştiye nêzî roja 50’emîn û wiha berdewam kir: "Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya tecrîda girankirî bê şikandin tenduristiya wê sînorê krîtîk jî derbas kiriye û jiyana wê me bi talûkeyan re hevrû hiştiye.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi qasî ku bang li dewleta Tirkiyeyê, hikumeta AKP’ê dike, ewqas jî bangî wîjdanê civaka netewî û navnetewî kiriye.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bedena xwe daye ber birçîbûnê. Bi yek endîşe û bendewariyê tevger kiriye. Daxwaza wê ew e tecrîda ku aramî, biratî, aştiya hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re dijîn sabote dike, polîtîkaya tecrîdê ya hevgirtin û yekîtiya gelên me tehdît dike bê rakirin. Armanca wê ew e pêşiya gelên me vebike û da ku siberoja wan bi ewle bibe û jiyanek aram bê afirandin e. Diyardeya ku dewletan dike dewlet bi taybetî jî dewletên îdia dikin ku ji hemdemiyê re, demokratîkbûnê re û mafên mirovan re rêzdar dike makeqanûn, qanûn û beyannameya mafên mirova ya hemû kesî û hemû saziyên dewletê wekhev girê dide ye. Dewlet û saziyên dewletê yên ku van nirxan tune dihesibîne bi faşîzmê jihev dibîne û qorsan dike."     'TECRÎDKIRINA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN 20 SALIN DIDOME'    Ozturk, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha lê zêde kir: "20 sal e li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîd pêk tê. Ji sala 2015’an ve tecrîdek girankirî ya bênavber didome. Vê pêkanîna tecrîda girankirî di makeqanûn û qanûnên antî demokratîk û paşverû ya serdema cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê de jî tune bû. Di hiqûq û qanûnan de tecrîdek wiha nîne. Makeqanûn û qanûnên ku destûr nadin van pêkanînan, hemû dewletê daye pişt xwe û dixwaze faşîzm û zordestiyê pêk bînin.  Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dijminahiya Kurdan û hebûna Kurdan e. Ev yek jî halê herî stratejîk kûrkirin û teqezkirina feraseta yê hebûna Kurdan tune dihesibîne ye.  Cihê vê pêkanînê di makeqanûn, qanûn, rêgezên mafên mirova ya gerdûnî û di wîjdanê mirovahiyê de nîne. Tecrîda mutaq zilma di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de bi awayek topyekûn li dijî gelê Kurd e.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka me Leyla Guven ji bo vê dijminahiyê û zilmê tune bike, ji bo bibe wîjdanê gelên me û mirovahiyê.  Divê bê zanîn ku; yên ku guhên xwe ji vê qêrînê re digirin û ji nedîtî ve tên, dê bibin şirîkê sûcê mirovahiyê. Her wiha sibê roj kesek jiyana xwe ji dest bide û encamên civakî û siyasî yên neyînî derkevin holê berpirs ew in.    BANGA SAZÎ Û RÊXISTINÊN DEMOKRATÎK    Ozturk, bang li pariyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî kir û wiha pêde çû: "Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, derdorên hiqûqê û mirovên zanist ên bi wîjdanê civakî bûne yek ku hebûn ji bo wan sedem e, divê li dijî pêkanînên antî-demokratîk û dij-qanûnî yên dewlet û hikumet pêk tîne û polîtîkayên gelên me ji hev re dike dijmin û kesên siberoja me ya hevpar tarî dike sekna xwe nîşan bidin û deng derbixin.  Divê ev derdor li dijî dijminahiya kurdan û tecrîda siberoja me tarî dike, demokrasiya me, yekîtiya me û biratiya me sabote dike bibînin û bisekinin. Peywîr û berpirsyariya wan a sereke ye.    BANGA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ   Ozturk, bang li saziyên navnetreweyî jî kir û wiha dirêj kir: "Saziyên wek DMME, CPT û saziyên navnetewî yên ku mafên mirova ya gerdûnî û perensîbên hiqûq çavdêr dikin û bêedaletiyê ji holê radikin ji van hemû geşedanan re guhê xwe girtin e. Bi biryarên didin re adeta pêkanînên faşîzmê yên Tirkiyeyê rewa dikin û ev yek jî nîşaneya ku ketine rewşek trajîk û ku dilê mirovan pê diêşe ye.  Em dîsa li vir îlan dikin ku; tiştek bê serê kesên ku ji bo rakirina tecrîdê di çalakiyên greva birçîbûnê de ne, ev sazî jî bi qasî îtîfaqa AKP-MHP’ê dê berpirsyar bin. Ev rastiyeke ku me hêj qet û qet ji bîr nekiriye pêkanîna tecrîdê pêvajoyeke ku bi komploya navdewletî Birêz Ocalan radestî faşîzma Tirkiyeyê kirin e ye. Ji ber vê yekê di serî de DMME û CPT jî di nav de Konseya Ewrûpa, Parlamentoya Ewrûpa, Netewên Yekbûyî, saziyên hiqûq û mafên mirova yên Ewrûpa divê li dijî tecrîda îtîfaqa faşîst a AKP-MHP’ê dengê hevseroka me Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bibihîzin û bi awayek lezgînî di asta hikumeta AKP’ê de dest bi hewldanan bikin.    BANGA LI HIKÛMETÊ Û GEL    Hevseroke KCD'ê Berdan Ozturk herî dawî bang li hikûmetê û gel kir û wiha got: "Em bang li hikumeta AKP’ê dikin ku dest ji dijminahiya Kurdan berdin, guh bidin daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê. Her wiha dîsa em bangî AKP’ê dikin ku demildest tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bikin.    DIBE SIBÊ DERENG BE    Ji ber vê sedemê, em bang dikin ku, di serî de gelê me, hemû partiyên siyasî yên demokratîk ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, demokrat, kesayetên welatpêrêz, hemû civaka navnetewî bi lezgînî deng bidin dengê Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê yên ji bo siberoja mirovahiyê bedena xwe dane ber mirinê û xwedî li daxwazên wan derkevin û piştevaniya wan bikin.  Bêdengî û lalbûnî, rê li ber mirinên ku telafiya wê ne pêkan e û encamên bi êş vedike.  Pêvajoya em têde derbas dibin gelek dîrokî û girîng e. Lazim e em di ferqa vê yekê de bin. Dem dema ku em xwedî li wîjdan derkevin û rabin ser piyan e."