Ozturk: Ev hevdîtina hilbijartinê ye, lê Leyla Guven di rakirina tecrîdê de bi biryar e

  • rojane
  • 09:29 16 Çile 2019
  • |
img

AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtineke di çarçoveya mafê qanûna bingehîn de ye û got: “Em dizanin AKP’ê ji bo hilbijartinê destûr da vê hevdîtinê. Di erefeya hilbijartinê de dixwazin gel bixapînin. Dixwazin di nava gelê kurd de hêviyek ava bikin û dixwazin atmosfera pêvajoyek nû bidin afirandin. Leyla Guven û hevalên din di şikandina tecrîdê de bibiryar in.” 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 70 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Li gel Guven li dehan girtîgehan bi sedan girtî jî greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger didomînin. Li aliyekî çalakî dewam dikirin, li aliyê di 12’ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk tecrîdkirina Ocalan, grevên birçîbûnê, hevdîtina li Îmraliyê û piştî hevdîtinê biryara Guven û çalakgerên din nirxand. 
 
‘TECRÎDÊ DUH DEST PÊ NEKIR’ 
 
Ozturk bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan ji sala 1999’an de heta îro bênavber didome û got: “Ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve jî tecrîd hatiye girankirin. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî hemû bi tecrîdkirina Îmraliyê ketin meriyetê. Tecrîdê duh destpê nekiriye. Li Îmraliyê pergalek pir cdua tê birêvebirin. Ev tecrîd tenê ne li ser Birêz Ocalan pêk tê. Her kes baş dizane ku ev tecrîd li dijî vîna gelê kurd e. Birêz Ocalan vîna gelê kurd temsil dike. Îro dixwazin gelê kurd bêîrade bikin û şer kûr bikin. Yên ku dixwazin vê bikin jî bi kûrkirina tecrîdê dest pê kirin.” 
 
Ozturk anî ziman ku hevdîtina malbat û parêzerên Ocalan mafek makeqanûnî ye û got: “Bi vê tecrîdkirinê tenê gelê kurd nayê tecrîdkirin, di heman demê de hemû gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin.” 
 
‘LEYLA GUVEN JI BO RÊYA ÇARESERIYÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIR’ 
 
Ozturk bi bîr xist ku biryara şer di civîna MGK’ê ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye girtin û wiha domand: “Di civîna MGK’ê de biryara ‘Plana Têkbirinê’ ku hat girtin ewil ji tecrîdkirina Îmraliyê dest pê kirin. Xwestin gelê kurd tune bikin. Ji her aliyî ve êrîşî gelê kurd kirin. Îro ev vala hat derxistin. Hevseroka me Leyla Guven û hevalên girtî yên din vê yekê pêşengiya vê yekê dikin û vala derxistin. Kurd neqediyan. Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin. Leyla Guven û hemû çalakger ji bo rêya aştî û çareseriyê dest bi van çalakiyan kirin.” 
 
‘ÊDÎ TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Ozturk diyar kir ku Tirkiye di ferqa rola aştiyê ya Ocalan de ye û wiha got: “Kengê denge birêz Ocalan hat bihîstin wê demê faşizm û mirin pêk nehat. Dengê aştî û demokrasiyê olan dida. Îro dixwazin vî dengî qût bikin. Armanca wan ev e. Çalakiyên greva birçîbûnê jî li dijî van hemû pêkanînan hat destpêkirin û ji bo tecrîd bê şikandin. Êdî tecrîd nayê qebûlkirin.” 
 
‘EV HEVDÎTINA PÊVJOYA HILBIJARTINÊ YE’ 
 
Ozturk bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Ocalan û wiha pêde çû: “Hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Birêz Ocalan mafek makeqanûnî ye. Belê rast e hevdîtinek pêk hat. Armanca wan dîsa ew e k udu-sê sal hevdîtin pêk neyê. Wek hevdîtina îlona 2016’an. Çû û hevdîtin xelas bû. Rêbaz ev e. Na ev yek nabe. Bi vê yekê hîlebaziyê dikin. Hilbijartinên herêmî tên. Dixwazin di nava gelê kurd de hêviyekê biafirînin û dixwazin hewa pêvajoyek nû hatiye destpêkirin bidin destpêkirin. Lê bila viya her kes baş dizanibe rewşek wiha nîne. Çalakiyên greva birçîbûnê ne ji bo hevdîtinekê pêk tên. Ji bo hevdîtina malbat û parêzeran her hefte pêk were û tecrîd rabe dewam dikin. Hevdîtin jixwe mafê qanûnî yê Birêz Ocalan e. Armanca çalakiyan ew e vîna gelê kurd azad bibe. Dewlet dixwaze bi hevdîtinek wiha me bixapîne. Ev hevdîtina polîtîkaya hilbijartinê ye.” 
 
‘LEYLA GUVEN BI BIRYAR E’
 
Ozturk bal kişand ser peyama “Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nabe” ya Leyla Guven a piştî hevdîtinê ku da û wiha got: “Leyla Guven û hevalên me din di şikandina tecrîdê de bi biryar in. Daxuyaniy Leyla Guven carek din biryardariya şikandina tecrîdê da nîşandan.” 
 
‘ÇALAKÎ BELAV DIBIN’ 
 
Ozturk da zanîn ku piştî daxuyaniya Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak jî daxuyanî dan û dê ew jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin û ev yek dide nîşandan dê bi destpêkirina vê greva birçîbûnê re her ku biçe berbelav bibe. Ozturk got daxwaza hevalên wan daxwazek pir zelal e û got: “Daxwaza hevalê me ne pirsgirêkek şexsî ye, ev pirsgirêk di heman demê pirsgirêka kurdan, gelên Tirkiyeyê û navnetewî ye.” 
 
‘HIKUMET Û QADA NAVNETEWÎ BERPIRS E’ 
 
Ozturk destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven di roja 70’yî de didome û ev tişt anî ziman: “Rewşa tenduristiya Leyla Guven ketiye astek krîtîk. Piştî roja 60’an dikeve asta talûkeyê. Îro ev talûkeyek gelek mezin e. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê dikin ku ev pirsgirêk tenê ne ya gelê kurd e. Divê hemû kesên xwedî wîjdan bikevin tevgerê. Em carek din bang li gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, CPT û Konseya Ewrûpa dikin; ev bêdengî nayê qebûlkirin. Heke hevalek me bigîhîje şehadetê berpirsê vê yekê hikumeta Tirkiyeyê û qada navnetewî ye.” 
 
‘ŞEHADET PÊK WERIN BÊDENGIYA ME BERPIRSYAR E’ 
 
Ozturk bêdengiya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê jî rexne kir û got: “Ji sala 2015’an ve heta roja îro li dijî gelê kurd şerek tunekirinê tê meşandin. Li navçe û bajarên me kevir li ser kevirê nehiştin. Tene ne mirov tên kuştin. Dîrokê tune kirin. Heke em li hember komkujiyên Cizîr, Sûr û Nisêbînê bêdeng nemabûna, dê îro ev bêdengî nehata heta îro. Bêdengiya wê demê me anî heta niha. Heke me dengek xurt derxistina dê îro belkî hevalên me di çalakiya greva birçîbûnê de buna û dibe ku em di qonaxek pir cuda de buna. Li aliyê din jî ne ku gel bêdeng e. Gel li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heta qirikê tije ye û bi hêrs e. Heke îro bêdengiyek jî hebe ne ji razîbûna gel e. Yanî gel di hundirê xwe de bi hêrsek mezin tevger dike. Divê ji vê saetê şûn ve em bêdeng nemînin. Hemû kesên xwedî wîjdan heke bêdeng bimînin, em ê hemû ji şehadetek pêk were berpirsyar bin.” 
 
‘BÊDENGIYA CPT’YÊ ŞERMA GIRAN E’ 
 
Ozturk bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa (DMME) ya li hember tecrîdê wek “durûtiyê” nirxand û got: “Ev sazî li ser prensîba mafên mirovan hatine avakirin. Dema birêz Ocalan dibe mijar ev sazî bêdeng dimînin. Ew bixwe jî di nava nakokiyan de ne. Bêdengiya CPT’yê şerma herî mezin e. Ev şerma hemû welatên Ewrûpayê ye.” 
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ BIHERIKIN MITÎNGAN’ 
 
Ozturk her dawî destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê bêdengî bê şikestin û hemû şeniyên bajarên herêmê vexwend mitînga li dijî tecrîdê ya li Amedê û gelê kurd û dostên gelê kurd ên li metropolên jî li dijî tecrîdê vexwend mitînga li Stenbolê û got: “Lazim e her kes biherikin qada mitîngên li Amed û Stenbolê yên di 19’ê çile de pêk were û li dijî tecrîdê denge xwe bilind bike.” 
 
MA / Bîlal Guldem – Ozgur Paksoy 

Sernavên din

21/01/2019
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî
15:00 Rojnameger Taşkin: Kenê wan hêz dida min
14:48 Dadger Ertenkîn: Daraz dinava krîzê deye
14:32 ‘Girtiyê nexweş Kirtay berdin'
14:00 Tirkiye Rojnameger dersinor kir Holanda jî ew ji kar derxist
13:58 Ji ber bertekan deriyê Warê Dîrokî Dara dîsan hat vekirin
13:48 Kurê Canan ê windakirî: Werin em hevrû bibin
13:32 Bi hezaran welatî li dijî tecrîdê ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
13:18 Ji bo Guven kampanyaya îmzeya navnetewî hat destpêkirin
13:17 'Em kujerên Karaagar niha jî li pêş Agosê dibînin'
12:10 Otobusa karkerên cotkariyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
10:59 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:53 Gelê Amed dê îro dengê xwe bigînin Leyla Guven
10:50 Nasnameya jina li Avcilarê mirî hat dîtin diyar bû
10:32 3 bira bira li Qereqolê rastî îşkenceya tazî hatin gilî kirin
09:43 Ji ber dûmana sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin
09:35 Li Meksikayê teqîn: 20 kes mirin 71 kes birîndar bûn
09:13 Li Edeneyê jî mexdûrên KHK'î platform ava kirin
09:12 'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'
09:12 'Berxwedana Leyla Guvenê hêzê dide me hemûyan'
09:11 Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in
09:09 Rapora 'xizmetê' ya qeyûmê Silopiyayê: Kamerayên ewlehiyê zêde kirin
09:08 Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:35 Çalakiya Leyla Guven di roja 73'yemîn de didome
18/01/2019
20:13 Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin
16:29 Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin
15:41 Rewşa perwerdehiyê perîşan e
15:39 KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir
14:35 Di mala namzetê AKP'ê yê Mahsertê de qeyda 18 hilbijêraen Îzmîrî derket
14:34 Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
14:11 Pirsnameya Leyla Guven red kirin
14:02 Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin
13:34 Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin
13:24 Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan
13:23 Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn xelat kir
12:43 Hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihişt 239'an
12:41 Malbat ji bo için Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:20 Kerestecîoglu: Rêveber û endamên me bi zarokên xwe ve tên tehdîtkirin
11:56 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne
11:43 Leyla Guven: Jiyana me dîrokek ji agir e...
11:21 '12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin'
11:14 Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:00 26 sal derbas bûn lê faîl nehatin dîtin
10:17 Hikûmeta Elman xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe
10:16 Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn
09:53 Celalettîn Can hat biçavkirin
09:38 Nivîskar Aktaş: Divê girîngî û wateya çalakiya Leyla Guven baş bê zanîn
09:01 Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve
09:01 Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê
09:00 Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:22 HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne