Ozturk: Ev hevdîtina hilbijartinê ye, lê Leyla Guven di rakirina tecrîdê de bi biryar e 2019-01-16 09:29:09 AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtineke di çarçoveya mafê qanûna bingehîn de ye û got: “Em dizanin AKP’ê ji bo hilbijartinê destûr da vê hevdîtinê. Di erefeya hilbijartinê de dixwazin gel bixapînin. Dixwazin di nava gelê kurd de hêviyek ava bikin û dixwazin atmosfera pêvajoyek nû bidin afirandin. Leyla Guven û hevalên din di şikandina tecrîdê de bibiryar in.”  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 70 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Li gel Guven li dehan girtîgehan bi sedan girtî jî greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger didomînin. Li aliyekî çalakî dewam dikirin, li aliyê di 12’ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anî.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk tecrîdkirina Ocalan, grevên birçîbûnê, hevdîtina li Îmraliyê û piştî hevdîtinê biryara Guven û çalakgerên din nirxand.    ‘TECRÎDÊ DUH DEST PÊ NEKIR’    Ozturk bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan ji sala 1999’an de heta îro bênavber didome û got: “Ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve jî tecrîd hatiye girankirin. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî hemû bi tecrîdkirina Îmraliyê ketin meriyetê. Tecrîdê duh destpê nekiriye. Li Îmraliyê pergalek pir cdua tê birêvebirin. Ev tecrîd tenê ne li ser Birêz Ocalan pêk tê. Her kes baş dizane ku ev tecrîd li dijî vîna gelê kurd e. Birêz Ocalan vîna gelê kurd temsil dike. Îro dixwazin gelê kurd bêîrade bikin û şer kûr bikin. Yên ku dixwazin vê bikin jî bi kûrkirina tecrîdê dest pê kirin.”    Ozturk anî ziman ku hevdîtina malbat û parêzerên Ocalan mafek makeqanûnî ye û got: “Bi vê tecrîdkirinê tenê gelê kurd nayê tecrîdkirin, di heman demê de hemû gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin.”    ‘LEYLA GUVEN JI BO RÊYA ÇARESERIYÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIR’    Ozturk bi bîr xist ku biryara şer di civîna MGK’ê ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye girtin û wiha domand: “Di civîna MGK’ê de biryara ‘Plana Têkbirinê’ ku hat girtin ewil ji tecrîdkirina Îmraliyê dest pê kirin. Xwestin gelê kurd tune bikin. Ji her aliyî ve êrîşî gelê kurd kirin. Îro ev vala hat derxistin. Hevseroka me Leyla Guven û hevalên girtî yên din vê yekê pêşengiya vê yekê dikin û vala derxistin. Kurd neqediyan. Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin. Leyla Guven û hemû çalakger ji bo rêya aştî û çareseriyê dest bi van çalakiyan kirin.”    ‘ÊDÎ TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Ozturk diyar kir ku Tirkiye di ferqa rola aştiyê ya Ocalan de ye û wiha got: “Kengê denge birêz Ocalan hat bihîstin wê demê faşizm û mirin pêk nehat. Dengê aştî û demokrasiyê olan dida. Îro dixwazin vî dengî qût bikin. Armanca wan ev e. Çalakiyên greva birçîbûnê jî li dijî van hemû pêkanînan hat destpêkirin û ji bo tecrîd bê şikandin. Êdî tecrîd nayê qebûlkirin.”    ‘EV HEVDÎTINA PÊVJOYA HILBIJARTINÊ YE’    Ozturk bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Ocalan û wiha pêde çû: “Hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Birêz Ocalan mafek makeqanûnî ye. Belê rast e hevdîtinek pêk hat. Armanca wan dîsa ew e k udu-sê sal hevdîtin pêk neyê. Wek hevdîtina îlona 2016’an. Çû û hevdîtin xelas bû. Rêbaz ev e. Na ev yek nabe. Bi vê yekê hîlebaziyê dikin. Hilbijartinên herêmî tên. Dixwazin di nava gelê kurd de hêviyekê biafirînin û dixwazin hewa pêvajoyek nû hatiye destpêkirin bidin destpêkirin. Lê bila viya her kes baş dizanibe rewşek wiha nîne. Çalakiyên greva birçîbûnê ne ji bo hevdîtinekê pêk tên. Ji bo hevdîtina malbat û parêzeran her hefte pêk were û tecrîd rabe dewam dikin. Hevdîtin jixwe mafê qanûnî yê Birêz Ocalan e. Armanca çalakiyan ew e vîna gelê kurd azad bibe. Dewlet dixwaze bi hevdîtinek wiha me bixapîne. Ev hevdîtina polîtîkaya hilbijartinê ye.”    ‘LEYLA GUVEN BI BIRYAR E’   Ozturk bal kişand ser peyama “Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nabe” ya Leyla Guven a piştî hevdîtinê ku da û wiha got: “Leyla Guven û hevalên me din di şikandina tecrîdê de bi biryar in. Daxuyaniy Leyla Guven carek din biryardariya şikandina tecrîdê da nîşandan.”    ‘ÇALAKÎ BELAV DIBIN’    Ozturk da zanîn ku piştî daxuyaniya Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak jî daxuyanî dan û dê ew jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin û ev yek dide nîşandan dê bi destpêkirina vê greva birçîbûnê re her ku biçe berbelav bibe. Ozturk got daxwaza hevalên wan daxwazek pir zelal e û got: “Daxwaza hevalê me ne pirsgirêkek şexsî ye, ev pirsgirêk di heman demê pirsgirêka kurdan, gelên Tirkiyeyê û navnetewî ye.”    ‘HIKUMET Û QADA NAVNETEWÎ BERPIRS E’    Ozturk destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven di roja 70’yî de didome û ev tişt anî ziman: “Rewşa tenduristiya Leyla Guven ketiye astek krîtîk. Piştî roja 60’an dikeve asta talûkeyê. Îro ev talûkeyek gelek mezin e. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê dikin ku ev pirsgirêk tenê ne ya gelê kurd e. Divê hemû kesên xwedî wîjdan bikevin tevgerê. Em carek din bang li gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, CPT û Konseya Ewrûpa dikin; ev bêdengî nayê qebûlkirin. Heke hevalek me bigîhîje şehadetê berpirsê vê yekê hikumeta Tirkiyeyê û qada navnetewî ye.”    ‘ŞEHADET PÊK WERIN BÊDENGIYA ME BERPIRSYAR E’    Ozturk bêdengiya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê jî rexne kir û got: “Ji sala 2015’an ve heta roja îro li dijî gelê kurd şerek tunekirinê tê meşandin. Li navçe û bajarên me kevir li ser kevirê nehiştin. Tene ne mirov tên kuştin. Dîrokê tune kirin. Heke em li hember komkujiyên Cizîr, Sûr û Nisêbînê bêdeng nemabûna, dê îro ev bêdengî nehata heta îro. Bêdengiya wê demê me anî heta niha. Heke me dengek xurt derxistina dê îro belkî hevalên me di çalakiya greva birçîbûnê de buna û dibe ku em di qonaxek pir cuda de buna. Li aliyê din jî ne ku gel bêdeng e. Gel li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heta qirikê tije ye û bi hêrs e. Heke îro bêdengiyek jî hebe ne ji razîbûna gel e. Yanî gel di hundirê xwe de bi hêrsek mezin tevger dike. Divê ji vê saetê şûn ve em bêdeng nemînin. Hemû kesên xwedî wîjdan heke bêdeng bimînin, em ê hemû ji şehadetek pêk were berpirsyar bin.”    ‘BÊDENGIYA CPT’YÊ ŞERMA GIRAN E’    Ozturk bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa (DMME) ya li hember tecrîdê wek “durûtiyê” nirxand û got: “Ev sazî li ser prensîba mafên mirovan hatine avakirin. Dema birêz Ocalan dibe mijar ev sazî bêdeng dimînin. Ew bixwe jî di nava nakokiyan de ne. Bêdengiya CPT’yê şerma herî mezin e. Ev şerma hemû welatên Ewrûpayê ye.”    ‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ BIHERIKIN MITÎNGAN’    Ozturk her dawî destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê bêdengî bê şikestin û hemû şeniyên bajarên herêmê vexwend mitînga li dijî tecrîdê ya li Amedê û gelê kurd û dostên gelê kurd ên li metropolên jî li dijî tecrîdê vexwend mitînga li Stenbolê û got: “Lazim e her kes biherikin qada mitîngên li Amed û Stenbolê yên di 19’ê çile de pêk were û li dijî tecrîdê denge xwe bilind bike.”    MA / Bîlal Guldem – Ozgur Paksoy