'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'

  • rojane
  • 09:20 10 Çile 2019
  • |
img

STENBOL - Rojnamevanan destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî ew ê tim rastiyan binivîsînin û ew ê nehêlin pênûsa Metîn Goktepe, Hrant Dînk û Apê Mûsa bikeve erdê. 

Rojnamevanan 10'ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin nirxandin. Rojnamevanan destnîşan kir ku ew ê tim bidin pêyî heqîqetê û rastiyan. 
 
Nûçegihana darazê ya Rojanmeya Cumhûriyetê Seyhan Avşar, diyar kir ku piraniya wextê wê li korîdorên edliyeyan, eywanên danişînan, li ber deriyên dadger û dozgeran derbas dibe. Avşar, anî ziman ku lê belê li edliyeyan xebata ji bo rojnameyeke muxalif zehmet e. Avşar, bilêv kir ku çapemeniya berbelav zû xwe digihîne hin belgeyan, lê ew piştî hewldanên mezin ancax xwe digihînin wan. 
 
Avşar, anî ziman ku li Tirkiyeyê rojnamevanî li ber xwe dide û got: "Li cîhanê ji du pîşeyên ku li hemberî îktîdarên çewsîner li ber xwe dide yek jê rojnamevanî ye. Dîroka çapemeniyê ya Tirkiyeyê jî bi sansur, girtin, darizandin û kuştinan tije ye. Niha der barê hemû hevokên ku li xweşa partiya îktîdarê naçin de lêpirsîn tên destpêkirin. Hema bêje der barê hemû rojnamevanên muxalif de lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi sedan rojnamevan girtî ne. Her wiha serokomarê welat ji bo rojnamevanên girtiye îdia dike ku ew ne rojnamevan in, piştgirên rêxistina terorî ne. Lê wekî hemû serdeman wê rojnamevanên muxalif vê serdemê jî tevî hemû zor û zehmetiyan dîsa binivîsînin. Pênûsa Ûgûr Mûmcuyan, Metîn Goktepeyan li erdê nehiştin û wê nehêlin bikeve." 
 
'DIVÊ EM BIBIN SENDÎKAYÎ' 
 
Avşar, anî ziman ku divê rojnamevan bibin sendîkayî û got: "Rojnamevan, bi taybetî ji ber tirsa dê betal bimînin mafên xwe yên qanûnî bi kar naynin û nabin endamên sendîkayan. Ji ber nerêxistinbûyînê gelek hevalên me ji kar tên avêtin. Patronên çapemeniyê çav berdidin destkeftiyên rojnamevanan. Loma sendîkaya herî xirab jî ji bêsendîkabûyînê çêtir e." 
 
Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier jî, anî ziman ku hem ji ber nasnameya xwe ya jin hem jî ji ber nasnameya xwe ya rojnamevaniya muxalif îktîdar wan dike hedef û got: "Em tên derbkirin, gef li me tên xwarin, em tên binçavkirin û girtin. Li kuçeyê hêzên dewletê karê me asteng dikin. Nahêlin em dîmenan bigirin. Mesela çend hefte berê êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kirin. Wexta nehiştin ez dîmen bigirim min bertek nîşan da. Li ser vê polîsekî ji min re got 'em ê paşê ber bi te jî ve werin.' Em pir bi tiştên wisa re rû bi rû dimînin."
 
'EM NIKARIN KARTA ZER A ÇAPEMENIYÊ BIGIRIN' 
 
Nazlier, bal kişand ser sererastkirina der barê karta zer a çapemeniyê jî. Nazlier bi bîr xist ky ew ji Fakulteya Ragihandinê mezûn bûye û got: "Di asasê xwe de diviya di nav 6 mehan de min karta zer bigirtina, lê sal û nîveke têm sekinandin. Tenê dibêjin 'ji navenda giştî re hat şandin.' Ji ber tu hincet tune ye, nikarin red jî bikin. Li hemberî saziyên çapemeniyê yên muxalif helwesteke wan heye." 
 
Lê belê Nazlier destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê tim rastiyê binivîsînin û mafê nûçewergirtinê yê gel biparêzin. Nazlier got: "Em ê nehêlin pênûsa Metîn Goktepeyan, Hrant dînakn û Apê Mûsayan bikeve erdê." 
 
Îrem Afşîn ku berê li Rojnameya Haberturk, Kovara Geo, Dokûz Sekîz Haberê dixebitî û niha jî li Medyacopeyê dixebite diyar kir ku di 5 salên dawî de rojnamevaniya wleatiyan û kuçeyê derketiye pêş û got: "Bi awayekî çalak bi bikaranîna medyaya civakî re rojnameyaniya ku zû agahiyan radigihîne gel derket pêş û rojnamevanî bi vê ruşta xwe da îspatkirin." Afşîn, diyar kir ku wexta ew nûçeyên rast çêdikin îktîdar wan hedef digire û rojnamevanên li gorî îktidarê tev nagerin bi êrîşa re rû bi rû dimînin. 
 
''EM Ê TM BIDIN PÊYÎ RASTIYÊ' 
 
Afşîn, bilêv kir ew berpirsiyariya rojnamevanên girtî li ser milê xwe hîs dikin û got: "Carinan wexta nûçeyan çêdikim, li hevalên girtî difikirim û dibêjim 'li vir bûna teqez wê binivîsandana.' Pêvojoya li pêş me wekî pêvajoyeke baş naxuyê. 10 sal şûnde wexta hin kes li ser rewşa Tirkiyeyê ya niha bifikirin wê ev nûçeyên me ji bo wan bibin belge. Wê ev hemû di dîrokê de cih bigirin. Wexta her peyvekê dinivîsim ev yek tê bîra min." 
 
Afşîn, anî ziman ku ew tim bidin pêyî rastiyan û ew ê rastiyan binivîsînin û got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî wê hevalên me yên rojnamevan dev ji rojnamevaniyê bernedin. Roja ku em nûçeyên xwe digihînin mirovan, ew roj ji bo me roja rojnamevaniyê ye." 
 
MA / Melike Ceyhan 

Sernavên din

12/01/2019
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin