'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin' 2019-01-10 09:20:48 STENBOL - Rojnamevanan destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî ew ê tim rastiyan binivîsînin û ew ê nehêlin pênûsa Metîn Goktepe, Hrant Dînk û Apê Mûsa bikeve erdê.  Rojnamevanan 10'ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin nirxandin. Rojnamevanan destnîşan kir ku ew ê tim bidin pêyî heqîqetê û rastiyan.    Nûçegihana darazê ya Rojanmeya Cumhûriyetê Seyhan Avşar, diyar kir ku piraniya wextê wê li korîdorên edliyeyan, eywanên danişînan, li ber deriyên dadger û dozgeran derbas dibe. Avşar, anî ziman ku lê belê li edliyeyan xebata ji bo rojnameyeke muxalif zehmet e. Avşar, bilêv kir ku çapemeniya berbelav zû xwe digihîne hin belgeyan, lê ew piştî hewldanên mezin ancax xwe digihînin wan.    Avşar, anî ziman ku li Tirkiyeyê rojnamevanî li ber xwe dide û got: "Li cîhanê ji du pîşeyên ku li hemberî îktîdarên çewsîner li ber xwe dide yek jê rojnamevanî ye. Dîroka çapemeniyê ya Tirkiyeyê jî bi sansur, girtin, darizandin û kuştinan tije ye. Niha der barê hemû hevokên ku li xweşa partiya îktîdarê naçin de lêpirsîn tên destpêkirin. Hema bêje der barê hemû rojnamevanên muxalif de lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi sedan rojnamevan girtî ne. Her wiha serokomarê welat ji bo rojnamevanên girtiye îdia dike ku ew ne rojnamevan in, piştgirên rêxistina terorî ne. Lê wekî hemû serdeman wê rojnamevanên muxalif vê serdemê jî tevî hemû zor û zehmetiyan dîsa binivîsînin. Pênûsa Ûgûr Mûmcuyan, Metîn Goktepeyan li erdê nehiştin û wê nehêlin bikeve."    'DIVÊ EM BIBIN SENDÎKAYÎ'    Avşar, anî ziman ku divê rojnamevan bibin sendîkayî û got: "Rojnamevan, bi taybetî ji ber tirsa dê betal bimînin mafên xwe yên qanûnî bi kar naynin û nabin endamên sendîkayan. Ji ber nerêxistinbûyînê gelek hevalên me ji kar tên avêtin. Patronên çapemeniyê çav berdidin destkeftiyên rojnamevanan. Loma sendîkaya herî xirab jî ji bêsendîkabûyînê çêtir e."    Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier jî, anî ziman ku hem ji ber nasnameya xwe ya jin hem jî ji ber nasnameya xwe ya rojnamevaniya muxalif îktîdar wan dike hedef û got: "Em tên derbkirin, gef li me tên xwarin, em tên binçavkirin û girtin. Li kuçeyê hêzên dewletê karê me asteng dikin. Nahêlin em dîmenan bigirin. Mesela çend hefte berê êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kirin. Wexta nehiştin ez dîmen bigirim min bertek nîşan da. Li ser vê polîsekî ji min re got 'em ê paşê ber bi te jî ve werin.' Em pir bi tiştên wisa re rû bi rû dimînin."   'EM NIKARIN KARTA ZER A ÇAPEMENIYÊ BIGIRIN'    Nazlier, bal kişand ser sererastkirina der barê karta zer a çapemeniyê jî. Nazlier bi bîr xist ky ew ji Fakulteya Ragihandinê mezûn bûye û got: "Di asasê xwe de diviya di nav 6 mehan de min karta zer bigirtina, lê sal û nîveke têm sekinandin. Tenê dibêjin 'ji navenda giştî re hat şandin.' Ji ber tu hincet tune ye, nikarin red jî bikin. Li hemberî saziyên çapemeniyê yên muxalif helwesteke wan heye."    Lê belê Nazlier destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê tim rastiyê binivîsînin û mafê nûçewergirtinê yê gel biparêzin. Nazlier got: "Em ê nehêlin pênûsa Metîn Goktepeyan, Hrant dînakn û Apê Mûsayan bikeve erdê."    Îrem Afşîn ku berê li Rojnameya Haberturk, Kovara Geo, Dokûz Sekîz Haberê dixebitî û niha jî li Medyacopeyê dixebite diyar kir ku di 5 salên dawî de rojnamevaniya wleatiyan û kuçeyê derketiye pêş û got: "Bi awayekî çalak bi bikaranîna medyaya civakî re rojnameyaniya ku zû agahiyan radigihîne gel derket pêş û rojnamevanî bi vê ruşta xwe da îspatkirin." Afşîn, diyar kir ku wexta ew nûçeyên rast çêdikin îktîdar wan hedef digire û rojnamevanên li gorî îktidarê tev nagerin bi êrîşa re rû bi rû dimînin.    ''EM Ê TM BIDIN PÊYÎ RASTIYÊ'    Afşîn, bilêv kir ew berpirsiyariya rojnamevanên girtî li ser milê xwe hîs dikin û got: "Carinan wexta nûçeyan çêdikim, li hevalên girtî difikirim û dibêjim 'li vir bûna teqez wê binivîsandana.' Pêvojoya li pêş me wekî pêvajoyeke baş naxuyê. 10 sal şûnde wexta hin kes li ser rewşa Tirkiyeyê ya niha bifikirin wê ev nûçeyên me ji bo wan bibin belge. Wê ev hemû di dîrokê de cih bigirin. Wexta her peyvekê dinivîsim ev yek tê bîra min."    Afşîn, anî ziman ku ew tim bidin pêyî rastiyan û ew ê rastiyan binivîsînin û got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî wê hevalên me yên rojnamevan dev ji rojnamevaniyê bernedin. Roja ku em nûçeyên xwe digihînin mirovan, ew roj ji bo me roja rojnamevaniyê ye."    MA / Melike Ceyhan