EDENE /HATAY - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê û Rêxistina HDP’ê ya Hatayê, di salvegera komkujiya sê jinên Kurde çalakiyên bîranînê li dar xistin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Rêxistina HDP’ê ya Hatayê, li avahiyên partiyê sê siyasetmedarên jinên Kurd bi bîr anîn.
EDENE
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê li avahiya partiyê sê siyasetmedarên jinên Kurd bi bîr anîn. Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê Sanieya Seçkîn, di bîranînê de axivî û bal kişand ser qetilkirina jinên kurd. Seçkîn, da zanîn ku ev komkujî li dijî têkoşîna rûmeta gelê Kurd û Jinên Kurd bû.
Seçkîn, destnîşan kir ku ewê tu carî têkoşîna siyasetmedarên jinên Kurd ji bîr nekin.
HATAY
Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî, li avahiya partiyê 3 jinên kurd bi bîr anî. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên siyasetmedarên Kurd û dowîzên “Emê we bê mirin bikin, bi em jî kuştin” hatin vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sûltan Başaran, bal kişand ser ne ronî kirina komkujiyê û xwest komkujî dimildest bê ronî kirin.