‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’ 2019-01-09 15:37:01   EDENE /HATAY - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê û Rêxistina HDP’ê ya Hatayê, di salvegera komkujiya sê jinên Kurde çalakiyên bîranînê li dar xistin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Rêxistina HDP’ê ya Hatayê, li avahiyên partiyê sê siyasetmedarên jinên Kurd bi bîr anîn.    EDENE  Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê li avahiya partiyê sê siyasetmedarên jinên Kurd bi bîr anîn. Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê Sanieya Seçkîn, di bîranînê de axivî û bal kişand ser  qetilkirina jinên kurd. Seçkîn, da zanîn ku ev komkujî li dijî têkoşîna rûmeta gelê Kurd û Jinên Kurd bû.  Seçkîn, destnîşan kir ku ewê tu carî têkoşîna siyasetmedarên jinên Kurd ji bîr nekin.   HATAY    Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî, li avahiya  partiyê 3 jinên kurd bi bîr anî. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di  bîranînê de wêneyên siyasetmedarên Kurd û dowîzên “Emê we bê mirin bikin, bi em jî kuştin” hatin vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sûltan Başaran, bal kişand ser ne ronî kirina komkujiyê û xwest komkujî dimildest bê ronî kirin.