TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir

img

AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji bo di bedena û hiş de xesarên mayînde rû nedin, teqez divê vîtamîna B1 bidin kesên di greva birçîbûnê de û got. "Eger vîtamîna B1 neyê dayîn piştî rojên 40'î dibe ku bibe sedema nexweşîna Wernicke-Korsakoff e." 

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha di 16'ê Kanûna 2018'an de bi heman daxwazê li 9 girtîgehan 35 girtî, di 17'ê Kanûna 2018'an de li 4 girtîgehan 13 girtî, di 20'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehekê 4 girtî, di 24'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehekê 5 girtî, di 26'ê Kanûna 2018'an de li 15 girtîgehan 65 girtî, di 28'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehekê girtiyek û di 5'ê Çileya 2018'an de jî li 7 grtîgehan 23 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. 
 
Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, der barê çalakiyan û bandora wan a li ser tenduristiyê de axivî. 
 
Yerlîkaya, çalakiyên greva birçîbûnê yên 1980, 1996, 2000 û 2012'an bi bîr xist û got. "Mixabin di warê çalakiyên greva birçîbûnê em dikarin tevkariya lîteratura cîhanê bikin, yanî ev qasî em xwedî tecrûbe ne." Yerlîkaya, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê texrîbatên mezin li bedena mirovan peyda dikin û her wiha dibin sedema mirinê jî. 
  
'TEQEZ DIVÊ VÎTAMÎNA B1 BÊ DAYÎN' 
 
Yerlîkaya anî ziman ku ji bo di bedena û hiş de xesarên mayînde rû nedin, teqez divê vîtamîna B1 bidin kesên di greva birçîbûnê de û got: "Kesên ketine greva birçîbûnê teqez divê vîtamîna B1 bigirin. Eger vîtamîna B1 neyê dayîn piştî rojên 40'î dibe ku bibe sedema nexweşîna Wernicke-Korsakoff e. Di destpêka nexweşînê de tevlîheviya hişî, xirabûna liv û tevgerên çav û ataksî, nîşaneyên ewil ên ensefalopatiya Wernickeyê ne. Di destpêkê de tevlîheviya hişî û ataksî dibe ku bandorên jehrîbûna alkolê di xwe de bihebînin, lê piştî jehrîbûn diçe ev pirsgirêk dimînin. Hin nexweşên Wernicke ensefalopatî li wan peyda bûne, bi atybetî wexta bi tiyamînê bi awayekî lez û bez bên tedawîkirin dibe ku baş bibin. Carinan asta kronîk a sendroma Wernicke-Korsakoff bi anterograd amneziyê tê cudakirin û li piraniya nexweşên neyên tedawîkirin xirabûna hafizeyê peyda dibe." 
 
Yerlîkaya, anî ziman ku ger vîtamîna B1 neyê girtin, car heye di destpêka grevên birçîbûnêd e jî texrîbatên mezin rû didin û ev yek bi piranî di navbera roja 40-48'an de xwe dide der. Yerlîkaya, destnîşan kir ku di çalakiyên greva birçîbûnê de ji bilî vîtamîna B1 hin maddeyên jiyanî jî hewce ne û got: "Rojê herî kêm divê 5 kevçî şekir bê dayîn. Herî kêm lîtreyeke av, rojê kevçiyek karbonat û vîtamîna B1 a 500 mg. Lê mixabin li Tirkiyeyê vîtamîna B1 bi awayekî saf nayê dîtin. Lê di yên piyaseya Tirkiyeyê de tenê 250 mg vîtamîna B1 heye û loma divê ji van rojê herî kêm 2 heb bên dayîn." 
 
XESARÊN PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçbûnê bi dawî bibin jî, piştî çalakiyê heta demeke dirêj nerihetiyên çalakgeran didomin û got: "Piştî çalakî bi dawî bû divê bijîşk tiştên avî yên saf şekir di wan de ye nedin çalakgeran, teqez divê tiştên avî yên vîtamîna B1 di wan de ye bidin. Ger çalakiya greva birçîbûnê dirêj bajor hin tiştên din rû didin. Mesela ev dibe nerihetiyeke made û roviyan be, ji ber texrîbata pergala sinirê pirsgirêkên dîtinê rû didin, hin kes mehkûmî sandalyeyên bi tekerek dibin. Her ku ev pêvajo dirêj bajo, pirsgirêkên enfksiyonî jî rû didin. Yanî divê ev pêvajo dirêj najo." 
 
'DIVÊ MUDAXILE ÇÊNEBE' 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku armanca sereke ya greva birçîbûnê ne mirin e û got. "Ji ber em dizanin ev ne awayekî întiharê ye, em nikarin bibêjin çalakiyeke grevê birçîbûnê wis abê kirin wê baştir be. A rast greva birçîbûnê li dijî felsefeya bijîşktiyê ye. Lê em vê jî dizanin; li gorî pênaseyên navnetewî yên der barê greva birçîbûnê de divê bi tu away mudaxileyî wê neyê kirin. Tenê çalakger bi înîsyatîfa xwe dikarin dawî li çalakiya xwe bînin." 
 
'HÎN BERSIV NEHATIYE DAYÎN' 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku berê çalakiya greva birçîbûnê li bedena girtî û hikumxwaran bibe sedema texrîbatên mezin divê bi dawî bibe û got: "Ji bo qewimînên neyînî yên di grevên birçîbûnê de rû didin bi raya giştî re bên parvekirin platformek hatiye avakirin. Wekî Odeya Bijîşkan a Amedê me serlêdan kir. Ev, li gorî Danezana Maltayê divê ji aliyê heyeteke serbixwe ve çalakger bên şopandin. Ji bo em di warê tenrudistiyê de kontrola çalakgerên di grevaê de bikin me hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re çêkir. Lê belê got ew daxwaza me ji Wezareta Dadê re ragihîne. Hîn bersiva nehatiye. Em şopdarê vê mijarê ne." 
 
 
Yerlîkaya, bilêv kir ku ew wek bijîşk çalakiyên greva birçîbûnê pesend nakin û ji bo dawî li çalakiyan bê bang li raya giştî kir ku bi hesasî tev bigerin. 

Sernavên din

09/01/2019
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî
17:07 Stand-upa "Qirdik" li Stenbolê ye
16:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de sîrgûn kirin
16:57 Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin
16:47 2 stranbêjin li dawetan distirînin hatin girtin
16:07 Kurtulan: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê divê daxwazên Guven bên qebûlkirin
15:39 Kedkarên hatin îxrackirin bila li karê xwe vegerin
14:53 Qeyûmê Wêranşarê nûçe piştrast kir
14:50 Siyasetmedarên jinên Kurd li Îzmîrê hatin bibîranîn
14:14 Platforma girtîgehan bişopîne li Amedê hat avakirin
13:41 Temel: Welat li benda me ye!
13:04 Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek
13:04 Dadgehe di doza Sara Kaya de dosya amîrê TEM'ê xwest
12:49 Demîrtaş: Ez îtîfaqa li Kurdistanê giring û pir watedar dibînim
12:33 Guven 4 rojin nikaren bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
12:09 Greva birçîbûnê belav dibe: Herî kêm 156 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne
10:27 Benzîn û mazot zem dibe
09:57 Maşina karker û xwendekaran li hev qelibîn: 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
09:48 5 hezar û 600 hilbijêrên nû çêbûn: 3 hezar û 500 hilbijêr ne ji Şirnexê ne!
09:25 Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
09:25 Li Licê, Hênê û Karazê sala nû bi qedexeyan dest pê kir
09:08 ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonê pêk bîne'
09:07 Rêyên ku qeyûm li Wêranşarê bi 12 milyon tl çêkir hilweşiya
09:06 Bernameya Şa Performans a Çile diyar bû
09:06 Dozger ji xwediyê rojnameya Kurdî 15 sal ceza xwest
09:05 ‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin'
09:04 Li Edeneyê zextan sîxuriyê li ciwanên HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2019'AN
06/01/2019
21:30 Di medya civakî de ji bo Leyla Guven kampanya piştgiryê
16:35 Başaran a HDP'î: Em deng bidin qêrîna girtiyan
16:25 ‘Civîna Jinan a Tirkiye' bi dawi bû
16:20 Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê: Êrîş bi me gavan paşve nade avêtin
16:11 Li Sêrtê qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran hatin jêbirin
15:53 Platforma Îxracan a Amedê: Em dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin
15:30 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:14 DYA: Heta em kurdan neparêzin em venakişin
14:37 Bi ser qawîşa girtiyên di greva birçîbûnê de girtin
14:23 Li Rihayê kesek hat binçavkirin
14:17 Partiyên Kurd dê li Amedê deklarasyonekê hevpar biweşînin
13:51 Di nava partiyên Kurdan de hevparbûn: Armanc Yekitiya Neteweya Kurde
12:53 Konê li dijî JES’an hatibû danîn hat rakirin, çalakî didome
12:13 Fîlîpînê bahoz rabû: 126 kes mirin
12:00 Li Brezîlaya erdheja pileya wê 6,8 rû da
11:25 Enqeriyan bang kirin: Em bibin dengê Guven
10:22 Elizabet Gewriye: Me bi hêza cewherî ya gel axa xwe rizgar kir
10:21 Rêveberên HDP’ê tên tehdîtkirin!
09:44 Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê
09:07 Hatîmogullari: Leyla Guven mafdare divê tecrîd rabe
09:05 Li Girtîgeha Alanya lîmon, xwê û şekir nadin girtiyan
09:04 Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû li Fûara Çûkûrovayê ye
09:03 ROJEVA 06'Ê ÇILE YA 2019'AN
05/01/2019
22:45 Îzgoren: Ya helbestê bi me dide nivîsandin êş û derd in
22:13 Polîsan ji bo 'stîckeran' avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê
19:51 Îhaleyên der barê firotina erseyên Şaredariya Sûrê de hatin betalkirin