TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir 2019-01-08 09:16:41 AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji bo di bedena û hiş de xesarên mayînde rû nedin, teqez divê vîtamîna B1 bidin kesên di greva birçîbûnê de û got. "Eger vîtamîna B1 neyê dayîn piştî rojên 40'î dibe ku bibe sedema nexweşîna Wernicke-Korsakoff e."  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha di 16'ê Kanûna 2018'an de bi heman daxwazê li 9 girtîgehan 35 girtî, di 17'ê Kanûna 2018'an de li 4 girtîgehan 13 girtî, di 20'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehekê 4 girtî, di 24'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehekê 5 girtî, di 26'ê Kanûna 2018'an de li 15 girtîgehan 65 girtî, di 28'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehekê girtiyek û di 5'ê Çileya 2018'an de jî li 7 grtîgehan 23 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.    Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, der barê çalakiyan û bandora wan a li ser tenduristiyê de axivî.    Yerlîkaya, çalakiyên greva birçîbûnê yên 1980, 1996, 2000 û 2012'an bi bîr xist û got. "Mixabin di warê çalakiyên greva birçîbûnê em dikarin tevkariya lîteratura cîhanê bikin, yanî ev qasî em xwedî tecrûbe ne." Yerlîkaya, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê texrîbatên mezin li bedena mirovan peyda dikin û her wiha dibin sedema mirinê jî.     'TEQEZ DIVÊ VÎTAMÎNA B1 BÊ DAYÎN'    Yerlîkaya anî ziman ku ji bo di bedena û hiş de xesarên mayînde rû nedin, teqez divê vîtamîna B1 bidin kesên di greva birçîbûnê de û got: "Kesên ketine greva birçîbûnê teqez divê vîtamîna B1 bigirin. Eger vîtamîna B1 neyê dayîn piştî rojên 40'î dibe ku bibe sedema nexweşîna Wernicke-Korsakoff e. Di destpêka nexweşînê de tevlîheviya hişî, xirabûna liv û tevgerên çav û ataksî, nîşaneyên ewil ên ensefalopatiya Wernickeyê ne. Di destpêkê de tevlîheviya hişî û ataksî dibe ku bandorên jehrîbûna alkolê di xwe de bihebînin, lê piştî jehrîbûn diçe ev pirsgirêk dimînin. Hin nexweşên Wernicke ensefalopatî li wan peyda bûne, bi atybetî wexta bi tiyamînê bi awayekî lez û bez bên tedawîkirin dibe ku baş bibin. Carinan asta kronîk a sendroma Wernicke-Korsakoff bi anterograd amneziyê tê cudakirin û li piraniya nexweşên neyên tedawîkirin xirabûna hafizeyê peyda dibe."    Yerlîkaya, anî ziman ku ger vîtamîna B1 neyê girtin, car heye di destpêka grevên birçîbûnêd e jî texrîbatên mezin rû didin û ev yek bi piranî di navbera roja 40-48'an de xwe dide der. Yerlîkaya, destnîşan kir ku di çalakiyên greva birçîbûnê de ji bilî vîtamîna B1 hin maddeyên jiyanî jî hewce ne û got: "Rojê herî kêm divê 5 kevçî şekir bê dayîn. Herî kêm lîtreyeke av, rojê kevçiyek karbonat û vîtamîna B1 a 500 mg. Lê mixabin li Tirkiyeyê vîtamîna B1 bi awayekî saf nayê dîtin. Lê di yên piyaseya Tirkiyeyê de tenê 250 mg vîtamîna B1 heye û loma divê ji van rojê herî kêm 2 heb bên dayîn."    XESARÊN PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Yerlîkaya, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçbûnê bi dawî bibin jî, piştî çalakiyê heta demeke dirêj nerihetiyên çalakgeran didomin û got: "Piştî çalakî bi dawî bû divê bijîşk tiştên avî yên saf şekir di wan de ye nedin çalakgeran, teqez divê tiştên avî yên vîtamîna B1 di wan de ye bidin. Ger çalakiya greva birçîbûnê dirêj bajor hin tiştên din rû didin. Mesela ev dibe nerihetiyeke made û roviyan be, ji ber texrîbata pergala sinirê pirsgirêkên dîtinê rû didin, hin kes mehkûmî sandalyeyên bi tekerek dibin. Her ku ev pêvajo dirêj bajo, pirsgirêkên enfksiyonî jî rû didin. Yanî divê ev pêvajo dirêj najo."    'DIVÊ MUDAXILE ÇÊNEBE'    Yerlîkaya, destnîşan kir ku armanca sereke ya greva birçîbûnê ne mirin e û got. "Ji ber em dizanin ev ne awayekî întiharê ye, em nikarin bibêjin çalakiyeke grevê birçîbûnê wis abê kirin wê baştir be. A rast greva birçîbûnê li dijî felsefeya bijîşktiyê ye. Lê em vê jî dizanin; li gorî pênaseyên navnetewî yên der barê greva birçîbûnê de divê bi tu away mudaxileyî wê neyê kirin. Tenê çalakger bi înîsyatîfa xwe dikarin dawî li çalakiya xwe bînin."    'HÎN BERSIV NEHATIYE DAYÎN'    Yerlîkaya, destnîşan kir ku berê çalakiya greva birçîbûnê li bedena girtî û hikumxwaran bibe sedema texrîbatên mezin divê bi dawî bibe û got: "Ji bo qewimînên neyînî yên di grevên birçîbûnê de rû didin bi raya giştî re bên parvekirin platformek hatiye avakirin. Wekî Odeya Bijîşkan a Amedê me serlêdan kir. Ev, li gorî Danezana Maltayê divê ji aliyê heyeteke serbixwe ve çalakger bên şopandin. Ji bo em di warê tenrudistiyê de kontrola çalakgerên di grevaê de bikin me hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re çêkir. Lê belê got ew daxwaza me ji Wezareta Dadê re ragihîne. Hîn bersiva nehatiye. Em şopdarê vê mijarê ne."      Yerlîkaya, bilêv kir ku ew wek bijîşk çalakiyên greva birçîbûnê pesend nakin û ji bo dawî li çalakiyan bê bang li raya giştî kir ku bi hesasî tev bigerin.