Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê

img
AMED – Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, dosyaya Leyla Guven ku 60 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye jî di navde, 4 parlamenterên HDP’ê yên ji doza KCK'ê tên darizandin bi lez lêkolîn kir û ji dadgeha bilind xwest ku cezayê wan bê erêkirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku ev hewldana serdozger girêdayî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya Adarê ye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, piştî bi lez û bez cezayê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş erê kir û şûnde niha ji bo cezayê 4 wekilên HDP'ê bê erêkirin mutaala amade kir û xwest cezayê wekilên HDP'ê bê erêkirin. Di 14'ê Nîsana 2009’an de li dijî hevşaredar û siyasetmedarên kurd di bin navê "Doza KCK'ê" de operasyon hatibû li darxistin. Dadgeha herêmî der barê siyasetmedarên kurd ên ji "Doza KCK'ê" tên darizandin bi lez biryar dabû û xwestibûn bên cezakirin. Der barê 154 siyasetmedarên kurd ku di navde Siyasetmedar Ahmet Turk û Hatîp Dicle jî hebûn doz hatibû vekirin û bi salan e tên darizandin. 4 kesên di heman dosyayê de doz li wan hat vekirin û dadgeha herêmî cezayên wan erê kiribû û şandibû dadgeha bilind.  Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, dosyaya Leyla Guven ku 60 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye jî di navde, 4 parlamenterên HDP’ê yên ji doza KCK'ê tên darizandin bi lez lêkolîn kir û ji dadgeha bilind xwest ku cezayê wan bê erêkirin. Serdozgeriyê der barê Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê Tayip Temel, Pero Dundar û Musa Farisogullari de  mutaala amade kir û xwest cezayê wan bê erêkirin. 
 
Di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedarên kurd di bin navê "doza KCK'ê de operasyon pêk hatibû. Di serî de endam û rêveberên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin. Piştî DTP'ê di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2009'an de gelek şaredarî bi dest xistin, li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hatibû. Li gel siyasetmedaran nûnerên rêxistinên civakî, rewşenbir, nivîskar, rojnameger û gelek kesên cuda hatin binçavkirin û girtin. Beriya operasyona girtinê ya li dijî siyasetmedarên kurd dest pê bike, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û KCK'ê beriya hilbijartina 29'ê Adara 2009'an ji bo ji 13'ê Nîsana 2009’an heta 1'ê Heziranê biryara agirbestê îlan kiribûn. Serokomar Abdullah Gul, beriya operasyonê gotibû "Di pirsgirêka kurd de dê tiştên baş pêk bên. Di heman serdemê de di navbera Dewletê û rêveberiya KCK'ê de li Oslo hevdîtin dihatin kirin. 
 
Operasyona yekemîn di 14'ê Nîsanê de pêk hat û 72 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 52 siyasetmedar hatin girtin. Piştre di 17'ê Hezîran, 11'ê îlon û 25'ê Kanûna 2009'an de di bin navê "Doza KCK'ê" de li dijî siyasetmedarên kurd 4 operasyonên cuda pêk hatin. Di operasyonan de parêzer û parazvanên mafên mirovan jî di navde 151 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 103 kes hatin girtin. Darizandina doza sereke ya KCK'ê ku di sibata 2007'an de li ser îxbarekê dest pê kir hêj didome. Di wê pêvajoyê de Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser 10 rêgezên xalên bingehîn 156 rûpel "Nexşe Rê" di 15'ê Tebaxê de pêşkêşî dewletê kir. Tevî ku KCK'ê heta 1'ê Îlonê agirbest îlan kir jî di 11'ê Îlonê de dîsa li dijî KCK'ê operasyon pêk hat. Tevî van operasyonan li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Qandîl û Mexbûrê Koma Aştiye ku ji 34 kesan pêk dihat hatin Tirkiye. Pêvajoya Xabûrê dest pê kir û piştre gelek ji wan hatin girtin û rastî ceza hatin. Piştî hatina koma aştiyê li 9 bajaran di 25'ê Kanûna 2009'an de operasyona hemwext pêk hat û 10 şaredarên DTP’ê jî di navde 76 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 23 kes hatibûn girtin.  Di vê pêvajoyê de daxwaza parastina kurdî hat qedexekirin û Kurdî wekî zimanê nayê zanîn hat pênasekirin. Ji kesên ku tên darizandin hêj doz bi encam nebû Fadile Bayram, Mehmet Abbasoglu, Sevê Demîr û Îlhan Diken jiyana xwe ji dest dan. 
 
4'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê der barê 89 siyasetmedarên kurd de cezayê ku dadgeha herêmî dabû erê kir. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Amedê, di çarçoveya "Doza sereke ya KCK'ê de di 28'ê Adara 2017'an de, ji 154 siyasetmedaran li 139 siyasetmedaran ceza birî bû. Dageha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê der barê 89 siyasetmedarên ku namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî hene, ceza erê kir.  Di nava 89 kesan de 4 namzetên parlamenteriyê jî hene. Dadgehê tenê der barê Ferhan Turk û Veysel Akar de bi sedema delîl kêm in ceza xera kir. Dadgehê di heman çarçoveyê de 5 sal cezayê siyasetmedar Zubeyde Zumrut, 4 sal û 8 meh cesayê siyasetmedar Mehmet Guzel û Mehmet Aksunger jî erê kirin. Heyeta dadgehê der barê doza ku dosya ji 11 hezar û 84 rûpelan pêk tê de di nava 8 mehan de biryar da. Der barê 89 siyasetmedaran de ceza erê kir û der barê 15 siyasetmedaran de biryara beraetê da. Dadgehê di nava 8 mehan de der barê doza ku ji 608 klasoran pek tê biryar da. Dadgehê der barê 89 kesên ku namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê hene jî beriya hilbijartina 24'ê hezîranê bi lez û bez biryar da. Dadgehê der barê doza Ergenekonê ku 275 bersûc hebûn 3 sal şûnde biryar dabû. Der barê doza Balyoz a 330 kes dihat darizandin jî piştî salekê biryar dabû. 
 
 
6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê piştî 8 salan di 28'ê Adarda 2017'an de biryar dabû. Dadgehê der barê 99 kesan de bi giştî hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû. Li ser îtîrazê dosya şandibûn 4'emin Daîreya Îdarî ya Dadgeha Herêmê ya Dîlokê. Dadgehê di 18'ê Nîsana 2018'an de der barê 89 kesan de ceza erê kir. Der barê 10 kesan de jî biryar xera kiribû. 
 
JI BO 4 WEKÎLÊN HDP'Ê XWEST CEZA BÊ ERÊKIRIN
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, der barê parlamenterên HDP'ê Leyla Guven Tayip Temel, Pero Dündar û Musa Farisogullari de mutaala amade kir û xwest 4 wekîl cezaye wan bê erêkirin. Serdozger di 18'ê Kanûna 2018'an de mutalaa amade kir û şand 6'emîn Daîreya Dadgeha Bilind. Ger ku 6'emîn Daireya Dadgeha Bilind daxwaza dozger erê bike dê dosyaya 4 wekilên HDP'ê bişînin meclîsê. Ger ku meclîs rewşa wan niqaş bike dibe ku wekîltia wan bê xistin jî. 
 
Ger ku dadgeh daxwaza dozger erê bike, navê gelek kesên ku HDP wan ji bo hilbijartina 31'ê adara 2019'an difikire jî dê rewşa wan têxeve xeterê. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku doza bi 103 kesan dest pê kir û heta 190 kesan zêde bû, gelek wekîlên ku di navde dihatin darizandin jiyana xwe ji dest dan. Aydin, anî ziman ku di sala 2009'an de operasyonê dest pê kir û der barê siyasetmedaran de 7 hezar û 500 rûpel îdîaname amade kirin û wiha got: "Wekî 600 klasorî şandin dadgeh îstinafê. Dadgeha Îstinafê çawa di demek kurd de ev dosya erê kirin. Me li dijî vê biryarê îtîraz kir. 2 meh berê dosya çûn Dadgeha Bilind. Di dosyaya ku 190 bersûc hene de çawa ew qas zû bi encam dikin. Geşedan nîşan dide ku beriya hilbijartinên 24'ê hezîranê heman tişt pêş ketibû. Niha beriya hilbijartina Adarê jî serî li heman rêbaz û hewldanan didin. " 
 
 

Sernavên din

09/01/2019
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî
17:07 Stand-upa "Qirdik" li Stenbolê ye
16:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de sîrgûn kirin
16:57 Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin
16:47 2 stranbêjin li dawetan distirînin hatin girtin
16:07 Kurtulan: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê divê daxwazên Guven bên qebûlkirin
15:39 Kedkarên hatin îxrackirin bila li karê xwe vegerin
14:53 Qeyûmê Wêranşarê nûçe piştrast kir
14:50 Siyasetmedarên jinên Kurd li Îzmîrê hatin bibîranîn
14:14 Platforma girtîgehan bişopîne li Amedê hat avakirin
13:41 Temel: Welat li benda me ye!
13:04 Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek
13:04 Dadgehe di doza Sara Kaya de dosya amîrê TEM'ê xwest
12:49 Demîrtaş: Ez îtîfaqa li Kurdistanê giring û pir watedar dibînim
12:33 Guven 4 rojin nikaren bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
12:09 Greva birçîbûnê belav dibe: Herî kêm 156 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne
10:27 Benzîn û mazot zem dibe
09:57 Maşina karker û xwendekaran li hev qelibîn: 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
09:48 5 hezar û 600 hilbijêrên nû çêbûn: 3 hezar û 500 hilbijêr ne ji Şirnexê ne!
09:25 Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
09:25 Li Licê, Hênê û Karazê sala nû bi qedexeyan dest pê kir
09:08 ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonê pêk bîne'
09:07 Rêyên ku qeyûm li Wêranşarê bi 12 milyon tl çêkir hilweşiya
09:06 Bernameya Şa Performans a Çile diyar bû
09:06 Dozger ji xwediyê rojnameya Kurdî 15 sal ceza xwest
09:05 ‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin'
09:04 Li Edeneyê zextan sîxuriyê li ciwanên HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2019'AN
06/01/2019
21:30 Di medya civakî de ji bo Leyla Guven kampanya piştgiryê
16:35 Başaran a HDP'î: Em deng bidin qêrîna girtiyan
16:25 ‘Civîna Jinan a Tirkiye' bi dawi bû
16:20 Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê: Êrîş bi me gavan paşve nade avêtin
16:11 Li Sêrtê qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran hatin jêbirin
15:53 Platforma Îxracan a Amedê: Em dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin
15:30 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:14 DYA: Heta em kurdan neparêzin em venakişin
14:37 Bi ser qawîşa girtiyên di greva birçîbûnê de girtin
14:23 Li Rihayê kesek hat binçavkirin
14:17 Partiyên Kurd dê li Amedê deklarasyonekê hevpar biweşînin
13:51 Di nava partiyên Kurdan de hevparbûn: Armanc Yekitiya Neteweya Kurde
12:53 Konê li dijî JES’an hatibû danîn hat rakirin, çalakî didome
12:13 Fîlîpînê bahoz rabû: 126 kes mirin
12:00 Li Brezîlaya erdheja pileya wê 6,8 rû da
11:25 Enqeriyan bang kirin: Em bibin dengê Guven
10:22 Elizabet Gewriye: Me bi hêza cewherî ya gel axa xwe rizgar kir
10:21 Rêveberên HDP’ê tên tehdîtkirin!
09:44 Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê
09:07 Hatîmogullari: Leyla Guven mafdare divê tecrîd rabe
09:05 Li Girtîgeha Alanya lîmon, xwê û şekir nadin girtiyan
09:04 Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû li Fûara Çûkûrovayê ye
09:03 ROJEVA 06'Ê ÇILE YA 2019'AN
05/01/2019
22:45 Îzgoren: Ya helbestê bi me dide nivîsandin êş û derd in
22:13 Polîsan ji bo 'stîckeran' avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê
19:51 Îhaleyên der barê firotina erseyên Şaredariya Sûrê de hatin betalkirin