Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê 2019-01-06 09:44:48   AMED – Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, dosyaya Leyla Guven ku 60 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye jî di navde, 4 parlamenterên HDP’ê yên ji doza KCK'ê tên darizandin bi lez lêkolîn kir û ji dadgeha bilind xwest ku cezayê wan bê erêkirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku ev hewldana serdozger girêdayî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya Adarê ye.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, piştî bi lez û bez cezayê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş erê kir û şûnde niha ji bo cezayê 4 wekilên HDP'ê bê erêkirin mutaala amade kir û xwest cezayê wekilên HDP'ê bê erêkirin. Di 14'ê Nîsana 2009’an de li dijî hevşaredar û siyasetmedarên kurd di bin navê "Doza KCK'ê" de operasyon hatibû li darxistin. Dadgeha herêmî der barê siyasetmedarên kurd ên ji "Doza KCK'ê" tên darizandin bi lez biryar dabû û xwestibûn bên cezakirin. Der barê 154 siyasetmedarên kurd ku di navde Siyasetmedar Ahmet Turk û Hatîp Dicle jî hebûn doz hatibû vekirin û bi salan e tên darizandin. 4 kesên di heman dosyayê de doz li wan hat vekirin û dadgeha herêmî cezayên wan erê kiribû û şandibû dadgeha bilind.  Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, dosyaya Leyla Guven ku 60 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye jî di navde, 4 parlamenterên HDP’ê yên ji doza KCK'ê tên darizandin bi lez lêkolîn kir û ji dadgeha bilind xwest ku cezayê wan bê erêkirin. Serdozgeriyê der barê Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê Tayip Temel, Pero Dundar û Musa Farisogullari de  mutaala amade kir û xwest cezayê wan bê erêkirin.    Di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedarên kurd di bin navê "doza KCK'ê de operasyon pêk hatibû. Di serî de endam û rêveberên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin. Piştî DTP'ê di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2009'an de gelek şaredarî bi dest xistin, li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hatibû. Li gel siyasetmedaran nûnerên rêxistinên civakî, rewşenbir, nivîskar, rojnameger û gelek kesên cuda hatin binçavkirin û girtin. Beriya operasyona girtinê ya li dijî siyasetmedarên kurd dest pê bike, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û KCK'ê beriya hilbijartina 29'ê Adara 2009'an ji bo ji 13'ê Nîsana 2009’an heta 1'ê Heziranê biryara agirbestê îlan kiribûn. Serokomar Abdullah Gul, beriya operasyonê gotibû "Di pirsgirêka kurd de dê tiştên baş pêk bên. Di heman serdemê de di navbera Dewletê û rêveberiya KCK'ê de li Oslo hevdîtin dihatin kirin.    Operasyona yekemîn di 14'ê Nîsanê de pêk hat û 72 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 52 siyasetmedar hatin girtin. Piştre di 17'ê Hezîran, 11'ê îlon û 25'ê Kanûna 2009'an de di bin navê "Doza KCK'ê" de li dijî siyasetmedarên kurd 4 operasyonên cuda pêk hatin. Di operasyonan de parêzer û parazvanên mafên mirovan jî di navde 151 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 103 kes hatin girtin. Darizandina doza sereke ya KCK'ê ku di sibata 2007'an de li ser îxbarekê dest pê kir hêj didome. Di wê pêvajoyê de Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser 10 rêgezên xalên bingehîn 156 rûpel "Nexşe Rê" di 15'ê Tebaxê de pêşkêşî dewletê kir. Tevî ku KCK'ê heta 1'ê Îlonê agirbest îlan kir jî di 11'ê Îlonê de dîsa li dijî KCK'ê operasyon pêk hat. Tevî van operasyonan li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Qandîl û Mexbûrê Koma Aştiye ku ji 34 kesan pêk dihat hatin Tirkiye. Pêvajoya Xabûrê dest pê kir û piştre gelek ji wan hatin girtin û rastî ceza hatin. Piştî hatina koma aştiyê li 9 bajaran di 25'ê Kanûna 2009'an de operasyona hemwext pêk hat û 10 şaredarên DTP’ê jî di navde 76 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 23 kes hatibûn girtin.  Di vê pêvajoyê de daxwaza parastina kurdî hat qedexekirin û Kurdî wekî zimanê nayê zanîn hat pênasekirin. Ji kesên ku tên darizandin hêj doz bi encam nebû Fadile Bayram, Mehmet Abbasoglu, Sevê Demîr û Îlhan Diken jiyana xwe ji dest dan.    4'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê der barê 89 siyasetmedarên kurd de cezayê ku dadgeha herêmî dabû erê kir. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Amedê, di çarçoveya "Doza sereke ya KCK'ê de di 28'ê Adara 2017'an de, ji 154 siyasetmedaran li 139 siyasetmedaran ceza birî bû. Dageha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê der barê 89 siyasetmedarên ku namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî hene, ceza erê kir.  Di nava 89 kesan de 4 namzetên parlamenteriyê jî hene. Dadgehê tenê der barê Ferhan Turk û Veysel Akar de bi sedema delîl kêm in ceza xera kir. Dadgehê di heman çarçoveyê de 5 sal cezayê siyasetmedar Zubeyde Zumrut, 4 sal û 8 meh cesayê siyasetmedar Mehmet Guzel û Mehmet Aksunger jî erê kirin. Heyeta dadgehê der barê doza ku dosya ji 11 hezar û 84 rûpelan pêk tê de di nava 8 mehan de biryar da. Der barê 89 siyasetmedaran de ceza erê kir û der barê 15 siyasetmedaran de biryara beraetê da. Dadgehê di nava 8 mehan de der barê doza ku ji 608 klasoran pek tê biryar da. Dadgehê der barê 89 kesên ku namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê hene jî beriya hilbijartina 24'ê hezîranê bi lez û bez biryar da. Dadgehê der barê doza Ergenekonê ku 275 bersûc hebûn 3 sal şûnde biryar dabû. Der barê doza Balyoz a 330 kes dihat darizandin jî piştî salekê biryar dabû.      6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê piştî 8 salan di 28'ê Adarda 2017'an de biryar dabû. Dadgehê der barê 99 kesan de bi giştî hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû. Li ser îtîrazê dosya şandibûn 4'emin Daîreya Îdarî ya Dadgeha Herêmê ya Dîlokê. Dadgehê di 18'ê Nîsana 2018'an de der barê 89 kesan de ceza erê kir. Der barê 10 kesan de jî biryar xera kiribû.    JI BO 4 WEKÎLÊN HDP'Ê XWEST CEZA BÊ ERÊKIRIN   Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, der barê parlamenterên HDP'ê Leyla Guven Tayip Temel, Pero Dündar û Musa Farisogullari de mutaala amade kir û xwest 4 wekîl cezaye wan bê erêkirin. Serdozger di 18'ê Kanûna 2018'an de mutalaa amade kir û şand 6'emîn Daîreya Dadgeha Bilind. Ger ku 6'emîn Daireya Dadgeha Bilind daxwaza dozger erê bike dê dosyaya 4 wekilên HDP'ê bişînin meclîsê. Ger ku meclîs rewşa wan niqaş bike dibe ku wekîltia wan bê xistin jî.    Ger ku dadgeh daxwaza dozger erê bike, navê gelek kesên ku HDP wan ji bo hilbijartina 31'ê adara 2019'an difikire jî dê rewşa wan têxeve xeterê. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku doza bi 103 kesan dest pê kir û heta 190 kesan zêde bû, gelek wekîlên ku di navde dihatin darizandin jiyana xwe ji dest dan. Aydin, anî ziman ku di sala 2009'an de operasyonê dest pê kir û der barê siyasetmedaran de 7 hezar û 500 rûpel îdîaname amade kirin û wiha got: "Wekî 600 klasorî şandin dadgeh îstinafê. Dadgeha Îstinafê çawa di demek kurd de ev dosya erê kirin. Me li dijî vê biryarê îtîraz kir. 2 meh berê dosya çûn Dadgeha Bilind. Di dosyaya ku 190 bersûc hene de çawa ew qas zû bi encam dikin. Geşedan nîşan dide ku beriya hilbijartinên 24'ê hezîranê heman tişt pêş ketibû. Niha beriya hilbijartina Adarê jî serî li heman rêbaz û hewldanan didin. "