NAVEND NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Parastinê ya DYA’yê Dona Whîte ragihand ku ji rêveberiya Trump îstîfa kiriye.
Berdevka Wezareta Parastinê ya Pentagonê Dana Whîte li ser hesabê Tweetterê daxuyanî da û got: “Hemû fersendên ku vê rêveberiyê dan min, desteka hemû sivîlan, endamên servîsê û Wezîrê Parastinê Mattîs bi nirx dibînim.”
Beriya Berdevka Pentagonê Whîte îstîfa bike, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Jîm Mattîs û Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê DYA Bret Mcgurk îstifa kiribûn.
Mattîs û Mcgurk piştî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê DYa Donald Trump îstîfaya xwe dabûn.
Alîkarê Wezîrê Parastinê û senatorê berê Charlîe Summer jî ji bo berdevkiya Pentagonê hat erkdarkirin.