Berdevka Pentagonê jî îstîfa kir 2019-01-01 15:34:25   NAVEND NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Parastinê ya DYA’yê Dona Whîte ragihand ku ji rêveberiya Trump îstîfa kiriye.   Berdevka Wezareta Parastinê ya Pentagonê Dana Whîte li ser hesabê Tweetterê daxuyanî da û got: “Hemû fersendên ku vê rêveberiyê dan min, desteka hemû sivîlan, endamên servîsê û Wezîrê Parastinê Mattîs bi nirx dibînim.”   Beriya Berdevka Pentagonê Whîte îstîfa bike, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Jîm Mattîs û Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê  yê DYA Bret Mcgurk îstifa kiribûn.    Mattîs û Mcgurk piştî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê DYa Donald Trump îstîfaya xwe dabûn.   Alîkarê Wezîrê Parastinê û senatorê berê Charlîe Summer jî ji bo berdevkiya Pentagonê hat erkdarkirin.