STENBOL – Serlêdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din a ji bo hevdîtinê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
Bira Mehmet Ocalan, xwişk Fatma Ocalan û wasî Mazlum Dînç ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtina heftane serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatê red kir.
Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş bi boneya hevdîtinê duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Daxwaza malbatan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hat redkirin.