Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin 2018-12-28 16:31:37   STENBOL – Serlêdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din a ji bo hevdîtinê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.    Bira Mehmet Ocalan, xwişk Fatma Ocalan û wasî Mazlum Dînç ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtina heftane serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatê red kir.    Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş bi boneya hevdîtinê duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Daxwaza malbatan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hat redkirin.