Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike

  • rojane
  • 09:08 19 Kanûn 2018
  • |
img

ÊLIH - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, deriyê Sînemaya Yilmaz Guney girtibûn. Paşê agir bi sînemayê ketibû. Derhênerên sînemayê ji ber sînema ji nû ve nehat çêkirin bertek nîşan dan û gotin: "Gel doza sînemaya xwe dike. Tiştên qewimîn nîşan dide ku hîn jî ji navê Yilmaz Guney ditirsin." 

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, Sînemaya Yilmaz Guney hatibû girtin. Paşê di 30'yê Çileya 2017'an de hatibû derpêşkirin ji ber ceryanê agir bi sînemayê ketiye û ji ber vê sînema hat rûxandin. Piştî hat rûxandin qeyûm daxuyandibû ku wê sînemeyeke hîn nûjentir çêbikin û ji bo vê 3 projeyên nû hatin amadekirin. Ev proje li ser malpera înternetê ya şaredariyê wekî anketê hatin berpêşkirin û di 25'ê Tebaxa 2017'an de anket bi dawî bû, lê belê sînema nehat çêkirin. Şûna sînemayê daxilî parkê hat kirin û şûna wê bi çîtan hat girtin. Herî dawî bi pirsa "bila şûna sînemayê bibe qada hêşîn" anketeke din hat çêkirin. 
 
Derhênerên sînemayê bertek nîşanî vê yekê dan.
 
'JI NAVÊ GUNEY DITIRSIN' 
 
Derhênerê belgefîlma "Çîrkîn Kral Efsanesî" Huseyîn Tabak, ji ber sînema ji nû ve nehat çêkirin bertek nîşan da. Tabak, destnîşan kir ku ji bo navê Guney bê jibîkirin û fikrên wî neyên belavkirin sînema nayê çêkirin û got: "Gelê Êlihê doza sînemaya xwe dike. Wexta hatim Êlihê min ev yek bi çavê xwe dît. Li Êlihê li ser navê Guney mîhrîcana fîlman jî heye, lê belê sînemaya wî tune ye. Fîlmên Guney li cîhanê belav dibin. Lê belê ev qewimînên rû dan nîşan didin ku hîn jî ji navê Yilmaz Guney ditirsin." 
 
'TENÊ NE EYWANA SÎNEMAYÊ BÛ' 
 
Derhêner Alî Ergul jî, diyar kir ku piştî şewitandina sînemayê bêdengiyek rû daye û bêdengiya kes û saziyên di warê sînemayê de tev digerin rexne kir. Ergul, destnîşan kir ku sînema tenê ne eywan e û got: "Ew der tenê ne eywana sînemayê bû. Êlih bi cinayetên kiryar nediyar veguherîbû bajarekî xeyaletî. Lê belê bi wê sînemayê ruhek li Êlihê peyda bû. Helbet li Êlihê qadên hêşînayî kêm in. Yek ji bajarên ku herî zêde betonarme lê heye. Lê belê qada hêşîn a herî mezin Esentepeyê kirin beton û niha jî dixwazin cihê sînemayê bikin qada hêşîn. Ev tiştekî ecêb e, fêm nakim." 
 
Ergul, diyar kir ku hêviya wî hîn jî heye ku wê sînema dîsa bê çêkirin û ji bo vê jî têkoşîn divê. 
 
Derhêner Kazim Oz jî, anî ziman ku berê ew di Sînemaya Yilmaz Guney de xebitiye. Oz, diyar kir ku pêdiviya Êlihê bi sînemeyeke li ser navê Yilmaz Guney heye û got: "Cara ewil bû piştî salên dûr û dirêj li Êlihê bi deh hezaran kes sînema temaşe kirin. Eywana sînemayê di warê çandî de bû cihê rûpeleke nû. Gel jî xwedî li sînemayê derket. Yanî li Êlihê di warê sînemayê de şoreşek pêk hat. Li vir sînemaya cîhanê hat nîqaşkirin û ev jî ji ber Sînemaya Yilmaz Guney bû. Ya niha hatiye kirin li hemberî wê guherînê darbe ye." 
 
MA / Metin Yoksu

Sernavên din

23/12/2018
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke
11:49 Li Heskîfê mizgefta 630 salî ji cihê wê hat rakirin
11:41 Nivîskar Îhsan Elîaçik hat berdan
11:15 Bavê Ethem Serisuluk jiyana xwe ji dest da
11:09 Çevîk ê di 10’ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin hat girtin
11:01 Li girtîgehan komên nû dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
10:40 Piştî biryara Sûriyeyê Wezîrê Parastina DYA îstîfa kir
10:28 Hevserokên HDP, DBP û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
10:28 Li Elkê 643 milyon TL dij qanûn berhev kirin û bi ‘terorê’ parastina xwe kirin
09:07 Piştî qeyûm hat, her yek herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînê re derbas bûn
09:06 ‘Polîsan qirika wî jê kir, dozger jî henekê xwe pê kir'
09:05 Erdogmûş: Divê hikûmet li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze
09:04 Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye
09:03 Behsa 35 salên xwe yên li nav çar dîwaran kir
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
20/12/2018
19:42 Îhsan Elîaçik hat binçavkirin
17:10 Bi deh hezaran meşiyan baregehê: Hêza me ya em xwe biparêz in heye
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 774’an hat redkirin
16:55 Li Marmarayê 199 girtî ketin greva birçîbûnê
16:43 35 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:01 Bi strana ‘Leyla’ bal kişandin ser çalakiya Guven
15:48 Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin
15:26 Di doza Komkujiya Beybahçeyê de mutala hat xwendin
15:23 Prof. Şengul: Ji bo em şaredariyan daîmî bikin divê em têbikoşin
14:56 Parêzvanên mafên mirova xwestin Waliyê Êlihê danezanê bixwîne
14:41 Ji bo penaberê bê dersînorkirin serî li AYM’ê hat dayîn
14:31 Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar bûn
14:20 Di Nobeta Edaletê de banga hiqûq û pêkanîna qanûnan kirin
14:10 Doza Hatîp Dîcle û rojnamegeran hat dîtin
13:50 Buroya Krîmînal a Neteweyî dê cînayeta Kurkut tespît bike
12:59 Ber bi baregeha koalîsyonê ve meş tê lidardixstin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:49 3 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:42 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
11:34 Li ser sînor çalakiya mertalên zindî: Em ê axa xwe biparêz in
11:22 35 çalakgerên greva birçîbûnê 8 roj şûnde derxistin edliyê
10:45 Yigît: Gef û vekişîna leşkeran hevkariya stratejîk e
10:44 3 girtiyên di greva birçîbûnê de avêtin hucreyan
10:43 Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bo 'Vekişînê' çi dibêje'
10:35 Yilmaz: Polîtîkayên nakok ên DYA yên li Sûriyeyê didomin
10:14 Parêzer Çelîk: Ne çalakger dozger sûc dikin
10:06 HDP'ê pişaftina li dijî Kurdan li meclisê niqaş kir
09:54 Aldar Xelîl: Me tu demê xwe bi hêzên derve re girê nedaye
09:23 Farisogûllari: Daxwaza hevpar a gelê kurd bi dawîbûna tecrîdê ye
09:22 'Li Girtîgeha Antalyayê mafên girtiyan tê binpêkirin'
09:22 Ji 300 rojnamevanî tenê 15 jê serî li DMME'yê dane
09:20 Jinên li dijî JES'ê têdikoşin: Qethiyen em ê nehêlin bîr bên kolandin
09:19 Beraat kir, lê belê dîsa jî biryara 'dersînorkirin' wî hat dayîn
09:18 Ji bo zarokan kampanyaya 'Pirtûkek, Jiyanek'
09:17 ‘Qeyûm çi be, rektorê Zanîngeha Mêrsînê jî ew e'
09:17 'Ji bo tije bibe berê nexweşan didin Nexweşxaneya Bajêr'
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2018'AN
08:33 Li Kadikoyê xaniyek şewitî: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
19/12/2018
18:16 Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat montekirin