Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike 2018-12-19 09:08:08 ÊLIH - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, deriyê Sînemaya Yilmaz Guney girtibûn. Paşê agir bi sînemayê ketibû. Derhênerên sînemayê ji ber sînema ji nû ve nehat çêkirin bertek nîşan dan û gotin: "Gel doza sînemaya xwe dike. Tiştên qewimîn nîşan dide ku hîn jî ji navê Yilmaz Guney ditirsin."  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, Sînemaya Yilmaz Guney hatibû girtin. Paşê di 30'yê Çileya 2017'an de hatibû derpêşkirin ji ber ceryanê agir bi sînemayê ketiye û ji ber vê sînema hat rûxandin. Piştî hat rûxandin qeyûm daxuyandibû ku wê sînemeyeke hîn nûjentir çêbikin û ji bo vê 3 projeyên nû hatin amadekirin. Ev proje li ser malpera înternetê ya şaredariyê wekî anketê hatin berpêşkirin û di 25'ê Tebaxa 2017'an de anket bi dawî bû, lê belê sînema nehat çêkirin. Şûna sînemayê daxilî parkê hat kirin û şûna wê bi çîtan hat girtin. Herî dawî bi pirsa "bila şûna sînemayê bibe qada hêşîn" anketeke din hat çêkirin.    Derhênerên sînemayê bertek nîşanî vê yekê dan.   'JI NAVÊ GUNEY DITIRSIN'    Derhênerê belgefîlma "Çîrkîn Kral Efsanesî" Huseyîn Tabak, ji ber sînema ji nû ve nehat çêkirin bertek nîşan da. Tabak, destnîşan kir ku ji bo navê Guney bê jibîkirin û fikrên wî neyên belavkirin sînema nayê çêkirin û got: "Gelê Êlihê doza sînemaya xwe dike. Wexta hatim Êlihê min ev yek bi çavê xwe dît. Li Êlihê li ser navê Guney mîhrîcana fîlman jî heye, lê belê sînemaya wî tune ye. Fîlmên Guney li cîhanê belav dibin. Lê belê ev qewimînên rû dan nîşan didin ku hîn jî ji navê Yilmaz Guney ditirsin."    'TENÊ NE EYWANA SÎNEMAYÊ BÛ'    Derhêner Alî Ergul jî, diyar kir ku piştî şewitandina sînemayê bêdengiyek rû daye û bêdengiya kes û saziyên di warê sînemayê de tev digerin rexne kir. Ergul, destnîşan kir ku sînema tenê ne eywan e û got: "Ew der tenê ne eywana sînemayê bû. Êlih bi cinayetên kiryar nediyar veguherîbû bajarekî xeyaletî. Lê belê bi wê sînemayê ruhek li Êlihê peyda bû. Helbet li Êlihê qadên hêşînayî kêm in. Yek ji bajarên ku herî zêde betonarme lê heye. Lê belê qada hêşîn a herî mezin Esentepeyê kirin beton û niha jî dixwazin cihê sînemayê bikin qada hêşîn. Ev tiştekî ecêb e, fêm nakim."    Ergul, diyar kir ku hêviya wî hîn jî heye ku wê sînema dîsa bê çêkirin û ji bo vê jî têkoşîn divê.    Derhêner Kazim Oz jî, anî ziman ku berê ew di Sînemaya Yilmaz Guney de xebitiye. Oz, diyar kir ku pêdiviya Êlihê bi sînemeyeke li ser navê Yilmaz Guney heye û got: "Cara ewil bû piştî salên dûr û dirêj li Êlihê bi deh hezaran kes sînema temaşe kirin. Eywana sînemayê di warê çandî de bû cihê rûpeleke nû. Gel jî xwedî li sînemayê derket. Yanî li Êlihê di warê sînemayê de şoreşek pêk hat. Li vir sînemaya cîhanê hat nîqaşkirin û ev jî ji ber Sînemaya Yilmaz Guney bû. Ya niha hatiye kirin li hemberî wê guherînê darbe ye."    MA / Metin Yoksu