Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin

  • rojane
  • 09:04 19 Kanûn 2018
  • |
img

MANÎSA - Zahîr Aslan ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê derket, bi lêv kir ku ji ber girtî ferzkirina jimariya li ser piyan qebûl nakin ji 5'ê Mijdarê ve bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê ji ber girtî ferzkirina jimariya li ser piyan qebûl nakin bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Zahîr Aslan ku di 13'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê derket bilêv kir ku zext û zoriyên li girtîgehê didomin. 
 
'HER ROJ ÊRÎŞÎ QAWÎŞA A-24'AN DIKIRIN' 
 
Aslan, anî ziman ku ji ber di nav xebatên hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de cih girt hatiye girtin û 3 salan li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê maye. Aslan, diyar kir ku ew tim çewisandin î îşkenceyên rêveberiya girtîgehê û gardiyanan re rû bi rû diman. Aslan, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê, gardiyan û sergardiyan di 3'yê Cotmeha 2016'an de îşkence lê kirine û got: "Wê çaxê di nav me de hevalên me yên hikumxwar hebûn. Rêveberiya girtîgehê bêyî hincet xwest girtî û hikumxwaran cuda bike. Roja din gelek gardiyan avêtin ser qawîşê û hevalên me yên hikumxwar birin. Tam mehekê hem fizîkî hem jî derûnî bi awayekî sîstematîk em hatin îşkencekirin. Piştî em li hemberî van pêkanînan derketin ev yek pêk hat. Zext û zorî heta 5'ê Mijdara 2018'an dewam kirin. 4 hikumxwar anî bûn girtîgehê. Cih li qawîşa me hebû, lê dîsa jî çûn qawîşa A-24'an vekirin. Paşê me bihîst ku gardiyan her roj jimariya li ser piyan li girtiyên qawîşa A-24'an ferz dikin û êrîşî wan dikin. Me bertek nîşan da. Me xwest em hevdîtinê bi rêveberiya girtîgehê re çêbikin, lê belê rêveberiyê nexwest û bi ser de berê xwe da me." 
 
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ: EM DEWLET IN 
 
Aslan, destnîşan kir ku her sibeh jimariya li ser piyan li wan dihat ferzkirin û bi şidetê re rû bi rû diman. Aslan, anî ziman ku gelek caran gardiyanan serê wî li dîwaran dixsit. Aslan, bi bîr xist wê çaxê 3 hevalên wan sewqî Girtîgeha Şakranê hatine kirin û got: "Rêveberiya girtîgehê tim heqaret li me dikir û sixêf digotin. Me ji wan re got 3 sal in em bi vî awayî jimariyê didin, lê belê wan dev ji jimariya li ser piyan berneda. Roja ewil a bûyerê gardiyanên robokop li xwe kiribûn bi jopan êrîşî me kirin. Serê min ji du cihan ve şikiya û ji ser hişê xwe çûm. Wexta hevalên me hatin sirgûnkirin nehiştin amûrên xwe jî bi xwe re bibin. Gef dixwarin û digotin 'Li vir em dewlet in. Em çawa bixwazin wê wisa be. Wexta em hatin divê hûn rabin ser piya. Li korîdoran hûn ê di rêzekê de bin. Wexta kesek hat divê hûn xwe bidin qeraxê.'" 
 
Aslan, diyar kir ku di 13'ê Kanûnê de jimariya li ser piyan li wan hatiye ferzkirin û ji ber vê gardiyanan êrîşî wan kiriye. Aslan got: "Li hewadariya me têlên wekî qafesan hebûn. Girtiyên edlî ji vir êrîş dikirin. Rêveberiyê jî êrîşên wan rewa dikir. Gardiyan sirûd bi girtiyên wir didan ezberkirin û didan gotin. Êdî di nav rojê de me nikaribû xweşikî volta jî bavêje. Ji bo dawî li van êrîşan bê me daxwazname ji ÎHD, Meclîs û Wezareta Dadê re şandin, lê dîsa jî pirsgirêk nehat çareserkirin. Lê ddi rojên dawî de 4 hikumxwarin li Qawîşa A-24'an anîn cem me." 
 
'ŞIDET ZÊDE BÛ' 
 
Aslan, destnîşan kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abddullah Ocalan bê di 27'ê Mijdarê de hatin destpêkirin rêveberiya girtîgehê êrîş dijwartir kirine û got: "Rêveberiya girtîgehê êrîş dijwartir kirin. Ez hatim berdan, lê hîn jî hevalên me yên li wir bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û koma sêyemîn di gerva birçîbûnê de ye. Ji bo dawî li van zext û zoriyan bê girtî di çalakiya xwe de bibiryar in." 

Sernavên din

19/12/2018
17:22 Temellî: Emê hişmendiya qeyûman bavêjin ser sergo
16:48 2 sal û 6 meh ceza li Prof. Fîncanci birîn
16:43 Li ber girtîgeha Umraniyê bang kirin: Emê li dû 19’ê Kanûnê bernedin
16:00 Dayika Taybet li cihê lê hat kuştin bibîr anîn: 300 sal derbas be jî em ji bîr nakin
15:29 5 sal cezayê girtîgehê ji Ahmet Kural re hat xwestin
15:26 Koma Banga Demokrasiyê li Dîlokê hat avakirin
14:56 HDP’ê yekem namzetê xwe diyar kir: Ayhan Bîlgen namzetê Qersê ye
14:55 Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara ava kirin
14:36 Cezayê girtîgehê yê Fîgen Yuksekdag hat erêkirin
14:19 Rizgar Denîz li Mexmûrê hat bi bîranîn
14:03 Tora avê ya 6 meh berê li Cizîrê raxistibûn teqiya: 5 xanî hatin valakirin
13:57 KCD: Divê berpirsên komkujiyê bên darizandin
13:53 Fîncanci: Em mafdar in ji ber wê emê bi ser bikevin
13:43 Temellî: Em deng bidin qîrîna li girtîgehan
13:23 Parlementerên HDP’ê: Emê di 22’yê Kanûnê de li Mereşê bin
13:16 Li Wêranşarê bi şika şewba çûkan 200 mirîşk kuştin
12:55 Li bendêye 35 kesan sewqî edliyê bikin
12:44 Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj dikevin ber lêpirsînê
12:40 ‘Ne 40 sal, 80 sal jî derbas bibin êşa Mereşê kêm nabe’
11:52 Li Dersîmê xemla zivistanê
11:24 Li Xarpêtê 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne
11:20 ÇGD: Ger tiştek bê serê Portakal dê berpirsiyarî mezin be
10:17 Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike
10:06 ‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike'
09:47 Mexdûrê 19’ê Kanûnê: Divê her kes piştevaniya grevên birçîbûnê bike
09:16 'Divê meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 800 lîre be'
09:08 Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike
09:07 Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe
09:06 'Ji ber 7 lîre bi min re tune bû min nikaribû derman bikire'
09:05 OSO çû, aramî hat her du Serêkaniyan
09:05 ATK: Kûrkût bi guleya li erdê ket û pengizî hatiye kuştin
09:04 Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2018'AN
18/12/2018
17:10 Sendîka û odeyên pîşeyî ji bo mîtîngê bang kirin
16:17 Dadgehê salek û 8 meh ceza li rojnameger Gunduz birî
15:39 Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
14:55 Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere
14:40 HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin
13:14 ÎSÎG: Heri kêm 108 karkerên penaberên koçber jiyana xwe ji dest dan
13:04 Girtiyê ku nexwest bi maşîna Ringê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin
12:46 Gelek xwendekar li Dersîmê hatin binçavkirin
12:32 22 sal in awaza Eyşe Şana bê tac û bê text zindî olan dide
11:41 Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin
11:12 Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e
10:11 Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin
10:01 Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
09:24 Kaçmaz: Li Şirnexê 4-5 hezarên din jî tên qeydkirin
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'
09:20 'Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin'
09:19 Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin
09:18 Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN
17/12/2018
23:55 Rojnamevan Candemîr hat berdan
19:02 Ji bo Bendava Dîcleyê qalpax anîn
16:59 Rojnameger Evren jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir
16:52 Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye
16:42 Rojnameger Oktay Candemîr hat binçavkirin
16:31 Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir
16:28 Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî
16:06 Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir
16:05 Dermankirina girtiyê nexweş Kemal Ozelmali didome
15:53 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:18 Mamosteya wêneyê xizaniyê parve kir, ji peywirê hat girtin
15:17 Odeya Bijîşkên Amedê banga danişîna hekîman kir
14:24 Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin
14:24 Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin
13:56 Dadgeha Rihayê ceza li siyasetmedaran barand
13:38 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
13:10 Macarîstan dê 200 esker li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih bikin
12:57 7 sal û 5 meh ceza li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
12:29 Hêzên Navdewletî dixwazin krîzê li gorî xwe bi rêve bibin
Tirkiye jî armanc dike li diî Idlibê kurdan bê statu bihêlin
11:56 Kedkar: Çareseriya krîza aborî aştiya bi kurdan re pêkan e
11:14 330 hezar kes li bêkaran zêde bûn
10:32 Rojnameya Evrenselê buha nekir lê rûpel kêm kirin
10:04 Hevjînê dayika Taybet: Xwezî ew gule li dilê min biketa
09:47 36 hezar welatiyên Sûriyê dê di 31'ê Adarê deng bidin
09:24 ‘Me ji bo lêkolînê bikaranîna kîmyesalê serlêdan kir, em li benda raporê ne’
09:23 Li Êlihê, daxuyaniyê çapemeniyê kirin bi pere!
09:22 ‘Herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin’
09:21 Pereyên Şaredariya Midyedê bi ku ve diçin’
09:21 110 saliye, 5 zarok û 30 neviyên wê hene, lê hêj qeyda wê tuneye
09:20 Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef: Sedefkarî paşve diçe
09:19 Hevserokê DBP’ê Arslan: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîdê re derbas dibe
09:18 Kaya yê 18 salin şopa îşkence li heye: Divê ji bo dengê Guven her tişt bê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2018'AN
16/12/2018
17:39 Li Efrînê çalakî: 10 komên çekdar hatin kuştin
17:15 Gelê Dêrik û Girê Spî êrîşa Tirkiye ya li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin
16:50 Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyîk: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
16:22 Ozsekmenler: Em dê ji herêmê de dest bi guhertinê bikin
15:51 HDP li Îskenderûnê bi gel re hat cem hev
15:46 Kedkar li dijî krîza aborî herikîn qada îstasyonê
14:22 Li Şirwanê ji eskerên derketibûn operasyonê 10 jê birîndar bûn
14:16 Li Efrînê teqînek mezin pêk hat
13:54 Bûldan: Gever dê qeyûmên erîşî nirxan dike bişîne Enqereyê
12:19 Prz. Esra Kiliç: Di bin çavan de muwekîlên min derb kirin
12:10 Yolerî: Îhlalên mafan li Stenbolê ji 320'an derket 703'an
11:23 Li Girtîgehan koma sêyemîn greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewir girtin