Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin 2018-12-19 09:04:50 MANÎSA - Zahîr Aslan ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê derket, bi lêv kir ku ji ber girtî ferzkirina jimariya li ser piyan qebûl nakin ji 5'ê Mijdarê ve bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê ji ber girtî ferzkirina jimariya li ser piyan qebûl nakin bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Zahîr Aslan ku di 13'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê derket bilêv kir ku zext û zoriyên li girtîgehê didomin.    'HER ROJ ÊRÎŞÎ QAWÎŞA A-24'AN DIKIRIN'    Aslan, anî ziman ku ji ber di nav xebatên hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de cih girt hatiye girtin û 3 salan li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê maye. Aslan, diyar kir ku ew tim çewisandin î îşkenceyên rêveberiya girtîgehê û gardiyanan re rû bi rû diman. Aslan, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê, gardiyan û sergardiyan di 3'yê Cotmeha 2016'an de îşkence lê kirine û got: "Wê çaxê di nav me de hevalên me yên hikumxwar hebûn. Rêveberiya girtîgehê bêyî hincet xwest girtî û hikumxwaran cuda bike. Roja din gelek gardiyan avêtin ser qawîşê û hevalên me yên hikumxwar birin. Tam mehekê hem fizîkî hem jî derûnî bi awayekî sîstematîk em hatin îşkencekirin. Piştî em li hemberî van pêkanînan derketin ev yek pêk hat. Zext û zorî heta 5'ê Mijdara 2018'an dewam kirin. 4 hikumxwar anî bûn girtîgehê. Cih li qawîşa me hebû, lê dîsa jî çûn qawîşa A-24'an vekirin. Paşê me bihîst ku gardiyan her roj jimariya li ser piyan li girtiyên qawîşa A-24'an ferz dikin û êrîşî wan dikin. Me bertek nîşan da. Me xwest em hevdîtinê bi rêveberiya girtîgehê re çêbikin, lê belê rêveberiyê nexwest û bi ser de berê xwe da me."    RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ: EM DEWLET IN    Aslan, destnîşan kir ku her sibeh jimariya li ser piyan li wan dihat ferzkirin û bi şidetê re rû bi rû diman. Aslan, anî ziman ku gelek caran gardiyanan serê wî li dîwaran dixsit. Aslan, bi bîr xist wê çaxê 3 hevalên wan sewqî Girtîgeha Şakranê hatine kirin û got: "Rêveberiya girtîgehê tim heqaret li me dikir û sixêf digotin. Me ji wan re got 3 sal in em bi vî awayî jimariyê didin, lê belê wan dev ji jimariya li ser piyan berneda. Roja ewil a bûyerê gardiyanên robokop li xwe kiribûn bi jopan êrîşî me kirin. Serê min ji du cihan ve şikiya û ji ser hişê xwe çûm. Wexta hevalên me hatin sirgûnkirin nehiştin amûrên xwe jî bi xwe re bibin. Gef dixwarin û digotin 'Li vir em dewlet in. Em çawa bixwazin wê wisa be. Wexta em hatin divê hûn rabin ser piya. Li korîdoran hûn ê di rêzekê de bin. Wexta kesek hat divê hûn xwe bidin qeraxê.'"    Aslan, diyar kir ku di 13'ê Kanûnê de jimariya li ser piyan li wan hatiye ferzkirin û ji ber vê gardiyanan êrîşî wan kiriye. Aslan got: "Li hewadariya me têlên wekî qafesan hebûn. Girtiyên edlî ji vir êrîş dikirin. Rêveberiyê jî êrîşên wan rewa dikir. Gardiyan sirûd bi girtiyên wir didan ezberkirin û didan gotin. Êdî di nav rojê de me nikaribû xweşikî volta jî bavêje. Ji bo dawî li van êrîşan bê me daxwazname ji ÎHD, Meclîs û Wezareta Dadê re şandin, lê dîsa jî pirsgirêk nehat çareserkirin. Lê ddi rojên dawî de 4 hikumxwarin li Qawîşa A-24'an anîn cem me."    'ŞIDET ZÊDE BÛ'    Aslan, destnîşan kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abddullah Ocalan bê di 27'ê Mijdarê de hatin destpêkirin rêveberiya girtîgehê êrîş dijwartir kirine û got: "Rêveberiya girtîgehê êrîş dijwartir kirin. Ez hatim berdan, lê hîn jî hevalên me yên li wir bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û koma sêyemîn di gerva birçîbûnê de ye. Ji bo dawî li van zext û zoriyan bê girtî di çalakiya xwe de bibiryar in."