Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e

  • rojane
  • 11:12 18 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Civaknasê Êzidî Azad Bariş, diyar kir ku êrîşên dawî yên li dijî Şengalê pêk hat berdewama projeya ku herêmê bê Êzidî bihêlin e û wiha got: "Dixwazin projeya xwe ya nîvco mayî temam bikin. Ev berdewama komkujiya 73'emîn a li dijî Êzidiyan e." 
 
TSK'ê li dijî Mexmûr û Şengalê di 13'ê Kanûnê de êrîşên hewayî pêk anîn û di êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Dîsa wargeha Şengalê hat bombekirin. Li dijî Şengalê di 2'ê Tebaxa 2014'an de komên çekdar ên DAIŞ'ê êrîş kiribûn. Di êrîşê de bi hezaran welatiyên Êzidî hatibûn qetilkirin û bi hezaran Şengalî koç kiribûn. Dîsa bi hezaran welatiyên Êzidî yên Şengalê hatibûn dîl girtin. Di 25'ê Nîsana 2017’an de dîsa balafirên TSK’ê herêm bombe kiribû. Der û dorê Şengalê bombe kiribûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî êrîşên li dijî gelê Êzidî û Şengalê Cîgirê Hevserokên Giştî yê Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Civaknasê Êzidî Azad Bariş ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Azad Bariş bi gotina pîrekî Êzidî dest pê kir û wiha got: "Pîrekî êzîdî digot 'Ax dayika îman û îrfanê ye. Em ji wê hatin û em dê biçin wê. Ji ber vê yekê dayîna bedelê herî giran, ezîziya îlahî ye.' Bi vê gotinê girêdana xwe ya axê nîşan dide. Ji ber vê yekê Êzîdî ew qas girêdayî axa xwe ne. Axa wan ji bo wan pîroz e. Girêdana êzidiyan a di vê gotina pîr de veşarî ye."  
 
 
GELÊ ŞENGAL Û MEXMÛRÊ JI BER NASNAMEYA XWE RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN
 
Bariş, anî ziman ku pir aşkere xuya dike ku gelê Şengal û Mexmûrê ji ber karekter û nasnameya xwe rastî êrîşan tên û wiha axivî: "Şengal di aliyê sembolîk de ên din yê din e. Civakek pir qedîm û dirokî ye. Gelê Şengalê wekî heba tisbiyê belav dikin. Lê tevî vê yekê gelê Êzidî dîsa ax û warê xwe terk nekirine. Çiqas êzîdî li hev kom dibin dixwazin wekî hebê tisbiyê dîsa wan belav bikin û nehêlin bigêjin hev. Ji ber vê yekê bajar, qezaba û gundê wan xera dikin û wan bê cih û war dihêlin. Cih û warên pîroz ên Êzidîyan bombe dikin. Armanca sereke Êzidîyan tar û mar bikin, wan ji çand, bawerî, ziman û nasnameya wan dûr bixin. Ji ber ku Êzidî bi awayekî pir dijwar bi ax û baweriya xwe ve girêdayî ne êrîşên li dijî wan pir zêde ne. Dixwazin wan ji vîna wan qut bikin. Tevî hemû êrîş ferman û polîtîkayên bişaftinê hebûna xwe parastine. Her dem xwe parastine û seknek xurt nîşan dane. Niha cihê herî zêde êzîdî lê dijîn Şengal e. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî Şengalê zêde ne. Di milê jeostratejik û polîtîk de cihekî taybet e."
 
ÊRÎŞ BI AGAHÎ Û DESTÛRA DYA PÊK HATIYE
 
Bardiş, destnişan kir ku êrîş bi agahî û destûra dewletên navneteweyî pêk tên û wiha berdewam kir: "Şengal jî di salên 1990'an de ji gund û warên xwe koç bûne û hatine li vir bi cih bûne. Di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ne. Li gel vê yekê dîsa rastî êrîşê hatine. Ez wisa bawer dikim ku êrîşên li dijî gelê Kurd û li dijî gelê Herêmê bi agahiya hemû dewlet û hêzên navdewletî pêk tê. Ji ber ku seha hewayê ya Iraqê di bin venêrtina DYA' de ye. Heta ku agahî û destûra DYA tune be, nikarin balafiran rakin û nikarin bombe bikin. Mexmûr di bin parastina NY de ye. Ev jî nişan dide ku NY jî li hemberî van êrîşan bêdeng e û bi destûra wê ye. Wekî êrîşa li dijî Efrînê pêk hat, hemû dewletên cîhanê temaşe kir. Hemû êrîşên li dijî gelê Kurd û gelê herêmê bi agahiya dewletên navneteweyî ne. Ev du wargehên rastî êrîşê hatin li axa Kurdistanê ne. Ji ber cih û nasnameyê girîng in. Êrîşên li dijî Rojava û gelên Sûriye jî perçeyekî vê konseptê ye. Ji Silêmaniyê heta Efrînê di serî de Şengal û Mexmûr di milê stratejik de cihekî girîng e. Dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin.  Êrîşên li dijî Êzidîyan pêk hat berdewama fermana 73'emîn e."  
 
ÊRÎŞ HEMÛ BAWERIYÊN DIN JÎ DIXE NAVA XWE 
 
Bariş, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser talûkeya êrîşan a li ser gelên din jî û wiha lê zêde kir: "Êrîşên û şerê li dijî gelê kurd hatiye îlankirin, baweriyên Elewî, Kakaî, Şebekî, Asuri-Süryani-Keldani û komên din ên xiristiyan jî dixe bin talûkeyê. Di serî de dijminê sereke ji bo xwe Êzidî dibînin. Ji ber ku Êzidî di heman demê de Kurd in. Ji ber vê yekê hedefa sereke ne. Dîsa girêdayî berxwedana gelê kurd a nûjen û li dijî pergala kapîtalîzmê ye." 
 
ERDOGAN HEBÛNA XWE LI SER TUNEBÛNA KURDAN AVA DIKE
 
Bariş, herî dawî bal kiyand ser gefên Erdogan ên li dijî Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev daxuyanî nîşan didin ku kurd li ku dibe bila bibe dê êrîşî wan bikin. Ev nîşan dide ku Erdogan hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike. Yek jê meseleya kurd û ya din jî baweriyên li dervê îslamê ye. Erdogna dixwaze xeyala xwe ya Tûraniyan zindî bike. Ev hewesa hêzên emperyal e. 
 
Divê NY û hêzên navneteweyî li gorî pivan û peymanên hiqûqa navneteweyî tev bigerin. Em dixwazin em cîrantiya xwe û dîwarên baxçe yên ketine nava hev nû bikin. Em naxwazin xera bikin. Em dixwazin cîrantiyê ava bikin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku ji bo aştiyê têbikoşin. Ne ji bo şer û xerakirinê. Em dixwazin her kes baş zanibe ku tu kes li dijî van gefan serî natewîne." 
 
MA / Sadiye Eser 
 
 
 
 

Sernavên din

23/12/2018
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke
11:49 Li Heskîfê mizgefta 630 salî ji cihê wê hat rakirin
11:41 Nivîskar Îhsan Elîaçik hat berdan
11:15 Bavê Ethem Serisuluk jiyana xwe ji dest da
11:09 Çevîk ê di 10’ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin hat girtin
11:01 Li girtîgehan komên nû dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
10:40 Piştî biryara Sûriyeyê Wezîrê Parastina DYA îstîfa kir
10:28 Hevserokên HDP, DBP û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
10:28 Li Elkê 643 milyon TL dij qanûn berhev kirin û bi ‘terorê’ parastina xwe kirin
09:07 Piştî qeyûm hat, her yek herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînê re derbas bûn
09:06 ‘Polîsan qirika wî jê kir, dozger jî henekê xwe pê kir'
09:05 Erdogmûş: Divê hikûmet li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze
09:04 Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye
09:03 Behsa 35 salên xwe yên li nav çar dîwaran kir
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
20/12/2018
19:42 Îhsan Elîaçik hat binçavkirin
17:10 Bi deh hezaran meşiyan baregehê: Hêza me ya em xwe biparêz in heye
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 774’an hat redkirin
16:55 Li Marmarayê 199 girtî ketin greva birçîbûnê
16:43 35 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:01 Bi strana ‘Leyla’ bal kişandin ser çalakiya Guven
15:48 Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin
15:26 Di doza Komkujiya Beybahçeyê de mutala hat xwendin
15:23 Prof. Şengul: Ji bo em şaredariyan daîmî bikin divê em têbikoşin
14:56 Parêzvanên mafên mirova xwestin Waliyê Êlihê danezanê bixwîne
14:41 Ji bo penaberê bê dersînorkirin serî li AYM’ê hat dayîn
14:31 Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar bûn
14:20 Di Nobeta Edaletê de banga hiqûq û pêkanîna qanûnan kirin
14:10 Doza Hatîp Dîcle û rojnamegeran hat dîtin
13:50 Buroya Krîmînal a Neteweyî dê cînayeta Kurkut tespît bike
12:59 Ber bi baregeha koalîsyonê ve meş tê lidardixstin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:49 3 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:42 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
11:34 Li ser sînor çalakiya mertalên zindî: Em ê axa xwe biparêz in
11:22 35 çalakgerên greva birçîbûnê 8 roj şûnde derxistin edliyê
10:45 Yigît: Gef û vekişîna leşkeran hevkariya stratejîk e
10:44 3 girtiyên di greva birçîbûnê de avêtin hucreyan
10:43 Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bo 'Vekişînê' çi dibêje'
10:35 Yilmaz: Polîtîkayên nakok ên DYA yên li Sûriyeyê didomin
10:14 Parêzer Çelîk: Ne çalakger dozger sûc dikin
10:06 HDP'ê pişaftina li dijî Kurdan li meclisê niqaş kir
09:54 Aldar Xelîl: Me tu demê xwe bi hêzên derve re girê nedaye
09:23 Farisogûllari: Daxwaza hevpar a gelê kurd bi dawîbûna tecrîdê ye
09:22 'Li Girtîgeha Antalyayê mafên girtiyan tê binpêkirin'
09:22 Ji 300 rojnamevanî tenê 15 jê serî li DMME'yê dane
09:20 Jinên li dijî JES'ê têdikoşin: Qethiyen em ê nehêlin bîr bên kolandin
09:19 Beraat kir, lê belê dîsa jî biryara 'dersînorkirin' wî hat dayîn
09:18 Ji bo zarokan kampanyaya 'Pirtûkek, Jiyanek'
09:17 ‘Qeyûm çi be, rektorê Zanîngeha Mêrsînê jî ew e'
09:17 'Ji bo tije bibe berê nexweşan didin Nexweşxaneya Bajêr'
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2018'AN
08:33 Li Kadikoyê xaniyek şewitî: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
19/12/2018
18:16 Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat montekirin