Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e 2018-12-18 11:12:49   STENBOL - Civaknasê Êzidî Azad Bariş, diyar kir ku êrîşên dawî yên li dijî Şengalê pêk hat berdewama projeya ku herêmê bê Êzidî bihêlin e û wiha got: "Dixwazin projeya xwe ya nîvco mayî temam bikin. Ev berdewama komkujiya 73'emîn a li dijî Êzidiyan e."    TSK'ê li dijî Mexmûr û Şengalê di 13'ê Kanûnê de êrîşên hewayî pêk anîn û di êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Dîsa wargeha Şengalê hat bombekirin. Li dijî Şengalê di 2'ê Tebaxa 2014'an de komên çekdar ên DAIŞ'ê êrîş kiribûn. Di êrîşê de bi hezaran welatiyên Êzidî hatibûn qetilkirin û bi hezaran Şengalî koç kiribûn. Dîsa bi hezaran welatiyên Êzidî yên Şengalê hatibûn dîl girtin. Di 25'ê Nîsana 2017’an de dîsa balafirên TSK’ê herêm bombe kiribû. Der û dorê Şengalê bombe kiribûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî êrîşên li dijî gelê Êzidî û Şengalê Cîgirê Hevserokên Giştî yê Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Civaknasê Êzidî Azad Bariş ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Azad Bariş bi gotina pîrekî Êzidî dest pê kir û wiha got: "Pîrekî êzîdî digot 'Ax dayika îman û îrfanê ye. Em ji wê hatin û em dê biçin wê. Ji ber vê yekê dayîna bedelê herî giran, ezîziya îlahî ye.' Bi vê gotinê girêdana xwe ya axê nîşan dide. Ji ber vê yekê Êzîdî ew qas girêdayî axa xwe ne. Axa wan ji bo wan pîroz e. Girêdana êzidiyan a di vê gotina pîr de veşarî ye."       GELÊ ŞENGAL Û MEXMÛRÊ JI BER NASNAMEYA XWE RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN   Bariş, anî ziman ku pir aşkere xuya dike ku gelê Şengal û Mexmûrê ji ber karekter û nasnameya xwe rastî êrîşan tên û wiha axivî: "Şengal di aliyê sembolîk de ên din yê din e. Civakek pir qedîm û dirokî ye. Gelê Şengalê wekî heba tisbiyê belav dikin. Lê tevî vê yekê gelê Êzidî dîsa ax û warê xwe terk nekirine. Çiqas êzîdî li hev kom dibin dixwazin wekî hebê tisbiyê dîsa wan belav bikin û nehêlin bigêjin hev. Ji ber vê yekê bajar, qezaba û gundê wan xera dikin û wan bê cih û war dihêlin. Cih û warên pîroz ên Êzidîyan bombe dikin. Armanca sereke Êzidîyan tar û mar bikin, wan ji çand, bawerî, ziman û nasnameya wan dûr bixin. Ji ber ku Êzidî bi awayekî pir dijwar bi ax û baweriya xwe ve girêdayî ne êrîşên li dijî wan pir zêde ne. Dixwazin wan ji vîna wan qut bikin. Tevî hemû êrîş ferman û polîtîkayên bişaftinê hebûna xwe parastine. Her dem xwe parastine û seknek xurt nîşan dane. Niha cihê herî zêde êzîdî lê dijîn Şengal e. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî Şengalê zêde ne. Di milê jeostratejik û polîtîk de cihekî taybet e."   ÊRÎŞ BI AGAHÎ Û DESTÛRA DYA PÊK HATIYE   Bardiş, destnişan kir ku êrîş bi agahî û destûra dewletên navneteweyî pêk tên û wiha berdewam kir: "Şengal jî di salên 1990'an de ji gund û warên xwe koç bûne û hatine li vir bi cih bûne. Di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ne. Li gel vê yekê dîsa rastî êrîşê hatine. Ez wisa bawer dikim ku êrîşên li dijî gelê Kurd û li dijî gelê Herêmê bi agahiya hemû dewlet û hêzên navdewletî pêk tê. Ji ber ku seha hewayê ya Iraqê di bin venêrtina DYA' de ye. Heta ku agahî û destûra DYA tune be, nikarin balafiran rakin û nikarin bombe bikin. Mexmûr di bin parastina NY de ye. Ev jî nişan dide ku NY jî li hemberî van êrîşan bêdeng e û bi destûra wê ye. Wekî êrîşa li dijî Efrînê pêk hat, hemû dewletên cîhanê temaşe kir. Hemû êrîşên li dijî gelê Kurd û gelê herêmê bi agahiya dewletên navneteweyî ne. Ev du wargehên rastî êrîşê hatin li axa Kurdistanê ne. Ji ber cih û nasnameyê girîng in. Êrîşên li dijî Rojava û gelên Sûriye jî perçeyekî vê konseptê ye. Ji Silêmaniyê heta Efrînê di serî de Şengal û Mexmûr di milê stratejik de cihekî girîng e. Dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin.  Êrîşên li dijî Êzidîyan pêk hat berdewama fermana 73'emîn e."     ÊRÎŞ HEMÛ BAWERIYÊN DIN JÎ DIXE NAVA XWE    Bariş, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser talûkeya êrîşan a li ser gelên din jî û wiha lê zêde kir: "Êrîşên û şerê li dijî gelê kurd hatiye îlankirin, baweriyên Elewî, Kakaî, Şebekî, Asuri-Süryani-Keldani û komên din ên xiristiyan jî dixe bin talûkeyê. Di serî de dijminê sereke ji bo xwe Êzidî dibînin. Ji ber ku Êzidî di heman demê de Kurd in. Ji ber vê yekê hedefa sereke ne. Dîsa girêdayî berxwedana gelê kurd a nûjen û li dijî pergala kapîtalîzmê ye."    ERDOGAN HEBÛNA XWE LI SER TUNEBÛNA KURDAN AVA DIKE   Bariş, herî dawî bal kiyand ser gefên Erdogan ên li dijî Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev daxuyanî nîşan didin ku kurd li ku dibe bila bibe dê êrîşî wan bikin. Ev nîşan dide ku Erdogan hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike. Yek jê meseleya kurd û ya din jî baweriyên li dervê îslamê ye. Erdogna dixwaze xeyala xwe ya Tûraniyan zindî bike. Ev hewesa hêzên emperyal e.    Divê NY û hêzên navneteweyî li gorî pivan û peymanên hiqûqa navneteweyî tev bigerin. Em dixwazin em cîrantiya xwe û dîwarên baxçe yên ketine nava hev nû bikin. Em naxwazin xera bikin. Em dixwazin cîrantiyê ava bikin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku ji bo aştiyê têbikoşin. Ne ji bo şer û xerakirinê. Em dixwazin her kes baş zanibe ku tu kes li dijî van gefan serî natewîne."    MA / Sadiye Eser