ÎDIR – Hevşaredarê Navçeya Tozanê ya Îdirê Mehmet Gultekîn hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê avêt ser mala Hevşaredarê Navçeya Tozanê ya Îdirê Mehmet Gultekîn ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Piştî lêgerîna li malê polîsan Gultekîn binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Tozanê. Sedemê binçavkirina Gultekîn nehat zanîn.