Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin 2018-12-18 10:11:11   ÎDIR – Hevşaredarê Navçeya Tozanê ya Îdirê Mehmet Gultekîn hat binçavkirin.    Polîsan serê sibê avêt ser mala Hevşaredarê Navçeya Tozanê ya Îdirê Mehmet Gultekîn ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Piştî lêgerîna li malê polîsan Gultekîn binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Tozanê. Sedemê binçavkirina Gultekîn nehat zanîn.