RIHA – Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş name şand çalakiya Baroya Rihayê û got: “Têkoşîna hiqûqê dê civaka Tirkiyeyê ya heq kiriye bigîhîne darazek bêalî, serbixwe û demokratîk.”
Baroya Rihayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirova de li avahiya xwe konferans li dar xist. Gelek parêzer û parêzvanê mafên mirovan beşdarî konferansê bûn. Axaftina vekirinê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel kir û diyar kir ku binpêkirina mafên mirova ya herî şênber biryara Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) ya ji bo Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dabû ye.
DEMÎRTAŞ: HIQÛQ DI BIN ÊRÎŞÊN GIRAN DE YE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye name şand konferansê. Serokê Baroyê Abdullah Oncel peyama Demîrtaş xwend. Peyama Demîrtaş wiha ye: “Ez hemû beşdarvanên konferansê silav dikim û baroyê pîroz dikim. Serdestiya hiqûqê li welêt di bin êrîşên giran de ye. Welêt her roj ji dewleta qanûn û hiqûqê tê dûrxistin. Ez jî di wê baweriyê de me dê Baroya Rihayê û hemû hevpîşeyên min xwedî li hiqûqê û mafên mirovan derkevin. Têkoşîna hiqûqê dê civaka Tirkiyeyê ya heq kiriye bigîhîne darazek bêalî, serbixwe û demokratîk.”
Piştî peyama Demîrtaş rûniştinên panelê ya yekemîn û duyemîn pêk hat.