Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e

  • rojane
  • 09:06 15 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû destnîşan kir ku tecrîd mirovan bi saxî dirizîne û armanca wê hîçkkirin e, loma bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha Hamzaoglû bilêv kir ku di hilbijartina herêmî de jî wek HDK armanca wan ew e ku îktîdara AKP-MHP'ê li bajarên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê winda bike. 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li hemberî tecrîdê, hilbijartinên herêmî û operasyona Minbicê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî. 
 
'ARMANCA TECRÎDÊ BI SAXÎ RIZANDINA MIROV E'
 
Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglû bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê 38 roj in didome. Hamzaoglû, destnîşan kir ku tevrîd sûc e, çimkî armanca tecrîdê rizandin û bi saxî hîçkkirina mirov loma bi tu awayî nayê qebûlkirin. 
 
Hamzaoglû, Leyla Guvenê ya 38 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye silav kir û bal kişand ser bandorên tecrîdkirinê. Hamzaoglû destnîşan kir ku tecrîd melîkeyên mirovbûyînê desteser dike û got: "Yanî nahêle hûn bi kesî re pêwendiyê deynin, nahêle hûn pirtûk, rojnameyan bixwînin û televîzyonê temaje bikin û nahêle hûn hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbikin. Ev yek jî tê wateya astengkirin parastina hebûna mirovbûyînê.Yanî tecrîd tê wateya 'ez we bi saxî dikujim', tê wateya tunekirin, tê wateya xizankirin. Dixwaze we bêwesf û li derî her tiştî bihêle." 
 
'WÊ BI HILBIJARTINA HERÊMÎ RE REWŞA PERGALA SEROKATIYÊ JÎ DIYAR BIBE'
 
Hamzaoglû ji bo hilbijartinên herêmî yên tê payîn wê di 31'ê Adarê de bên çêkirin jî got: "Beriya her tiştî hilbijartinên herêmî zû ketin rojevê. Ji ber vê krîza aborî, pirsgirêkên di warê azadiyê, şert û mercên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên girîng nabin rojev." Hamzaoglû, diyar kir ku hilbijartina herêmî ya bê çêkirin ji hilbijartinên herêmî yên berê girîngtir e û got: "Pergala Serokatiyê ya di 16'ê Nîsana 2017'an de bi awayekî fiîlî hat pêkanîn û di refendûmê de jî hat qebûlkirin. Lê belê ev pergal hema bêje bi hilbijartina 24'ê Hezîranê ket meriyetê. Îjar ev hilbijartina herêmî wê nîşan bide ka ev pergal ji aliyê welatiyan ve tê qebûlkirin an na." 
 
'DIVÊ ÎKTÎDARA AKP-MHP'Ê LI BAJARÊN MEZIN WINDA BIKE'
 
Hamzaoglû, ji bo hilbijartina herêmî bal kişand ser armanca HDK'ê jî û got: "Armanca sereke ya HDK'ê wê ew be ku divê îktîdara AKP-MHP'ê winda bike an jî paş ve bê şandin. Ev çî ye? Divê AKP li Stenbolê winda bike, divê MHP li Edeneyê winda bike, divê AKP li Enqereyê, li Bûrsa, Antalya, Balikesîrê winda bike. Ger li van deran winda bikin, wê li vî welatî kevir ji bo welatiyan ji nû ve bi cih bibin. Qet nebe wê derfetên bicihbûnê peyda bibin. Loma bi qasî bajarên kurdan divê ji bo van bajaran jî ev yek bê gotin. Ji bo xwegihandina vê armancê wekî dema referandûmê divê rêveberiyên herêmî, meclîsan esas bên girtin û bi heman heycanê bên kirin." 
 
Hamzaoglû, diyar kir ku wê ev yek ji bo muxalefeta xwe ji bo HDP'ê li nedîtinê datîne bibe bersive û got: "Bi taybetî divê çepgir û sosyalîst di Meclîsên NA'yê de bên cem hevdu û bi hev re bixebitin." 
 
Hamzaoglû ji bo bajarên qeyûm tayînî wan hatine kirin girîngiya hilbijartina herêmî destnîşan kir û got: "Li bajarên kurdan vîna azad a gel hatiye desteserkirin. Gelê kurd hay ji vê yekê heye. Asta polîtîkbûyîna gelê kurd di ser asta civaka Tirkiyeyê re ye. Baş dizanin dizanin çi çî ye. Loma tevî hemû gefan û mudaxileyan jî wê gelê kurd vîna xwe di sindoqan de bide der. Eger di warê siyasetê de çewtiyên emzin neyên kirin, wisa bawer dikim wê rêjeya dengan di biniya ya refenadûmê de derkeve. Loma wê li bajarên kurdan hilbijêr vîna xwe ya hatiye desteserkirin dîsa bi dest bixe." 
 
'OPERASYON JI BO HILBIJARTINA HERÊMÎ Û KONSOLÎDEKIRINA DERDORA MHP-AKP'Ê YE'
 
Hamzaoglû ji bo operasyona rojhilatê Firatê jî got: "Tevgerîneke siyasî ye. Yanî fealiyeteke ji bo hilbijartina herêmî, ji bo konsolîdekirina derdora MHP-AKP'ê ye. Divê ev wekî hewldaneke din neyê dîtin. Li Efrînê jî tiştekî bi vî rengî çêbibû. Mudaxilekirina Efrînê çi be, tişta niha diqewime jî ew e. Ya li Efrînê hat kirin bi temamî tevgerîneke siyasî ye. Efrînê talan kirin. Kesên ji bajarê xwe derketin hîn jî venegeriyan e. A niha li Minbicê diqewime jî heman tişt e. Yanî ji bo dîsa hilbijêran konsolîde bikin tiştekî wisa bilêv dikin. Di dema pêvajoya Efrînê de serşêwirmendekî Serokomar gotibû, 'Ger Rûsya destûr endana dev ji balafiran berdin me yê nikaribûna amûrên xwe yên hewayî yên bêmirov jî bişandana wî aliyê sînor.' Tişta niha diqewime jî ev e..." 
 
 
MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik
 
 

Sernavên din

16/12/2018
10:20 Ji bo rêveberiya herêmî Serlêdanên HDP'ê didomin
09:07 AKP beriya hilbijartinê polîs û eskeran li nifûsa Şirnexê qeyd dike
09:05 Li girtîgeha Xarpêtê bi hinceta 'ewlehiyê' pirtûkên kurdî nadin girtiyan
09:03 Zivistana li vir dijwar e, lê dîsa jî roj di 5'an de dest pê dike
09:01 Salvegera 70'yemîn a Peymana Mafên Mirovan û krîza di warê mirovahiyê de
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2018'AN
15/12/2018
21:41 Partiyên kurdan êrîşên li hemberî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin
20:46 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Wanê hatin berdan
20:39 Dema binçavkirinê ya 35 HDP'iyan hat dirêjkirin
19:42 'Girtiyê nexweş Ozdemîr nikare bi tena serê pêdiviyên xwe bi cih bîne'
18:11 Rêvebirê HDP'a Osmaniyeyê Babrak hat girtin
17:15 Kaya: Girtîgeh dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin
16:12 Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:53 Penaberê xebatkarê HDP’ê ‘Der sînor’ tê kirin
15:52 Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê kujerên faîlan pirsîn
15:44 Demîrtaş: Civaka Tirkiyeyê dê bigîhîje daraza bêalî
15:21 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Mîtînga Çukurova ya KESK’ê dest pê kir: Emê bi hevre têbikoşin
15:10 Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin
14:50 TJA'yê ji bo Şengal û Mexmûrê bang li NY kir
14:42 ‘Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî berdin’
14:39 Jinan krîza aborî nîqaş kirin
14:29 Mala Mamosteyan a Meletiyê destûr neda panela mafên mirova
14:09 Dayika Aştiyê ji ber nameyên girtîgehê hat girtin
13:59 Koçyigît: Çalakiya Guvenê çalakiyek civakî ye
Hamzaoglu: Vîna gelên Rojhilata Navîn bombe dikin
13:58 Dayikên Şamiyê: Emê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
13:41 Dayikên Aştiyê: Çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e
13:23 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
13:16 Ekolojîst ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî hatin gelhev
12:56 Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê
10:14 Ji bo mîtînga sibe ya Amedê bang kirin
10:14 Basin-Îş a DÎSK'ê: Karta zer ne rûhsata rojnamegeriyê ye
09:42 Hikûmeta Iraqê nota da Tirkiye
09:37 Li Osmaniyeyê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
09:23 Qedexeya li Lîcê, Pasûr û Farqînê hat rakirin
09:09 Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê
09:08 'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn'
09:08 Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
09:07 'Ji bo pêşxistina kurdî divê piştevaniya xebatan bê kirin'
09:06 Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn
15:26 KESK’ê ji bo beşdariya mitînga herêma Amedê bang kir
15:13 Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin
15:11 Pira Deh Derî ji welatiyan re hat girtin
14:51 ‘Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye’
14:45 Ciwanan ên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
14:36 Welatiyê piştî îfade da dîsa hat binçavkirin hat berdan
14:26 ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne
14:26 Bernamzetê HDP’ê Yetîm hat veşartin
14:11 YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir
13:42 Girtiya 80 salî Meles Tekîn nayê dermankirin
13:38 Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin
13:34 Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
13:23 Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî
12:48 Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî
12:29 Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin
12:28 Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin
12:05 Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin
11:58 Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e
11:57 Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
11:20 Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye
11:13 Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin
10:45 HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
10:37 'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’
09:50 Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir
09:48 Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê
09:17 Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye
09:16 Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye'
09:15 ‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
09:14 Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye
09:12 Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN
08:38 Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
07:04 2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin
06:46 TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
13/12/2018
19:25 Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike
18:33 Bûldan: Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyona ye
17:36 Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da
17:14 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefan daketin qadan
17:06 Prz. Balsak: Guven kîlo winda dike
16:25 Operasyona leşkerî ya Lîcê, Pasûr û Farqînê didome
15:49 HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike
14:53 Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn
14:47 Derbarê qezaya trenê de 3 kes hatin binçavkirin,
14:38 Li Girtîgeha Bunyanê koma sêyem greva birçîbûnê dewr girt
14:31 Bertekên li dijî operasyonên binçavkirinan zêde dibin
14:26 Navenda Wanê hat qedexekirin
13:28 Parêzerên Ocalan cara 772’emîn serlêdan kirin
13:21 Buldan û Temellî: Ne qeza ye cinayet e
13:19 Zumrut a HDP’î: Êrîş sûc in, ne grevên birçîbûnê
13:18 Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm
13:02 Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek
12:57 Li dijî gefên operasyonê 'seferber' bûn
12:36 Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da