Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e 2018-12-15 09:06:26 STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû destnîşan kir ku tecrîd mirovan bi saxî dirizîne û armanca wê hîçkkirin e, loma bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha Hamzaoglû bilêv kir ku di hilbijartina herêmî de jî wek HDK armanca wan ew e ku îktîdara AKP-MHP'ê li bajarên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê winda bike.  Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li hemberî tecrîdê, hilbijartinên herêmî û operasyona Minbicê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.    'ARMANCA TECRÎDÊ BI SAXÎ RIZANDINA MIROV E'   Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglû bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê 38 roj in didome. Hamzaoglû, destnîşan kir ku tevrîd sûc e, çimkî armanca tecrîdê rizandin û bi saxî hîçkkirina mirov loma bi tu awayî nayê qebûlkirin.    Hamzaoglû, Leyla Guvenê ya 38 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye silav kir û bal kişand ser bandorên tecrîdkirinê. Hamzaoglû destnîşan kir ku tecrîd melîkeyên mirovbûyînê desteser dike û got: "Yanî nahêle hûn bi kesî re pêwendiyê deynin, nahêle hûn pirtûk, rojnameyan bixwînin û televîzyonê temaje bikin û nahêle hûn hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbikin. Ev yek jî tê wateya astengkirin parastina hebûna mirovbûyînê.Yanî tecrîd tê wateya 'ez we bi saxî dikujim', tê wateya tunekirin, tê wateya xizankirin. Dixwaze we bêwesf û li derî her tiştî bihêle."    'WÊ BI HILBIJARTINA HERÊMÎ RE REWŞA PERGALA SEROKATIYÊ JÎ DIYAR BIBE'   Hamzaoglû ji bo hilbijartinên herêmî yên tê payîn wê di 31'ê Adarê de bên çêkirin jî got: "Beriya her tiştî hilbijartinên herêmî zû ketin rojevê. Ji ber vê krîza aborî, pirsgirêkên di warê azadiyê, şert û mercên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên girîng nabin rojev." Hamzaoglû, diyar kir ku hilbijartina herêmî ya bê çêkirin ji hilbijartinên herêmî yên berê girîngtir e û got: "Pergala Serokatiyê ya di 16'ê Nîsana 2017'an de bi awayekî fiîlî hat pêkanîn û di refendûmê de jî hat qebûlkirin. Lê belê ev pergal hema bêje bi hilbijartina 24'ê Hezîranê ket meriyetê. Îjar ev hilbijartina herêmî wê nîşan bide ka ev pergal ji aliyê welatiyan ve tê qebûlkirin an na."    'DIVÊ ÎKTÎDARA AKP-MHP'Ê LI BAJARÊN MEZIN WINDA BIKE'   Hamzaoglû, ji bo hilbijartina herêmî bal kişand ser armanca HDK'ê jî û got: "Armanca sereke ya HDK'ê wê ew be ku divê îktîdara AKP-MHP'ê winda bike an jî paş ve bê şandin. Ev çî ye? Divê AKP li Stenbolê winda bike, divê MHP li Edeneyê winda bike, divê AKP li Enqereyê, li Bûrsa, Antalya, Balikesîrê winda bike. Ger li van deran winda bikin, wê li vî welatî kevir ji bo welatiyan ji nû ve bi cih bibin. Qet nebe wê derfetên bicihbûnê peyda bibin. Loma bi qasî bajarên kurdan divê ji bo van bajaran jî ev yek bê gotin. Ji bo xwegihandina vê armancê wekî dema referandûmê divê rêveberiyên herêmî, meclîsan esas bên girtin û bi heman heycanê bên kirin."    Hamzaoglû, diyar kir ku wê ev yek ji bo muxalefeta xwe ji bo HDP'ê li nedîtinê datîne bibe bersive û got: "Bi taybetî divê çepgir û sosyalîst di Meclîsên NA'yê de bên cem hevdu û bi hev re bixebitin."    Hamzaoglû ji bo bajarên qeyûm tayînî wan hatine kirin girîngiya hilbijartina herêmî destnîşan kir û got: "Li bajarên kurdan vîna azad a gel hatiye desteserkirin. Gelê kurd hay ji vê yekê heye. Asta polîtîkbûyîna gelê kurd di ser asta civaka Tirkiyeyê re ye. Baş dizanin dizanin çi çî ye. Loma tevî hemû gefan û mudaxileyan jî wê gelê kurd vîna xwe di sindoqan de bide der. Eger di warê siyasetê de çewtiyên emzin neyên kirin, wisa bawer dikim wê rêjeya dengan di biniya ya refenadûmê de derkeve. Loma wê li bajarên kurdan hilbijêr vîna xwe ya hatiye desteserkirin dîsa bi dest bixe."    'OPERASYON JI BO HILBIJARTINA HERÊMÎ Û KONSOLÎDEKIRINA DERDORA MHP-AKP'Ê YE'   Hamzaoglû ji bo operasyona rojhilatê Firatê jî got: "Tevgerîneke siyasî ye. Yanî fealiyeteke ji bo hilbijartina herêmî, ji bo konsolîdekirina derdora MHP-AKP'ê ye. Divê ev wekî hewldaneke din neyê dîtin. Li Efrînê jî tiştekî bi vî rengî çêbibû. Mudaxilekirina Efrînê çi be, tişta niha diqewime jî ew e. Ya li Efrînê hat kirin bi temamî tevgerîneke siyasî ye. Efrînê talan kirin. Kesên ji bajarê xwe derketin hîn jî venegeriyan e. A niha li Minbicê diqewime jî heman tişt e. Yanî ji bo dîsa hilbijêran konsolîde bikin tiştekî wisa bilêv dikin. Di dema pêvajoya Efrînê de serşêwirmendekî Serokomar gotibû, 'Ger Rûsya destûr endana dev ji balafiran berdin me yê nikaribûna amûrên xwe yên hewayî yên bêmirov jî bişandana wî aliyê sînor.' Tişta niha diqewime jî ev e..."      MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik