'31'ê Adarê ji bo me firsend e'

  • rojane
  • 14:59 9 Kanûn 2018
  • |
img
MÊRSÎN – Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn di kongreya HDP'a Yenîşehîra Mêrsînê de axivî. Tosûn diyar kir ku AKP-MHP bi salan e di bin navê yekîtiya netewî de welat ber bi aloziyê ve dibin û got: "Ji bo em ji polîtîkayên qeyûman ên bajar û kuçeyên me xira dikin bêjin 'êdî bes e', hilbijartina herêmî ji bo me firsend e." 
 
Rêxistina HDP'a Yenîşehîra Mêrsînê Kongreya Awarte ya 3'yemîn li Eywana Dawetê ya Hayalê li dar xist. Di kongreyê de pankartên li ser "Leyla Guven mafdar e, divê dawî li tecrîdê bê" û "Em xwe birêxistin bin, azad bibin" nivîsandî hatin daliqandin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Mehmet Yurek, nûnerên DBP, ÎHD, SYKP'ê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê kongre bi rêzgirtinê dewam kir. 
 
Di kongreyê de ewil Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik axivî. Işik destnîşan kir ku ew ê bi kongreyê re bi awayekî baştir amadekariyên xwe bikin. Işik, bilêv kir ku di dema pêvajoya çareseriyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd samîmî bûn, lê belê pêvajoya şerî zirarê dide hemû derdoran. Işik diyar kir ku wê têkoşîna wan a ji bo aştî û demokrasiyê dewam bike. 
 
'ROJÊN XWEŞ NÊZ IN'
 
Dû re Parlementera HDP'ê ya Amedê Rezmiye Tosûn axivî. Tosûn, bal kişand ser krîza aborî û siyasî û destnîşan kir ku krîza aborî û siyasî hemû derdoran diçewisîne. Tosûn got: "Ev yek ji ber hevkariya siyasî ya AKP-MHP'ê ye. Ev yek krîza aborî kûrtir dike. Di bin navê yekîtiya netewî de pergala zext ûz oriyê derxistin asta herî jor. Bi bidawîbûna Rewşa Awarte re jin, ciwan di nav de hemû derdorên civakê asê kirin. Hikûmet xwe li ser aloziyê ava dike û bi her awayê xwe ve li hemberî me ye." 
 
Tosûn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî hat girtin û xistin Îmraaliyê zext û zorî dest pê kirin û heta niha didomin. Tosûn, bilêv kir ku ev tişt hemû girêdayî tecrîdkirina Ocalan in. Tosûn got: "Pergala zext û zoriyê ewil li Îmraliyê ket dewrê û paşê berê wxe da tevahiya gelê kurd. Bi taybetî jî me ev yek piştî 2015'an bi awayekî aşkere dît. Rewşa Awarte ji 2015'an heta 2018'an dewam kiriye lê belê her çend bi dawî bûbe jî lê pêkanînên wê dewam dikin. Hikûmeta AKP'ê li bajarên kurdan plana koçberkirin û rûxandinê xistiye dewrê. Ev plan bi îtifaqa AKP-MHP'ê dest pê kir. Lê belê tevgera siyasî ya kurd û tevgerên muxalif bi hev re tev geriyan û ev plan pûç kirin. Wekî Sirri Sureyya Onder jî got 'Bîra vî şerî ne ewqasî kûr e. Tiştên pêk tên reşbîn bin jî, lê li vî welatî rojên xweş nêz in.'" 
 
‘DIVÊ EM BÊJIN BES E' 
 
Tosûn, destnîşan kir ku ji bo siyaseta welat ji aloziyê xelas bibe tenê çareseriyeke siyasî heye û ev jî "Neteweya Demokratîk" e. Tosûn got: "A rast ji bo em ji vê aloziyê, ji vî şerî xelas bibin rêya herî baş neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk feraseta jiyana bi hev re ya hemû gelan e. Li pêş me hilbijartina herêmî heye. Em dikarin bi nasname, baweriyên cuda û bi tifaqên xurt jiyaneke hevpar biafirînin. Hilbijartina herêmî ji bo me pir girîng e. Ji bo em ji polîtîkayên qeyûman ên bajar û kuçeyên me xira dikin bêjin 'êdî bes e', hilbijartina herêmî ji bo me firsend e." 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Tosûn bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê jî û destnîşan kir ku çi li derve û çi li hundur ew ê li hemû qadên jiyanên li hemberî tecrîdê bitêkoşin û ew ê bi ser biekvin. 
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Nûriye Arslan û Omer Dogan bûn hevserokê HDP'a Yenîşehîrê. 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin