'31'ê Adarê ji bo me firsend e' 2018-12-09 14:59:50   MÊRSÎN – Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn di kongreya HDP'a Yenîşehîra Mêrsînê de axivî. Tosûn diyar kir ku AKP-MHP bi salan e di bin navê yekîtiya netewî de welat ber bi aloziyê ve dibin û got: "Ji bo em ji polîtîkayên qeyûman ên bajar û kuçeyên me xira dikin bêjin 'êdî bes e', hilbijartina herêmî ji bo me firsend e."    Rêxistina HDP'a Yenîşehîra Mêrsînê Kongreya Awarte ya 3'yemîn li Eywana Dawetê ya Hayalê li dar xist. Di kongreyê de pankartên li ser "Leyla Guven mafdar e, divê dawî li tecrîdê bê" û "Em xwe birêxistin bin, azad bibin" nivîsandî hatin daliqandin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Mehmet Yurek, nûnerên DBP, ÎHD, SYKP'ê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê kongre bi rêzgirtinê dewam kir.    Di kongreyê de ewil Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik axivî. Işik destnîşan kir ku ew ê bi kongreyê re bi awayekî baştir amadekariyên xwe bikin. Işik, bilêv kir ku di dema pêvajoya çareseriyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd samîmî bûn, lê belê pêvajoya şerî zirarê dide hemû derdoran. Işik diyar kir ku wê têkoşîna wan a ji bo aştî û demokrasiyê dewam bike.    'ROJÊN XWEŞ NÊZ IN'   Dû re Parlementera HDP'ê ya Amedê Rezmiye Tosûn axivî. Tosûn, bal kişand ser krîza aborî û siyasî û destnîşan kir ku krîza aborî û siyasî hemû derdoran diçewisîne. Tosûn got: "Ev yek ji ber hevkariya siyasî ya AKP-MHP'ê ye. Ev yek krîza aborî kûrtir dike. Di bin navê yekîtiya netewî de pergala zext ûz oriyê derxistin asta herî jor. Bi bidawîbûna Rewşa Awarte re jin, ciwan di nav de hemû derdorên civakê asê kirin. Hikûmet xwe li ser aloziyê ava dike û bi her awayê xwe ve li hemberî me ye."    Tosûn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî hat girtin û xistin Îmraaliyê zext û zorî dest pê kirin û heta niha didomin. Tosûn, bilêv kir ku ev tişt hemû girêdayî tecrîdkirina Ocalan in. Tosûn got: "Pergala zext û zoriyê ewil li Îmraliyê ket dewrê û paşê berê wxe da tevahiya gelê kurd. Bi taybetî jî me ev yek piştî 2015'an bi awayekî aşkere dît. Rewşa Awarte ji 2015'an heta 2018'an dewam kiriye lê belê her çend bi dawî bûbe jî lê pêkanînên wê dewam dikin. Hikûmeta AKP'ê li bajarên kurdan plana koçberkirin û rûxandinê xistiye dewrê. Ev plan bi îtifaqa AKP-MHP'ê dest pê kir. Lê belê tevgera siyasî ya kurd û tevgerên muxalif bi hev re tev geriyan û ev plan pûç kirin. Wekî Sirri Sureyya Onder jî got 'Bîra vî şerî ne ewqasî kûr e. Tiştên pêk tên reşbîn bin jî, lê li vî welatî rojên xweş nêz in.'"    ‘DIVÊ EM BÊJIN BES E'    Tosûn, destnîşan kir ku ji bo siyaseta welat ji aloziyê xelas bibe tenê çareseriyeke siyasî heye û ev jî "Neteweya Demokratîk" e. Tosûn got: "A rast ji bo em ji vê aloziyê, ji vî şerî xelas bibin rêya herî baş neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk feraseta jiyana bi hev re ya hemû gelan e. Li pêş me hilbijartina herêmî heye. Em dikarin bi nasname, baweriyên cuda û bi tifaqên xurt jiyaneke hevpar biafirînin. Hilbijartina herêmî ji bo me pir girîng e. Ji bo em ji polîtîkayên qeyûman ên bajar û kuçeyên me xira dikin bêjin 'êdî bes e', hilbijartina herêmî ji bo me firsend e."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'    Tosûn bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê jî û destnîşan kir ku çi li derve û çi li hundur ew ê li hemû qadên jiyanên li hemberî tecrîdê bitêkoşin û ew ê bi ser biekvin.    Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Nûriye Arslan û Omer Dogan bûn hevserokê HDP'a Yenîşehîrê.