Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye

  • rojane
  • 09:04 8 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di dema 12'ê Îlonê de 19 salan di girtîgehê de ma û di 7'ê Sibata 2018'an de careke din hat girtin û piştî 5 mehan hat berdan got: "Şert û mercên salên 1980'yî hovane bûn lê belê civakîyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye." 

Îktîdar tevî muxalefetê herî zêde jî li girtîgehan hewl dide girtiyên siyasî biçewisîne. Di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de li girtîgehan pêkanînên derî mirovahiyê pêk pêk dihatin lê belê niha jî tevî îşkenceyên fizîkî şidet û çewisandin jî rû dide. Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di dema 12'ê Îlonê de 19 salan di girtîgehê de ma û di 7'ê Sibata 2018'an de careke din hat girtin û piştî 5 mehan hat berdan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) bal kişand ser serdema darbeyê û pêkanînên niha. 
 
Can, diyar kir ku divê pêkanînên 12'ê Îlonê derî tevgerîna civakiyî ya beriya 1980'yî esas neyên girtin, çimkî di salên 70'yî de civaka Tirkiyeyê ji bo pêşeroja xwe ava bike daket kuçeyan û tevgerîneke civakiyî afirand. Can, anî ziman ku olîgarşiyê bi polîtîkayên xwe yên çewisandin û komkujiyî nikaribû vê tevgerîna civakiyî bitepîsene, loma serî li darbeya 80'yî da. Can got: "Di dema darbeya leşkerî ya 1980'yî de li girtîgehên leşkerî polîtîkaya girêdayî 'leşkeran' û apolîtîkbûyînê hat pêkanîn. Li girtîgehê şeveqê zû em şiyar dikirin, taştê bi duayên xwarinê dihat kirin. Paşê perwredehiya leşkerî dest pê dikir, Marşa Îstiklalê dihat xwendin, li ber marşên paşverû û şoven ji girtiyan dixwestin baz bidin. Di her xwarinê de duaya xwarinê, perwerdehiya şoven-nîjadperest û îşkence hebû. Êvarî saet di 9'an de jî herkes di weziyeta amadeyîbûnê de dihatin razandin. Kî li hemberî vê yekê derketana dihat îşkencekirin." 
 
'BI SER NEKETIN' 
 
Can, anî ziman ku kurd bi awayekî din dihatin îşkencekirin û got: "Li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê ji bo lêgerîna Kurdistanê ya di salên 70'yî de derket holê ji holê bê rakirin, ji bo vîn û hişmendiya kurdî bê pûçkirin, ji bo taybetiyên mirovî yên kurdan pûç bikin û bêtifaqiyê têxin nava wan îşkenceyên hovane bi awayekî sîstematîk dihatin kirin. Lê van pêkanînên wan bi ser neketin. Bandorên serdema çewisandin û pasîfîkasyonê ne mayînde bûn. Bereksê vê Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê bû sedema afirandinên dêwasa." 
 
'BERXWEDANÊ VÎNA ÎŞKENCEKARAN ŞIKAND' 
 
Cn, da zanîn ku wê çaxê tevî hucreyan qawîşên kapasîteya wan 15-20 kes bûn jî hebûn û got: "Jiyaneke bi hev re û têkiliyên komunî hebûn. Ew hevaltiya li derve bi awayekî li hundur jî dewam dikir. Wexta hûn bihatana îşkencekirin hevalan ji dêvla we xwe dide pêş. Helbet di destpêkê de komun, hatina cem hev û îtirazkirin qedexe bûn. Ger tu li gor qedexeyê tevnegeriyana tu dihatî îşkencekirin. Komun jî di nav de hemû mafên mirovî bi berxwedanê û bi bedêlan hatin bidestxistin. Ew sal şahidên şerên îradî yên mezin in. Berxwedanê îradeya îşkencekaran pûç dikir û dikarim bêjim dişikand jî." 
 
‘POLÎTÎKAYA ÎZOLASYONÊ TÊ PÊKANÎNIN' 
 
Can piştî 19 salên girtîgehê yên di dema 12'ê Îlonê de, di 7'ê Sibata 2018'an de jî hat girtin û 5 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de ma. Can got: "Pêşî ketim beşa Jimareya 5'an. Ji ber nerihet bûm heval bi min re eleqedar dibûn. Paşê min xistin odeyeke 4*4 metrekareyî. Tenê hewadariyeke wê ya bi têlan hatibû girtin û tu tiştek jê nedixuya hebû. Bi tena serê xwe dimam. Paşê ez û Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kaya bi hev re man. Niha li girtîgehan polîtîkayeke îzolasyonê û tenêhiştinê tê pêkanîn. Tu nikarî bi kesên din re hevdîtinê çêbikî an jî tu hin kesên din bên cem hevdu. Di dema serdanê an jî hevdîtina parêzeran de jî tu ne bi tenê yî. Guhdar dikin. Wexta tu nameya ji hevjîna te an jî malbata te re tê digirî jî tu bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînî. Wexta tu daxwaza tiştekî dikî bi helwesteke hişk dibêjin 'daxwaznameyê  binivîse.' Kes bi te re nabe muxatab. Nêrîna wan xirab e. Wexta mirov diçe cem bijîşk, diçe revîrê, li wesayîtê siwar dibe û di vegerê de di makîneyên elektronîk re derbas dibe. Wexta tu peyveke ne li gorî wan bilêv bikî telefonê digirin. Di xwarinên wan de derman hene." 
 
Can, destnîşan kir ku di dema 80'yî de jî pêkanîna jimariya li ser piyan hebû û niha jî heye û got: "Hevalên me tu carî ev yek qebûl nekirin û wê nekin jî." 
 
Can ku hem di dema 1980'yî û hem jî di 2018'an de di girtîgehê de ma, bal kişand ser rewşa di navbera herdu serdeman de. Can, destnîşan kir ku hişmendiya ciwanên salçn 70'yî hişmendiya xelaskeriyê bû, tevî hemû îşkence û girtina jî ciwanan têkçûyîn qebûl nedikir. Can, diyar kir ku girtî tim destekê didin derve û divê rêbazên salên 1980'yî û yên niha neyên danberhevkirin, çimkî ruhê demê guheriye. Can, bilêv kir ku îktîdara niha bi awayekî zêde polîtîkaya tenêhiştin/îzolasyonê bi rê ve dibe û ligel vê rêbazên xasûk, lawazker jî di dewrê de ne. Can, anî ziman ku niha liberxwedayîn zehmetir bûye û got: "Şert û mercên salên 1980'yî hovane bûn, lê dîsa jî li gorî niha avantaja me hebû. Civakiyîbûn germ bû. Niha tenêtê heye, civakiyîbûn pir nayê hîskirin. Jixwe îktîdar jî pir serî li qutifandin û bizdanidnê dide. Mantiq ev e; 'Em dikarin her tiştî bikim wê kes nikaribe hesab bipirse.' Dixwazin bi hevsengiya ruh bilîzin, xira bikin û vînê radest bigirin." 
 
‘MAFÊN OCALAN ÊN MIROVÎ HENE' 
 
Herî dawî Can bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva biçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Çalakiya greva birçîbûnê biryareke dernegmayî ye. Birêz Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin. Ne dikare bi malbata xwe re, ne jî dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike. Der barê rewşa Ocalan de tu agahî tune ne. Em mîsyona wî ya siyasî deynin hêlekê, beriya her tiştî Birêz Ocalan mirov e û ji ber vê mafên wî hene. Ê me qet nebe me dikaribû hevdîtin bi malbata xwe re, bi parêzerên xwe re çêbike. Herî kêm divê mafên wî yên ji bo me dihatin dayîn pêk bên. Her wiha Birêz Ocalan me mirovekî ji rêzê ye. Xwazî diecibînin an jî naecibînin, vîna bi milyonan kesî ye. Beriya her tiştî ji bo tenduristiya Birêz Ocalan û mafên wî yên mirovbûyînêd ivê dwî li tecrîdê bê. Divê hevdîtinê bi malbata xwe, bi parêzerên xwe re çêbike da li welat nêvengeke aştî û demokrasiyê çêbibe." 
 
MA / Melike Ceyhan 
 
 

Sernavên din

10/12/2018
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin