Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye 2018-12-08 09:04:39 STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di dema 12'ê Îlonê de 19 salan di girtîgehê de ma û di 7'ê Sibata 2018'an de careke din hat girtin û piştî 5 mehan hat berdan got: "Şert û mercên salên 1980'yî hovane bûn lê belê civakîyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye."  Îktîdar tevî muxalefetê herî zêde jî li girtîgehan hewl dide girtiyên siyasî biçewisîne. Di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de li girtîgehan pêkanînên derî mirovahiyê pêk pêk dihatin lê belê niha jî tevî îşkenceyên fizîkî şidet û çewisandin jî rû dide. Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di dema 12'ê Îlonê de 19 salan di girtîgehê de ma û di 7'ê Sibata 2018'an de careke din hat girtin û piştî 5 mehan hat berdan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) bal kişand ser serdema darbeyê û pêkanînên niha.    Can, diyar kir ku divê pêkanînên 12'ê Îlonê derî tevgerîna civakiyî ya beriya 1980'yî esas neyên girtin, çimkî di salên 70'yî de civaka Tirkiyeyê ji bo pêşeroja xwe ava bike daket kuçeyan û tevgerîneke civakiyî afirand. Can, anî ziman ku olîgarşiyê bi polîtîkayên xwe yên çewisandin û komkujiyî nikaribû vê tevgerîna civakiyî bitepîsene, loma serî li darbeya 80'yî da. Can got: "Di dema darbeya leşkerî ya 1980'yî de li girtîgehên leşkerî polîtîkaya girêdayî 'leşkeran' û apolîtîkbûyînê hat pêkanîn. Li girtîgehê şeveqê zû em şiyar dikirin, taştê bi duayên xwarinê dihat kirin. Paşê perwredehiya leşkerî dest pê dikir, Marşa Îstiklalê dihat xwendin, li ber marşên paşverû û şoven ji girtiyan dixwestin baz bidin. Di her xwarinê de duaya xwarinê, perwerdehiya şoven-nîjadperest û îşkence hebû. Êvarî saet di 9'an de jî herkes di weziyeta amadeyîbûnê de dihatin razandin. Kî li hemberî vê yekê derketana dihat îşkencekirin."    'BI SER NEKETIN'    Can, anî ziman ku kurd bi awayekî din dihatin îşkencekirin û got: "Li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê ji bo lêgerîna Kurdistanê ya di salên 70'yî de derket holê ji holê bê rakirin, ji bo vîn û hişmendiya kurdî bê pûçkirin, ji bo taybetiyên mirovî yên kurdan pûç bikin û bêtifaqiyê têxin nava wan îşkenceyên hovane bi awayekî sîstematîk dihatin kirin. Lê van pêkanînên wan bi ser neketin. Bandorên serdema çewisandin û pasîfîkasyonê ne mayînde bûn. Bereksê vê Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê bû sedema afirandinên dêwasa."    'BERXWEDANÊ VÎNA ÎŞKENCEKARAN ŞIKAND'    Cn, da zanîn ku wê çaxê tevî hucreyan qawîşên kapasîteya wan 15-20 kes bûn jî hebûn û got: "Jiyaneke bi hev re û têkiliyên komunî hebûn. Ew hevaltiya li derve bi awayekî li hundur jî dewam dikir. Wexta hûn bihatana îşkencekirin hevalan ji dêvla we xwe dide pêş. Helbet di destpêkê de komun, hatina cem hev û îtirazkirin qedexe bûn. Ger tu li gor qedexeyê tevnegeriyana tu dihatî îşkencekirin. Komun jî di nav de hemû mafên mirovî bi berxwedanê û bi bedêlan hatin bidestxistin. Ew sal şahidên şerên îradî yên mezin in. Berxwedanê îradeya îşkencekaran pûç dikir û dikarim bêjim dişikand jî."    ‘POLÎTÎKAYA ÎZOLASYONÊ TÊ PÊKANÎNIN'    Can piştî 19 salên girtîgehê yên di dema 12'ê Îlonê de, di 7'ê Sibata 2018'an de jî hat girtin û 5 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de ma. Can got: "Pêşî ketim beşa Jimareya 5'an. Ji ber nerihet bûm heval bi min re eleqedar dibûn. Paşê min xistin odeyeke 4*4 metrekareyî. Tenê hewadariyeke wê ya bi têlan hatibû girtin û tu tiştek jê nedixuya hebû. Bi tena serê xwe dimam. Paşê ez û Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kaya bi hev re man. Niha li girtîgehan polîtîkayeke îzolasyonê û tenêhiştinê tê pêkanîn. Tu nikarî bi kesên din re hevdîtinê çêbikî an jî tu hin kesên din bên cem hevdu. Di dema serdanê an jî hevdîtina parêzeran de jî tu ne bi tenê yî. Guhdar dikin. Wexta tu nameya ji hevjîna te an jî malbata te re tê digirî jî tu bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînî. Wexta tu daxwaza tiştekî dikî bi helwesteke hişk dibêjin 'daxwaznameyê  binivîse.' Kes bi te re nabe muxatab. Nêrîna wan xirab e. Wexta mirov diçe cem bijîşk, diçe revîrê, li wesayîtê siwar dibe û di vegerê de di makîneyên elektronîk re derbas dibe. Wexta tu peyveke ne li gorî wan bilêv bikî telefonê digirin. Di xwarinên wan de derman hene."    Can, destnîşan kir ku di dema 80'yî de jî pêkanîna jimariya li ser piyan hebû û niha jî heye û got: "Hevalên me tu carî ev yek qebûl nekirin û wê nekin jî."    Can ku hem di dema 1980'yî û hem jî di 2018'an de di girtîgehê de ma, bal kişand ser rewşa di navbera herdu serdeman de. Can, destnîşan kir ku hişmendiya ciwanên salçn 70'yî hişmendiya xelaskeriyê bû, tevî hemû îşkence û girtina jî ciwanan têkçûyîn qebûl nedikir. Can, diyar kir ku girtî tim destekê didin derve û divê rêbazên salên 1980'yî û yên niha neyên danberhevkirin, çimkî ruhê demê guheriye. Can, bilêv kir ku îktîdara niha bi awayekî zêde polîtîkaya tenêhiştin/îzolasyonê bi rê ve dibe û ligel vê rêbazên xasûk, lawazker jî di dewrê de ne. Can, anî ziman ku niha liberxwedayîn zehmetir bûye û got: "Şert û mercên salên 1980'yî hovane bûn, lê dîsa jî li gorî niha avantaja me hebû. Civakiyîbûn germ bû. Niha tenêtê heye, civakiyîbûn pir nayê hîskirin. Jixwe îktîdar jî pir serî li qutifandin û bizdanidnê dide. Mantiq ev e; 'Em dikarin her tiştî bikim wê kes nikaribe hesab bipirse.' Dixwazin bi hevsengiya ruh bilîzin, xira bikin û vînê radest bigirin."    ‘MAFÊN OCALAN ÊN MIROVÎ HENE'    Herî dawî Can bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva biçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Çalakiya greva birçîbûnê biryareke dernegmayî ye. Birêz Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin. Ne dikare bi malbata xwe re, ne jî dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike. Der barê rewşa Ocalan de tu agahî tune ne. Em mîsyona wî ya siyasî deynin hêlekê, beriya her tiştî Birêz Ocalan mirov e û ji ber vê mafên wî hene. Ê me qet nebe me dikaribû hevdîtin bi malbata xwe re, bi parêzerên xwe re çêbike. Herî kêm divê mafên wî yên ji bo me dihatin dayîn pêk bên. Her wiha Birêz Ocalan me mirovekî ji rêzê ye. Xwazî diecibînin an jî naecibînin, vîna bi milyonan kesî ye. Beriya her tiştî ji bo tenduristiya Birêz Ocalan û mafên wî yên mirovbûyînêd ivê dwî li tecrîdê bê. Divê hevdîtinê bi malbata xwe, bi parêzerên xwe re çêbike da li welat nêvengeke aştî û demokrasiyê çêbibe."    MA / Melike Ceyhan