Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin

img
CENEVRE - Li konferanseke der barê hevdîtinên ji bo aştiyê yên li Kolombiyayê de Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera axivî û diyar kir ku ji Çileya 2018'an heta meha Mijdarê li Kolombiyayê dewletê 226 aktivîst kuştine. 
 
Ji aliyê Sendîkaya Xwendekara ya Cenevreyê, Solîdarîte û Platforma Lûtîn Amerîka ya Ji Bo Kolombiyayê li Zanîngeha Cenevreyê bi ser navê "Kolombiya di bin xetereya aştiyê de ye" konferesek hat lidarxistin. Di konfreansê de Parlementerê Partiya Sosyalîst Carlo Sommarûga, Parlementerê Kantona Cenevreyê Remy Paganî, Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera, Endamê Ensemble-Gauche û penaberê polîtîk ê Kolombiyayê Alfredo Camelo axivîn. 
 
Alfredo Camelo, destnîşan kir ku ji roja Kolombiya serbixwe bûye heta niha 27 caran şerê navxweyî çêbûye û di van şeran de bi bi sedhezaran mirov mirine. Camelo, diyar kir ku şerê navxweyî yê Kolombiyayê ji 1948'an ve dest pê kiriye û ev şer herî dawî bi hevdîtina FARC û hikûmetê bi dawî bûye. Camelo, bal kişand ser cinayetên di dema hevdîtinên ji bo aştiyê de jî û bilêv kir ku di ser hevdîtinên li Havanayê re du sal derbas bûne, lê belê asta heyî cihê şik û gumana ye. Camelo, destnîşan kir ku di peymana heyî de gelek xalên dibin cihê şik û gumanan hene. Camelo, destnîşan kir ku bi taybetî jî kêmasî di warê lêkolînkirin û lihevkirina di warê heqîqetê de rû didin. Alfredo, diyar kir ku dewlet rêzê nîşanî vê peymanê nade û ji ber vê gelek kes ji mecbûrî ji welat direvin. 
 
SWÎSRE YEKÎTIYA KAR YA ABORÎ DA PÊŞ 
 
Parlementerê Partiya Sosyalîst ê Swîsreyê Carlo Sommarûga jî, bal kişand ser helwesta Swîsreyê ya der barê hevdîtinên ji bo aştiyê. Sommarûga, destnîşan kir ku Swîsre ji bo parastin û pêşxistina aştiyê hîn jî ji bo hin guherînan tev digere, lê belê li meclîsê di warê şerê sivîl û meseleya aştiyê yê li Kolombiyayê de hin fikrên cuda hene. Sommarûga, bilêv kir ku Swîsre ji bo têkiliyên aborî yên bi Kolombiyayê re yekîtiya kar a aborî daye pêş û ji bo vê hikûmetê budçeyeke 37 milyonî veqetandiye. 
 
PIRSGIRÊKA MEZIN MESELEYA PARVEKIRINA ERD E
 
Şaredarê Cenevreyê yê berê û endamê Parlementya Kantona Cenevreyê Remy Paganî jî, bi bîr xist ji bo şopnadina peymana aştiyê ya Kolombiyayê ew jî di nav de komek mirov çûne Kolombiyayê û 10 rojan hevdîtin çêkirine. Paganî, diyar kir ku di hemû ehvdîtinan de hatiye destnîşankirin ku aştî bê parastin û pêşvexistin. Paganî, bilêv kir ku lê belê di warê parvekirin erdan de pirsgirêk hene û ji bo pêkanîna aştiyê ev meseleyeke girîgn e. Paganî, bi bîr xist 2 hezar û 500 milîtanî çek danîne û divê ev kes bên parastin. Paganî, diyar kir ku gelek kes ji girtîgehan hatine derxistin lê belê hîn jî 250 kes di girtîgehê de ne. 
 
DI SALEKÊ DE 226 KES HATIN KUŞTIN 
 
Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera jî, di axaftina xwe de bal kişand ser cinayetên siyasî. Bandîera destnîşan kir ku ji meha Çileyê heta Mijdara 2018'an de 226 rêvebrên sendîkayan an jî aktivîstên polîtîk hatine kuştin û got: "Tenê kiryarên çend cinayetan hatin darizandin û ev kes jî polîs û leşker in. A rast ev jî nîşan dide ku ev cinayet ne cinayetên kiryar diyar in." Bandîera, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê rêgeza dewleta hiqûqê û edaleta civakiyî pêk bê û got: "Gelek şîrketên navnetewî ji ber şer qezenc dikin. Ev rageşî bi kêrî wan tê. Yanî ev şîrket ji ber vê rewşê kêfxweş in." 
 
Bandîera bilêv kir ku têkiliya di navbera Swîsre û Kolombiyayê de têkiliyên aborî ne û got: "Swîsre dixwaze welat veguhere rewşeke lîberal û jixwe şîrketên pirnetew jî vê yekê dixwazin." 
 

Sernavên din

07/12/2018
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan
12:06 HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir
11:50 Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve
11:48 Başaran: Ocalan azad bikin
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin
11:07 Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye
10:36 Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket
10:28 Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê
10:04 Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir
09:48 MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
09:19 Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev
09:08 Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze
09:08 Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin
09:07 'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'
09:06 Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
05/12/2018
20:07 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû: Em ê bi ser bikevin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû
18:40 CHP'iyan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
16:26 Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin
16:08 Ahmet Turk bû bernamzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê
15:47 Rojnameger Rojhat Dogru hat girtin
15:25 Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
15:03 Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir
14:56 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh
14:28 19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin
14:19 Komcivîna Efrînê xwest komîteyek ji hemû nasnameyan pêk tê bê avakirin
14:04 Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir
14:04 HDP’ê binçavkirin şermezar kir
13:34 Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin
13:20 Xebatkarên ETHA’yê Şahîn û Gayip nehatin berdan
12:42 Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’emîn de ye
12:18 Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da
11:59 'Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin'
11:20 Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin
11:14 Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe
10:28 Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
10:22 Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin
09:40 Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir
09:26 Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin
09:25 Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin
09:18 Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin
09:17 Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:16 Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin!
09:15 Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan
09:14 Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz
09:14 ‘Divê hemû gel xwedî li daxwaza Guvenê derkevin'
09:13 Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye
09:12 'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e
09:12 Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A
04/12/2018
21:49 Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim
16:52 Dadgeha îstînafê cezayê Demîrtaş û Onder erê kir
15:33 Li ber çavê dayika wê lêxistin
15:32 Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane
15:20 Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir
14:59 Li Colemêrgê 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
14:42 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Li dijî tecrîdê çalakî berbelav dibin: Tecrîdê rakin
14:27 Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:34 ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
13:03 Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin
12:27 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Erziromê binçav kir
12:20 Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin
11:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya di binçavan de didome
11:07 Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
10:58 Farisogullari hişyar kir: Israra tecrîdkirinê talûkeyên mezin ava dike
10:39 Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
09:54 Nivîskarên Kurd: Bila tu partî berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa kurd
09:19 Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne
09:18 Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin