Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin 2018-12-06 22:43:38   CENEVRE - Li konferanseke der barê hevdîtinên ji bo aştiyê yên li Kolombiyayê de Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera axivî û diyar kir ku ji Çileya 2018'an heta meha Mijdarê li Kolombiyayê dewletê 226 aktivîst kuştine.    Ji aliyê Sendîkaya Xwendekara ya Cenevreyê, Solîdarîte û Platforma Lûtîn Amerîka ya Ji Bo Kolombiyayê li Zanîngeha Cenevreyê bi ser navê "Kolombiya di bin xetereya aştiyê de ye" konferesek hat lidarxistin. Di konfreansê de Parlementerê Partiya Sosyalîst Carlo Sommarûga, Parlementerê Kantona Cenevreyê Remy Paganî, Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera, Endamê Ensemble-Gauche û penaberê polîtîk ê Kolombiyayê Alfredo Camelo axivîn.    Alfredo Camelo, destnîşan kir ku ji roja Kolombiya serbixwe bûye heta niha 27 caran şerê navxweyî çêbûye û di van şeran de bi bi sedhezaran mirov mirine. Camelo, diyar kir ku şerê navxweyî yê Kolombiyayê ji 1948'an ve dest pê kiriye û ev şer herî dawî bi hevdîtina FARC û hikûmetê bi dawî bûye. Camelo, bal kişand ser cinayetên di dema hevdîtinên ji bo aştiyê de jî û bilêv kir ku di ser hevdîtinên li Havanayê re du sal derbas bûne, lê belê asta heyî cihê şik û gumana ye. Camelo, destnîşan kir ku di peymana heyî de gelek xalên dibin cihê şik û gumanan hene. Camelo, destnîşan kir ku bi taybetî jî kêmasî di warê lêkolînkirin û lihevkirina di warê heqîqetê de rû didin. Alfredo, diyar kir ku dewlet rêzê nîşanî vê peymanê nade û ji ber vê gelek kes ji mecbûrî ji welat direvin.    SWÎSRE YEKÎTIYA KAR YA ABORÎ DA PÊŞ    Parlementerê Partiya Sosyalîst ê Swîsreyê Carlo Sommarûga jî, bal kişand ser helwesta Swîsreyê ya der barê hevdîtinên ji bo aştiyê. Sommarûga, destnîşan kir ku Swîsre ji bo parastin û pêşxistina aştiyê hîn jî ji bo hin guherînan tev digere, lê belê li meclîsê di warê şerê sivîl û meseleya aştiyê yê li Kolombiyayê de hin fikrên cuda hene. Sommarûga, bilêv kir ku Swîsre ji bo têkiliyên aborî yên bi Kolombiyayê re yekîtiya kar a aborî daye pêş û ji bo vê hikûmetê budçeyeke 37 milyonî veqetandiye.    PIRSGIRÊKA MEZIN MESELEYA PARVEKIRINA ERD E   Şaredarê Cenevreyê yê berê û endamê Parlementya Kantona Cenevreyê Remy Paganî jî, bi bîr xist ji bo şopnadina peymana aştiyê ya Kolombiyayê ew jî di nav de komek mirov çûne Kolombiyayê û 10 rojan hevdîtin çêkirine. Paganî, diyar kir ku di hemû ehvdîtinan de hatiye destnîşankirin ku aştî bê parastin û pêşvexistin. Paganî, bilêv kir ku lê belê di warê parvekirin erdan de pirsgirêk hene û ji bo pêkanîna aştiyê ev meseleyeke girîgn e. Paganî, bi bîr xist 2 hezar û 500 milîtanî çek danîne û divê ev kes bên parastin. Paganî, diyar kir ku gelek kes ji girtîgehan hatine derxistin lê belê hîn jî 250 kes di girtîgehê de ne.    DI SALEKÊ DE 226 KES HATIN KUŞTIN    Serokê Komîsyona Piştevaniyê ya Navnetewî (CGAS) Umberto Bandîera jî, di axaftina xwe de bal kişand ser cinayetên siyasî. Bandîera destnîşan kir ku ji meha Çileyê heta Mijdara 2018'an de 226 rêvebrên sendîkayan an jî aktivîstên polîtîk hatine kuştin û got: "Tenê kiryarên çend cinayetan hatin darizandin û ev kes jî polîs û leşker in. A rast ev jî nîşan dide ku ev cinayet ne cinayetên kiryar diyar in." Bandîera, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê rêgeza dewleta hiqûqê û edaleta civakiyî pêk bê û got: "Gelek şîrketên navnetewî ji ber şer qezenc dikin. Ev rageşî bi kêrî wan tê. Yanî ev şîrket ji ber vê rewşê kêfxweş in."    Bandîera bilêv kir ku têkiliya di navbera Swîsre û Kolombiyayê de têkiliyên aborî ne û got: "Swîsre dixwaze welat veguhere rewşeke lîberal û jixwe şîrketên pirnetew jî vê yekê dixwazin."