Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan

  • rojane
  • 09:15 5 Kanûn 2018
  • |
img

RIHA – Girtiyê nexweş Fûat Yavûzel ku ji zarokatiyê ve nexweşîna Îmmun Trombositopenik Purpure lê peyda bûye, di nava rojê de xwîn ji dev û bêvila wî tê, lê dîsa jî bi hinceta "dibe ku bireve û delîl nehatine berhevkirin" nayê berdan. 

Girtiyê nexwe Fûat Yavûzel (23) ku di 6'ê Tîrmeha 2017'an de li Pirsûsa Rihayê li ser îxbarekê hat binçavkirin û bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, ji zarokatiya wî ve nexweşîna İmmun Trombositopenik Purpure (İTP) lê peyda bûye û her diçe rewşa wî xirabtir bibe. Parêzerê wî Firat Şahîn, destnîşan kir ku di dosyeya muwekîlê wî de tu delîleke bibe sûcdariyê tune ye û di her dadgehê de ew doza berdana wî dikin lê belê 4 danişînin ev daxwaza wan tê redkirin. 
 
‘DI LÎSTEYA ÎXBARÊ DE NAVÊ WÎ TUNE YE' 
 
Wexta ji nav erd tê saet li dor 8'ê êvarî polîs bi hinceta "îxbar heye" davêjin ser mala wî û wî binçav dikin. Parêzer Şahîn bilêv kir ku tu delîleke bibe cihê sûcdariyê di dosyeya muwekîlê wî de tune ye û got: "Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye. Piştî 7 mehan şûnde dosye hat amadekirin. 20 roj in rewşa wî xirab dibe. Divê tedaviya kemoterapiyê bê kirin. Ji ber bi awayekî bi rêk û pêk nayê tedawîkirin rewşa wî giran dibe. Tim xwîn ji devê muwekîlê min tê. Divê li nexweşxaneyê bê razandin. Divê bijîşk nexweşîna wî bişopînin. Ev enxweşîn bi dermanan nayê tedawîkirin. Nexweşîna wî di asta 4'an de ye, yanî di asta kemoterapiyê de ye. Herî dawî wexta sewqî nexweşxaneyê hat kirin, ji bo pişika wî bê jêkirin bijîşk belgeyek amade kir. Lê belê muwekîlê min nexwest pişika wî bê jêkirin. Paşê şik û guman wê baş neyê tedawîkirin lê peyda bû. Tedawiya wî bi derengî hat xistin." 
 
Parêzer Şahîn, da zanîn ku di dosyeyê de 4 bersûc hene, ji bersûcan yek jê di biniya 18 salan de ye û li gorî îfadeya wî ya li dozgeriyê wexta sînor derbas kiriye Fûat hay ji vê hebûye û got: "Lê belê zarokê navborî diyar kir ku wexta taqîbat dest pê kiriye wî di bin zext û zoriyê de îfade daye û hayê Fuat jê tune bûye. Kesê navborî di îfadeya xwe de gotiye, tenê ji ber gundên wan nêzî hev in hevdu nas dikin û 4 sal in wan hevdu nedîtiye û ne samîmî ne." 
 
Şahîn, diyar kir ku di hemû danişînan de dadgeh bi hinceta "dibe ku bireve û delîl baş nehatine berhevkirin" der barê Yavûzel de biryara dewama girtinê dide. 
 
'GER WISA DEWAM BIKE EZ Ê BIMIRIM'
 
Her wiha di rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê de, der barê tenduristiya Yavûzel de wiha tê gotin: "Ji 14 saliya min ve nexweşîna Îmmun Trombosîtopenîk Purpure (ÎTP) li min peyda bûye. Berî bêm girtin li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dîlokê û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Balcali ya Edeneyê min tedawiya kemoterapiyê dît. Wexta hatim girtin bi qasî mehekê tedawiya min bi dernegî hat xistin. Piştî li revîra girtîgehê hatim muayenekirin min sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê kirin. Herî dawî li Nexweşxaneya Rihayê ji min re hat gotin ku li vir tedawî baş nayê kirin û divê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dîlokê bê tedawîkirin. Lê belê 2 meh û nîv e nayêm tedawîkirin. Her hefte ji bo tedawîkirinê serî lê didim, lê belê dîsa nayêm tedawîkirin. Loma her diçe nexweşîna min girantir dibe. Di nava rojê de xwîn ji dev û bêvila min tê. Ji ber vê gelek enxweşînên din jî li min peyda bûn. Her wiha bînaya çavê min jî kêm bûye. Bi hinceta dermanên min biha ne nadin min. Herî dawî min serî li dozgeriyê da û sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê hatim kirin. Bijîşkan got divê sewqî Dîlokê bê kirin. Dîsa min şandin girtîgehê. Ger wisa dewam bike ez ê bimirim." 
 

Sernavên din

07/12/2018
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan
12:06 HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir
11:50 Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve
11:48 Başaran: Ocalan azad bikin
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin
11:07 Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye
10:36 Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket
10:28 Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê
10:04 Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir
09:48 MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
09:19 Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev
09:08 Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze
09:08 Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin
09:07 'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'
09:06 Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
05/12/2018
20:07 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû: Em ê bi ser bikevin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû
18:40 CHP'iyan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
16:26 Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin
16:08 Ahmet Turk bû bernamzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê
15:47 Rojnameger Rojhat Dogru hat girtin
15:25 Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
15:03 Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir
14:56 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh
14:28 19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin
14:19 Komcivîna Efrînê xwest komîteyek ji hemû nasnameyan pêk tê bê avakirin
14:04 Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir
14:04 HDP’ê binçavkirin şermezar kir
13:34 Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin
13:20 Xebatkarên ETHA’yê Şahîn û Gayip nehatin berdan
12:42 Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’emîn de ye
12:18 Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da
11:59 'Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin'
11:20 Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin
11:14 Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe
10:28 Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
10:22 Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin
09:40 Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir
09:26 Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin
09:25 Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin
09:18 Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin
09:17 Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:16 Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin!
09:15 Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan
09:14 Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz
09:14 ‘Divê hemû gel xwedî li daxwaza Guvenê derkevin'
09:13 Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye
09:12 'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e
09:12 Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A
04/12/2018
21:49 Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim
16:52 Dadgeha îstînafê cezayê Demîrtaş û Onder erê kir
15:33 Li ber çavê dayika wê lêxistin
15:32 Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane
15:20 Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir
14:59 Li Colemêrgê 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
14:42 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Li dijî tecrîdê çalakî berbelav dibin: Tecrîdê rakin
14:27 Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:34 ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
13:03 Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin
12:27 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Erziromê binçav kir
12:20 Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin
11:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya di binçavan de didome
11:07 Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
10:58 Farisogullari hişyar kir: Israra tecrîdkirinê talûkeyên mezin ava dike
10:39 Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
09:54 Nivîskarên Kurd: Bila tu partî berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa kurd
09:19 Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne