Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan 2018-12-05 09:15:38 RIHA – Girtiyê nexweş Fûat Yavûzel ku ji zarokatiyê ve nexweşîna Îmmun Trombositopenik Purpure lê peyda bûye, di nava rojê de xwîn ji dev û bêvila wî tê, lê dîsa jî bi hinceta "dibe ku bireve û delîl nehatine berhevkirin" nayê berdan.  Girtiyê nexwe Fûat Yavûzel (23) ku di 6'ê Tîrmeha 2017'an de li Pirsûsa Rihayê li ser îxbarekê hat binçavkirin û bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, ji zarokatiya wî ve nexweşîna İmmun Trombositopenik Purpure (İTP) lê peyda bûye û her diçe rewşa wî xirabtir bibe. Parêzerê wî Firat Şahîn, destnîşan kir ku di dosyeya muwekîlê wî de tu delîleke bibe sûcdariyê tune ye û di her dadgehê de ew doza berdana wî dikin lê belê 4 danişînin ev daxwaza wan tê redkirin.    ‘DI LÎSTEYA ÎXBARÊ DE NAVÊ WÎ TUNE YE'    Wexta ji nav erd tê saet li dor 8'ê êvarî polîs bi hinceta "îxbar heye" davêjin ser mala wî û wî binçav dikin. Parêzer Şahîn bilêv kir ku tu delîleke bibe cihê sûcdariyê di dosyeya muwekîlê wî de tune ye û got: "Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye. Piştî 7 mehan şûnde dosye hat amadekirin. 20 roj in rewşa wî xirab dibe. Divê tedaviya kemoterapiyê bê kirin. Ji ber bi awayekî bi rêk û pêk nayê tedawîkirin rewşa wî giran dibe. Tim xwîn ji devê muwekîlê min tê. Divê li nexweşxaneyê bê razandin. Divê bijîşk nexweşîna wî bişopînin. Ev enxweşîn bi dermanan nayê tedawîkirin. Nexweşîna wî di asta 4'an de ye, yanî di asta kemoterapiyê de ye. Herî dawî wexta sewqî nexweşxaneyê hat kirin, ji bo pişika wî bê jêkirin bijîşk belgeyek amade kir. Lê belê muwekîlê min nexwest pişika wî bê jêkirin. Paşê şik û guman wê baş neyê tedawîkirin lê peyda bû. Tedawiya wî bi derengî hat xistin."    Parêzer Şahîn, da zanîn ku di dosyeyê de 4 bersûc hene, ji bersûcan yek jê di biniya 18 salan de ye û li gorî îfadeya wî ya li dozgeriyê wexta sînor derbas kiriye Fûat hay ji vê hebûye û got: "Lê belê zarokê navborî diyar kir ku wexta taqîbat dest pê kiriye wî di bin zext û zoriyê de îfade daye û hayê Fuat jê tune bûye. Kesê navborî di îfadeya xwe de gotiye, tenê ji ber gundên wan nêzî hev in hevdu nas dikin û 4 sal in wan hevdu nedîtiye û ne samîmî ne."    Şahîn, diyar kir ku di hemû danişînan de dadgeh bi hinceta "dibe ku bireve û delîl baş nehatine berhevkirin" der barê Yavûzel de biryara dewama girtinê dide.    'GER WISA DEWAM BIKE EZ Ê BIMIRIM'   Her wiha di rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê de, der barê tenduristiya Yavûzel de wiha tê gotin: "Ji 14 saliya min ve nexweşîna Îmmun Trombosîtopenîk Purpure (ÎTP) li min peyda bûye. Berî bêm girtin li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dîlokê û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Balcali ya Edeneyê min tedawiya kemoterapiyê dît. Wexta hatim girtin bi qasî mehekê tedawiya min bi dernegî hat xistin. Piştî li revîra girtîgehê hatim muayenekirin min sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê kirin. Herî dawî li Nexweşxaneya Rihayê ji min re hat gotin ku li vir tedawî baş nayê kirin û divê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dîlokê bê tedawîkirin. Lê belê 2 meh û nîv e nayêm tedawîkirin. Her hefte ji bo tedawîkirinê serî lê didim, lê belê dîsa nayêm tedawîkirin. Loma her diçe nexweşîna min girantir dibe. Di nava rojê de xwîn ji dev û bêvila min tê. Ji ber vê gelek enxweşînên din jî li min peyda bûn. Her wiha bînaya çavê min jî kêm bûye. Bi hinceta dermanên min biha ne nadin min. Herî dawî min serî li dozgeriyê da û sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê hatim kirin. Bijîşkan got divê sewqî Dîlokê bê kirin. Dîsa min şandin girtîgehê. Ger wisa dewam bike ez ê bimirim."