Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin

  • rojane
  • 13:03 4 Kanûn 2018
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN – Çalakiyên li dijî tecridkirina Ocalan her ku diçe belav dibe. Piştî li Mêrsîn, Amed, Wan parlamenter, li dijî tecrîda Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a 27 rojin di grevê deye, ketin grevê, îro li Stenbolê parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz, Alî Kenanoglu û Saruhan Oluç jî ketin greva birçîbûnê. Ziyaret û eleqeya ji bo çalakiyê gelek zêde ye. 

 
Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe belav dibe. Tevlêbûna çalakiyên greva birçêbûnê zêde dibe. Piştî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8'ê Mijdarê de dest ib çalakiyê kir, 27 rojin çalakiya Guven a li dijî tecridkirina Ocalan didome. Girtiyên PKK'î û PAJK'î jî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiye bi dorvegera 10 rojan û bêdem di 27'ê Mijdarê de çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya girtiyên siyasî ya li girtîgehan di roja 8'an de berdewam dike. Piştî di 2'ê Kanûnê de Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê çalakiya greva birçîûnê dan destpêkirin polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtibû û 10 endam û rêveberên HDP'ê yên di çalakiyê de binçav kirin û hêj di bin çavan de ne. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Güven a li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. Duh li Mêrsînê 3 parlamenterên HDP'ê, li Amedê 4 parlamenterên HDP'ê, li Wanê parlamenterek HDP'ê ketibûn grevê. Îro jî li Rihayê 2 parlamenterên HDP'ê, li Enqereyê jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê dikevin grevê. 
 
LI STENBOLÊ JÎ PARLAMENTERÊN HDP'Ê KETIN GIRÊ
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê îro bi daxuyaniyekê û bi tevlêbûna parlamenteran çalakiya grevê da destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz, Alî Kenanoglu û Saruhan Oluç li gel rêveberên HDP'ê dest bi çalakiyê kirin. Li gel wekîlan gelek endam û rêveberên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan wekilan. Li salona ku wekilên HDP'ê lê dest bi çalakiyê kirin pankarta ku wêneyê Guven û nivîsa "Leyla Guven mafdar e. Divê tecrida mutlak rabe" vekirin. Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç daxuyani da û destnîşain kir ku bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiyê dikin. 
 
OLUC: TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ JÊ VENEGER E
 
Oluc, diyar kir ku Guven parlamenter e û bi awayekî bê hiqûq û bê qanûn hatiye girtin û hêj girtî ye. Oluc, anî ziman ku Guven ne ji bo xwe ketiye grevê û wiha got: "Guven li dijî tecridkirina Ocalan ku ji 4'ê Nisana 2015'an de hatiye destpêkirin ketiye grevê. Ji ber ku ev tecrîd ne tenê li dijî Ocalan e. Li dijî gelê Kurd, aştî, demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê li dijî binpêkirina mafan, şer ketiye grevê. Piştî civîna Koma Partiya me dê li gel Hevseroka Giştî Pervin  9 wekilên me yên din jî têkevin grevê. Têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê dê her dem berdewam bike. Tu hêz nikare vê têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiyê rawestîne. " 
 
Oluc, xwest demek berî demekê daxwazên Leyla Guven pêk bên û di demek zûtirîn de serbest bê berdan û wiha got: "Em hevî û bawer dikin ku dê dawî li tecrîda di 5'ê Nîsana 2015'an de li Îmraliyê hat destpêkrin bi dawî bikin. Dîsa em hêvî dikin ku dê biryara DMME a ji bo Demîrtaş daye pêk bînin. " 
 
LI WANÊ ÇALAKÎ DI ROJA DUYEMÎN DE YE 
 
Li Wanê jî çalakiya Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ku duh da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Îro jî parlamenterên HDP'ê yên Wanê Sait Dede û Murat Sarisaç jî tev li çalakiyê bûn. Îro gelek endam û rêveberên HDP'ê û rêxistinên demokratîk çalakger ziyaret kirin. Endam û welatiyên ji taxan hatin HDP'ê wekîl ziyaret kirin û piştgirîdan wekîlan. 
 
LI MÊRSÎNÊ 10 KES HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE
 
Li Mêrsînê jî hêj 10 kesên ku 2 roj berê di çalakiyê de hatibûn binçavkirin, hêj di bin çavan de ne. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di 2'ê Kanûnê de li dijî tecrîdê dest bi çalakiya grevê kiribûn. Polîsan di saetê şevê de bi ser avahiyê de girtibûn û Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zuhal Onen jî di navde 10 çalakger binçav kiribûn. Îro ji bo bixwazin 10 kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan, xwestin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Endamê Navenda Giştî yê HDK'ê Selahattin Guvenç, serî li Walîtiyê da û xwest sedema binçavkirinê fêr bbe. Walîtiyê diyar kir ku ji wezareta Karên Hundir de ferman hatiye û ji ber vê yekê nikare destûrê bide daxuyaniyê. 

Sernavên din

07/12/2018
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan
12:06 HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir
11:50 Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve
11:48 Başaran: Ocalan azad bikin
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin
11:07 Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye
10:36 Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket
10:28 Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê
10:04 Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir
09:48 MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
09:19 Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev
09:08 Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze
09:08 Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin
09:07 'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'
09:06 Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
05/12/2018
20:07 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû: Em ê bi ser bikevin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû
18:40 CHP'iyan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
16:26 Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin
16:08 Ahmet Turk bû bernamzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê
15:47 Rojnameger Rojhat Dogru hat girtin
15:25 Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
15:03 Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir
14:56 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh
14:28 19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin
14:19 Komcivîna Efrînê xwest komîteyek ji hemû nasnameyan pêk tê bê avakirin
14:04 Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir
14:04 HDP’ê binçavkirin şermezar kir
13:34 Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin
13:20 Xebatkarên ETHA’yê Şahîn û Gayip nehatin berdan
12:42 Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’emîn de ye
12:18 Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da
11:59 'Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin'
11:20 Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin
11:14 Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe
10:28 Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
10:22 Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin
09:40 Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir
09:26 Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin
09:25 Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin
09:18 Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin
09:17 Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:16 Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin!
09:15 Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan
09:14 Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz
09:14 ‘Divê hemû gel xwedî li daxwaza Guvenê derkevin'
09:13 Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye
09:12 'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e
09:12 Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A
04/12/2018
21:49 Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim
16:52 Dadgeha îstînafê cezayê Demîrtaş û Onder erê kir
15:33 Li ber çavê dayika wê lêxistin
15:32 Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane
15:20 Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir
14:59 Li Colemêrgê 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
14:42 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Li dijî tecrîdê çalakî berbelav dibin: Tecrîdê rakin
14:27 Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:34 ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
13:03 Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin
12:27 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Erziromê binçav kir
12:20 Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin
11:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya di binçavan de didome
11:07 Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
10:58 Farisogullari hişyar kir: Israra tecrîdkirinê talûkeyên mezin ava dike
10:39 Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
09:54 Nivîskarên Kurd: Bila tu partî berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa kurd
09:19 Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne
09:18 Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin